Welato
Dîrok: ÇáÎãíÓ 11 ãÇíæ 2006
Mijar: Helbest


Dildarê Mîdî

Welato:
 tu xweþbê
Serê te sax bê
Temenê min û Þêx Maþûq di
Ser temenê azadiya tede bê

Welato:
Welatê agir û rojê:
Ez bi agirê te þewitîm
Û ji sir û seqema te qefilîm
Welatê bihiþt û dojê:
Ez bihiþtan ji tere ava dikim
Lê cihê min qurçikeke sar û cemidiye
Ji dawiya dojeheke teya bê agir
Welato:
Ez pêxemberan ji tere diyarî dikim
Lê zimanê doza min tête birîn
Ez ol û ramanan ji tere sazkar dikim
Lê ez bi wan pend û ristan tême bi bidarvekirin
Welato:
De were ezû te hevdû hembêz bikin
Da kû ez hilma azadiya te hilkiþim
Û tu bi pêta þoreþgeriya min germ bibê
Da kû herdû çavên te
Bi reþika çavên xwe kil bikim
Da kû mêrg û çîmenên te
Bi kulîlkû helbestan bi xemilînim
Da kû nêrgizû reyhanên te
Bi sirêliy û seyranokan baweþ bikim
Da kû tengijîn û xulmaþiyên te
Bi lavij û heyranokan hiþyar bikim, mehweþ bikim
Û tevaya bejn û bala te, qam û qilafetê te,
Bi xwîna xweya sor bi þam paqij bikim,
Tahir bikim û bêjim:
Hey lo lo welato…
Bi rojê dil êþo bi þevê kêferato
Ax welato…
Hey welatê kew… ??? !!!
------------
Ev helbest di þevbiwêrka salvegera girtina þehîd Meeþûq Xeznewî de, hate xwendin  





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=75