KURDISTAN NE XEWNE
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 31 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: Helbest



dildar ismail

Xewn namîne xewn
Xewn hêdî hêdî pêkve tê
Xewna kevnar
Ji parçebûna welatê min
Gelek sal buhirîn
Va ez têm ji bona te
Ey xaka þêrîn
Xaka hemî hêvî
Parçebûn talan û kuþtin
Dijminê xwîn mij
Mêjiyê xwe na guherîne


Cîhan li hev dizîvire
Cîhan birînê derman nake
Da ku destê ji hev hevdû negrin
Kurdistan rizgar nabe…..
Welatê xewnê …hê xewne
Xew windabibe ji çavên baweriyê
Ji çavên azadiyê
Çavên miþtî hêvî
Roj derenge gava bavêjin
Xewn her namîne xewn
Dema ku winda bibe…
Parçebûn û bendiya dubendî
Dijware rewþa ne rewiþ û ……
Di rojhilata navîn de agire…
Agirkî dijwar dileyizê
Di himbêza welatê min de
Welatê ji xwînê û agir avabibe
Wê kurdistan nemîne xewn..û
Pirsa ku bi saln li berxwe dide
Gilî û gazin bera ji xewnê rebê
Her dest û gav ji ber hev neyê der
Roj derenge û pirsa me giringe
Û…….Gelê kurd hê serbilinde
30.10.2007






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=763