BERPIRSIYARÊN TEVKURD-Ê BINÇAV BÛN
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 31 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: Nûçe



Îbrahîm GUCLU
Sekreterê TEVKURDê
 
Endamê Meclîsa TEVKURê Zilkûf ÖZEL, endamên Unîteya (Yekîniya) TEVKURDê li Amedê parêzer Muzaffer TOY, M. Kemal OK, Nusret Laçin di 30. 10. 2007 de piþtî seet 18.00-an ji aliyê polîs de hatin binçav kirin.
Ev berpirsiyarên TEVKURDê ji bo civîna çapemenî ya Meclîsa TEVKURDê (31. 10. 2007) bang/vexwandin di nav gel de û di kolonan de belav dikirin.


Wek ji reya giþtî re jî diyar bûye, Meclîsa TEVKURDê dê di derbarê siyaseta dewleta tirk ya êriþker ya li dijî neteweya kurd û Herêma Federe ya Kurdistanê de bîr û reyên xwe bi riya çapemenî, bi reya giþtî re parve bike: Bi tevayî ew êriþên nîjadperest yên rojên dawî li hemberî kurdan li metropolan û Kurdistanê hatine holê, bi taybetî siyaseta þerê giþtî ya dewleta tirk li hemberî neteweya kurd protesto û rûreþ bike.

Ev binçavkirina berpirsiyarên TEVKURDê destnîþan û parçeyek ji siyaseta êriþker ya dewletê ye.

Diyar e ku Tirkiyeyê her çiqas ji demokrasî û ji endametiya Yekîtiya Ewrupayê jî behs bike, ji standartên hevdemî, demokrasiyê û Yekîtiya Ewrupayê/Krîterên Kopenhagê gelek dûr e.

Tirkiye, ji maf/azadiyên mirov û gruban, ji azadiya xweîfadekirin û rêxistinî re rêz nagre. Di sedsala 21-an de ev yeka bi serê xwe him pirsgirêkeke mezin e û him jî rûreþiyek e.

Amed, 30. 10. 2007

Îbrahîm GUCLU
Sekreterê TEVKURDê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=759