Fistîvala bîranîna 23 saliya koçkirina Seyda Cegerxwîn
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 23 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: Nûçe





(Qamiþlo – welateme.net) duh 22/10/2007 katjmêr 7î êvarî fistîvala bîranîna 23saliya koçkirina helbestavanê kurd Seyda Cegerxwîn, li Qamiþlo li ser gora wî -ya kû hatibû xemlandin bi gurzên gulan û wêneykê wîyê mezin- hat li darxistin. Ev fistîval hatibû amadekirin ji aliyê komîta amadekar ya kû  ji komîta weþanên bi kurdî li Sûriyê tên weþandin, hatiye damezrandin.


Nêzîkî 250 kesî li vê fistîvalê beþdarbûbûn, pirên wan ji helbestvan, nivîskar, rewþenbîr, siyasetmedar, û kesayetiyên olî pêkhatibûn, her weha koma Newroz ya bi ser partiya pêþveroya demoqrat jî bi cil û bergên xweyî floklorî li hawîrdorê gora Seyda civiya bûn.
Di vê fistîvala bîranînê de, gelek gotar, lêkolîn û helbest hatin xwendin, ji wan e:
- Heybet meemo: Gotina komîta weþanên kurdî
- Kisra Cegerxwîn: Nameya malbata seyda Cegerxwîn
- Arjen Arî (ji Amedê): gotinek
- Xelîl Sasûnî: Helbest
- Derwêþ Xalib: Gotar
- Rezo Osê: lêkolîn
- Deham Ebdulfetah: gotinek
- Xalis Msewer: lêkolîn
- Salhê Heydo: Helbest
- Bêwar Brahîm: gotar û Helbest
- Narîn Umer: Helbest
- Hozanê Girkundê: Helbest
- Hêmin Mendanî: Helbest
- Salhê Silo (bavê Muslih): helbest.
Herweha gelek birûsk jî hatin xwendin kû ji navend û dezgehên çandî, malperên kurdî , nivîskar û hunermendên kurd ji derveyî welêt û ji hundir, hatibûn rêkirin.

li dawiya fistîvalê peyamnêrê malpera (welatê me)  xwest nerîna çend kesên peþdarbûyî, li ser vê fistîvalê bistîne: 
- Enîse mele Xelîl (ji malbata Cegerxwîn): Cegerxwîn gulek bû bexçeyek çêkir, pêktê ji van nivîskar û helbestvan û zanayên kû li vir amadene.
- Nesrîn Melekî (hevjîna nemir M. Þêxo): berî her tiþtî ez sipasiya we dikim. Sipasiya çi karê kû xortên me qîzên me dikin , ez bihêvîme miletê me roj bi roj gav bi gav kar û xebata xwe mijûlbin, Ez gelkî kêfxweþim kû peþdarî vê þevê bûm, û ez gelkî kêfxweþim kû ev bîranînên wilo tên li darxistin, û ev cihê serbilindiyê ye. 
- Dildarê Mîdî: ez sipasiya we dikim. Ev þev þevek pir xweþbû, ez bi hêvî me pir þevê wilo xweþ û xweþtir jî li bajarê Qamiþlo bên e amadekirin, ev bajarê kû li ber dilê me teva þêrîn û ezîz e, bajarê Seyda Cegerxwîn e, xwezî ez di wê hêviyê debame kû komîteyên meyî amadekar jî di bilindbûna bajarê qamiþlo de ban, û li gor bejna seydayê Cegerxwîn ban di vê þevê de, ji ber kû gelek kêmasî çêbûn, ji bilî ên (teknîkî) gereke ev gotarên binirx yên van nivîskarên meyî giranbuha , þevek taybet li ser wan hatiba çêkirin, ya dîtir, gelek helbesvanên mezin hebûn gereke helbestên xwe bi xwendan û yê xwendinê bûn lê mixabin hatin jibîrkirin , û xwezî jibîrkirin bê, wek wan da nîþandan, kinbûna þevê bê, em bi hêvîne kû ne tiþtek dîbê, lê em ditirsin kû pîlana destin reþbû li piþt perdê.
Û li dawî ez mamostayê hêja Xalis msewer rexne dikim, kû (Suhêl Zekar) wek nûmûne di lêkolîna xwede bi karanî , û wek kesayetiyek pir zana da naskirin ??!!















 
Heybet Meemo: ji komîta weþanên kurdî


Helbestvan û nivîskar Arjen Arî ji Amedê


Derwêþ Xalib: komîta fêrbûna zimanê kurdî


Helbestvan Xelîl Sasûnî


nivîskar û lêkolîner: Rezo Osê


pisporê Zimanê Kurdî: Deham Ebdulfetah


nivîskar û lêkolîner: Xalis Msewer










Helbestvan Salhê Heydo




nivîskar û helbestvan: Bêwar Brahîm, nûnera PEN a kurd li baþurî rojavayî kurdistan 




nivîskar û helbestvan: Narîn Umer


Helbestvan: Hozanê Girkundê


nivîskar û helbestvan: Hêmin mendanî


helbestvan: Salhê Silo




Arjen Arî

 
Kenala Asmanî (VÎN tv) jî li wir amadebû


Sekerterê partiya pêþverû birêz Hemîdê Hacî Derwêþ jî li wir bû, li teniþta wî ya çepê: Diya Felek (Nesrîn melekî)






li ber derî li xatir xwestinê de þekir di hat belavkirin







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=737