SALIH DEMICER
Erê Bira
Agirê bîrêkirinê me dike perwane ji xwe re.
Lêbanînê bi coþ û kêferata xwe, emjî kirin perekî xistin bin baskên xwe.
deþta sirûcê
vedengên geryanên me, Geþtên me ye li dora golê, Li baxê Hec Reþêd hîn dilorîne.
bedewî û xweþikiya xwe ji dûrbûna me destine.
pelên ciwaniyê ji temen weþiyan
Kobanî jî hîn sitêr e
ji dilê me naweþe.
Muhir hîn li ser wêneyên bi dîwaran ve daliqandî de ne.
Zêr hîn di gerdena zerî û çavbelekan de ne.
tembe û helwest hîn li Karin….
Simînar hîn li darin.
herdû kaniyên miçiqî ,ji sîngê me namiçiqin.
Sînor bi gulle û maniyan,
bi nebûna baskan pozbilindin.
…û
Ewrên te ji dûr ve dîtî,
çavdêrin ji vê deþtê re.
þaxin bira
þaxên pirsê ye yek reh e pir navin .
xunava xurnûf û kulindora Kobanê dimijin
Em jî tawinbarin
Bi þanîkirinê sûcdarin
di gurkirinê de çalakdarin
Ez dizanim
Ez dizanim ku hîre hîra buhêrkê perdeya þevbîrkê li Holenda diçirîne.
Dara miþtenûr ya tek e sêwî
havala kevir û stiriyan ,bêhtirî darên bi hej û ber di gulistana Sonsbêk de hildiperike sîngê katên zelal û bê deng.
li bakurê Kobanê razanê xwe ji mijûlî honijandinê diþûþt.
li baþûrê Arinhemê tiþtekî wenda heye.
honijadin þewatê diafirîne
Rayn Ferat bi bîra te tîne.
têbîra Ferat jî
keserên nixamtî diþopîne
Erê bira
min silavên te gihandin Ce,fo yê kal.
wî bi çavin tije hêsir pirsî:
- ew li kuye?.
- li welatekî dûre, jêre dibêjin Holenda.
wî piþtî serhejandineke kovandar got:
- kurê min gunehê min li stuyê te, tuyê wî xeberdar bike; eger ew vegeriya welêt piþtî malbata xwe ew mîvanê min e.
îro …..
te dirêj kir bira ?!
te dirêj kir.
axa sik e sar kete navbera kela lêbanîna te û bendewariya wî!!!.
de qene li wir
bi agirê Jînê mirinê vemrîne.
bi mergenoþa penaberiyê bîranînê vejîne.
pêlên kel û herikîna servokan li pêlên Rayn bihêwirîne.
hertiþt wekî xwe namîne
wê rojek bê:
êdî bêhna pîvaza dilsariyê ji me nayê.
eniya me ya ku di bin simên salan de qermiçî wê dûz bibe.
bêhna rêwîtiya ku ji bin çengê Kerwanên me dikeliya wê biçike
cimkî
dilbijîn hespek î bezaye, di derûnê de digere , ji bilî mêrgên pêkanînê ti warî napejirîne da ku piþtî westabûnê lê raweste.
þikestin di zozanên vînê de, mitek î bê rehe; hino hino zer dibe.
û…
firrîna me bi baskên geþbîniyê daxbar e.
-dawî-