Leyla Zana ! Xaziya tu xûþka min ji dê û bavê ba…
Dîrok: ÇáÃÍÏ 04 äæÝãÈÑ 2007
Mijar: gotar



Dr.Ebdilmecît Þêxo

Beriya çend rojan min axivtina te, ya ku te di kongira "civaka dêmokrat" de li Amedê goti bû, di malpera  "Azadiya Welat de "xwend, te pir hevokên watedar û giring anî bûn zimên; mîna "Kurd ne têrorîst in ", "tu Kurdên bi þeref þerê birayê xwe nake.", "hêzên cîhanê ta niha ji bilî komplo, fend û fêlan li dijî gelê Kurd nakin…", "me welatê tu kesî dagîr nekiriye", "divê Turkiyê li Emêrîka, Sûriyê, û Îranê negere, çareserî li Turkiyê ye", "lê hevoka  ku gelek bala min ber xwe de kiþand, û ez  ji ber shabûnê bi girî  kirim ev bû;" KURDA HERÎ TIRSONEK EZ IM, EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM".


Erê xanim Leyla Zana! Ez li ser hemû nirînên te yên jorîn ranawestim, ji ber ku her hevokek ji wanan li nik min dibe navnîþana mijareke taybetî, derbirîn û nirînên te yên siyasî cihên pesnê ne, te siyaseta cîhanê û Rojhilata Navîn pir bi kurtî li pêþ guhdarên xwe rêxistin. lê dîsan ezê vegerim ser hevoka te "KURDA HERÎ TIRSONEK EZ IM, EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM" eva gotina te tijî felsefe ye, ewa bi naveroka xwe gelek watedear e, bi pir alî ye. Te nameyeke zor giranbuha arastî du aliyan kiriye, yekem, ji dijminên Kurdistanê re û tu dixwazî di wê de  ji wan re bêjî; va ye, zîndana we LEYLE ZANE  netirsandî ye, gefgurên we yên rojane li dijî welatpêrz û dêmokratîxwazan , vîna  LEYLA ZANE natewandîye û nikane wê  bitewîne û hevgirêdana wê bi gelê xwe  re sist nake. Her weha jî tu hîn ji wan re weha dibêjî; eger LEYLA ZANA ji  wer e dibêje; ya herî tirsonek ez im, lê dîsan ewa ji bo welatê xwe ji mirinê jî natirse,  ango  LEYLE ZANE ji  dagîrkerên Kurdistanê re yekser jî û ne yekser jî dibêje; yanê þer û  çekên we kêþa kurdî li Kurdistanê çareser nakin, dermanê pirsgirêka me tenê aþtî ye, dîyalogên dêmokrat û dadmend in.  Ya duhem te  nama xwe ji Kurdistaniyan re,  mêr û jinan re, ji keç û lawan re þandî ye; tu  bi me hemûyan re dibêjî; va ye LEYLE ZANE ewqas sal di zîndana  toraniyan de raketî bû, ewqas  destlata Turkan bê rûmetî li wê kiri bûn, lê dîsan  ewa niha dengê xwe ji bo azadiya gelê xwe bê tirs bilind dike, yanê ewa rasterast ji gelê xwe re dibêje; hûn dibînin, çawa " þêr, þêr e, çi  jin e çi mêr e".Yanê dîsan  TU! LEYLE ZANE ! bi vê  hevoka xwe ya zêrînî, bê tirs û li ber guhên wan, qehremantî û pêdarîyê di hestên  Kurdperweran de diçînî û wireyên têkoþînî li nik wan bilind dikî..Vêca çawa tu Kurda herî tirsonekî ??? Ez zanim tu dixwazî ji dijminên Kurdan re weha bêjî ku "Kurdên tirsonek tunen in" ,"Kurd jî dixwazin li ser axa xwe mîna miletên din bi azadî  bijîn ", " Ewanan ji bo rûmeta welatê xwe ji mirinê re jî amede ne…"…Lê erê Xanima têkoþer, tu ne Kurda herî tirsonek î, tu  þêra me yî, tu zimanê hîm û latên Kurdistanê yî, tu sîwana  netewperestan î, tu lehenga zîndanan î . Eger ez çiqas di derbarê te de bêjin, dê hemû peyv û pesnên min li hember tîpek ji tîpên hevoka te ya jorîn û ya ez gelek bi girî kirim " EZ KURDA HERÎ TIRSONEK IM Û EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM " ji ber xwe ve þerm bikin û dê serên xwe bi rêzdarî li ber wan tîpên zêrîn re bitewînin. Li dawiyê dîsan  ez dubare dikim, XAZIYA TU XÛÞKA MIN JI DÊ Û BAVÊ BA…"

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=773