Romana: BÎRA QEDERÊ
Dîrok: ÇáÃËäíä 22 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: gotar



Daner: Mehmed Uzun
Lêkolîn  û Rexne: Xalis Msewer

Ev romana ku bi wêneyên fotogirafî hatiye kişandin û nivîsîn, em karin mîna (Romana dîrokî) yan jî jiyana kesayetî binav bikin, ango roman dîroka Mîrî netew û wêjeya Kurdî Celadet Beg, bi awayekî hesan û tiracîdîk li ber xwêner radixe, lê di şîrovekirina her wêneyeke fotogirafî de, du romanbêj yê sereke û yê diwemîn dipeyivin, û heçî fotogorafin jî, bi hostayiyeke wêjeyî û hunerî, bi hev ve hatine girêdan, ku her fotogirafek tabloyeke tiracîdîkî,  ji felaketa dîrûka malbata Bedirxaniyan, ya bi hesret, û keser, û ah, û nalîn, dide nîşan. Ta mirov kare bi kurtayî stasyonên vê jiyana bi kel û keder, weha bide nîşan.


- Samîha Xanim ku ew jî diya Celadete Bege, kurê xwe Celadet li Kadikoyê li dor Stembolê, bi zayîneke bi felaket û ne li hişê xwe wî tîne dinê, liber bîra malê wî dişon şûştina mirnê, lê celadetê biçûk piştî bêhêvya saxbûnê çavê xwe ji nişkave vedike û qîrqîna xwey yekemîn dide vê dinya derewîn. Ji wir bavê wî Emîn Alî Bedirxan bi malbata xwe ve sergunî bajarê Akkayê li Filestînê dibe, li keleha Akkayê bi cih bûne, Celadet û Kamîran, bi ava bîra kelehê bexçakî ji xwe re çêdikin, û ji bexçê xwe şînahî dixwin - Ji wir dîsanê sergunî Spartayê dibin, li wir jî dikevin xaniyeke kevin, bîra wî vedidin û bi ava wê bexçakî çêdikin - piştra rabûna Itîhadiyan li tirkiyê çêdibe, li wir malbata Emîn Alî Bedirxan di nav kêf û xweşîke mezin de vedigerin Stembolê xaniyê xwey berê - Celadet li wir bi keçekê re ku navê wê Canane, dikeve nav germiya hezkirin û evînek dijwar de, Canan bi koka xwe Ernawîte – Lê Dîsanê ji wir Celadet û birayê wî Kamuran Beg diçin Elmanya xwendinê, ji wir jî Celadet li Bêrûdê rûdinê, lê piştra li stasyona dawî li Şamê jiyana xwe di qedîne, û diçe ser dilovanya xwe.
Ev stasyonên jiyana Celadet û Bedirxaniyan, bi awayekî hostayî daner di romana xwe de tîne hûnandin û ristin.  
Ev romana mîna – me gotibû- bi rengê dîrokî yan bi jiyana kesayetî hatiye ristin, ber Deryên tikista wê, di bîr û bawerya min de pir xweş, û bi cih û wate hatine pêşkêşkirin. Ku em bên li ber deryên tikistê meyzekin, emê bibînin ku.
- Berya hertiştî qapê romanê bi rengekî reş û tarî hatiye xemilandin, bêgûman dibêjim: Ku ew jî rengê tarîbûna dîroka koçberya malbata Bedirxaniyan didenasîn, û di nav re jî tarîbûna dîroka kurd û Kurdistanê tîne ber çavên mirov, ku ew jî bi gilî û gazin û hesretan hatiye seyandin, û bi ahîn û nalînan, di berçavan re derbasdibe, nemaze  gava destpêkê bi wan gotinên dilşikestî dibêje: (Herkes dimire: Bira û birazê, yar û evîndar, heval û dost, hoger û rêger, nêz û nas…). Birastî mirin, û naveroka tiracîdî, û qapa reş, pir bi hev dikevin, lê dinav vê tarîtiya bêhemta re, du destên vekirî û tiliyên qelew û ronîdayî têne dîtin, bêgûman ku ew jî herdû dest û tilyên mîrê dîroka rewşenbîrya Kurd, Celadet Bedirxan têne xuyakirin, ku dinav tariyeke weha de, bi van dest û tiliyên qelew û nivîskar, ronî û şewq daye çav ç gav û mejî û dilê Kurdan. Vî gernasê hunermendê qapê, tabiloyeke lihevhatî û ligorî naverok û bûyerên romanê afirandiye.
- Navnîşana romanê (Bîra Qederê), çimkî Erebiye jî, lê ev peyvên ha di îro de, bûne milkê zimanê Kurdî, û bêgûman min ev navnîşan pir hêja û di cihê xwe de dîtiye, û wateya xwe baş bi cih tînê, ku hest û hewesên mirovê Kurd tevradike, dilê wî dixe nav kefteleftekê ecêb de, û keserên kûr bi ahîn û nalîn ji hindurê wî tîne der.
- Gotina (GOETHE) jî, ku di pêşî de dibêje: (Hinekî din ronahî…). Ev gotin di dîroka miletê Kurd de pir bi wateye, û di cihê xwey rast de hatiye wezîfedarkirin, ku bi rastî jî bûyerên vê romanê roniyeke bê hemta li ber xwênerê kurd vedike, û felaket û tiracîdiya dîroka miletê kurd, ya bi ahîn, û bi hesret, û nalîn, xweş dide xuywkirin, û tofê netewtiyeke xurt di nava dilê mirov de diçîne.
Lê ji alîkî din ve jî, bêgûman diyariya romanê ji Rewşen Bedirxanê re, ku weha dibêje: (Ez vê romanê pêşkêşî xanima hêja û delal Rewşen Bedirxan''''ê dikim…)
Ez vê diyaryê li gorî bejna lehengê romanê Celadet Beg biçûk dibînim, çimkî ku Celadet mîrê gernas yê netew û rewşenbîrya kurdîtyêye, ji ber ku xebata Celadet Beg ne ji rewşenê bi tenê re hatiye pîvan, lê belê ew milkê kurda hemyane, Ji ber ku Celadet dîrok û xweşî û nexweşî… ahîn û qêrîn û hesreta miletê Kurd, bi giranî di xwe de civandine, ji ber wilo di bawerya min de, gereke diyarî ji Rewşen reba û di bin çengê wê re jî, derbasba hemû mirovên kurd, dibêjum wê çaxê wê ji rewşa vî mîrê evîndarê Kurdayetiyê re layiqtirba.    
Dîsanê di warê romanê de, romanivîsê Rûsî yê navdar (Tolistoy) di romana xwey bi nav û deng, ya bi navê(Anna karnîna) de dibêje: ((Jiyana her milbateke erustukrat û halxweş, mîna hev bêyî cuda bûn derbasdibe, lê dîroka her malbateke bêmical, taybetmendiyeke wê heye)).
Ango di dema nuha de, ne mîna kilasîka berê, ku roman bi şêwaz û naverokeke kevin dihate ristin, û peyv û hevokên mîna- evîn, zewac, şer, û kuştinê…di nava xwe de bikartanî. Lê anha romana nûjen şêwazeke wêjeyî, bi pêwendî û bi bûyerên bi milet ve girêdayî ji xwe re datînê.
Romana Bira Qederê jî di vî warî de, bi şêweyeke nûjen û bi hevgirêdayî bûyerên xwe diber çavê xwêner re xweşik derbasdike, ango ev bi wêneyên fotogirafî bi hevgirêdayî, û bi awayekî wêjeyî û zîrevanî roman hatiye nivîsîn û ristin. Her wêneyek jî qûnax yan jî stasyunekê di dîroka lehengê romanê de tîne ziman, Dêmeke ez karim bêjim: Ku min danerê romanê, Mehmed Uzon xwedî xeyleke fereh, û pesindarekî jêhatî dît, nemaze di warê pesnên xuristê de, ku emê di rêzên werin de xweş bibînin.
Dîsanê, ev romana tiracîdîk, ku jiyana lehengê navdar Celadet Bedirxan, mîna filimekî sînemê, bi kul û derdan û bi ahîn û hesretan, di ber çavê mirov re derbas dike, girî û hêsra ji çavan dibarîne. Lê dibêjim jî: Çimkî danerê romanê di nav re, sedema derketina Bedirxaniyan tîne ziman jî, lê wê baştirba ku ew felaket û tiracîdiya ku hatiye serê Bedirxaniya, di pîşî, di ortê, di dawî de…ev serpêhatiya derketina vê malbata welatparêz, ku ji welat, û cih, û meskenê bav û kalan, ji ber zulm û zordariya tirkan derketine, û diber miletê xwey Kurd de, raperîn û berxwedan çêkirine, ku bi awayekî ferehtir sedema vê derketinê bida xuyakirin, wê çaxê ez gûman dikim, wê romana bîra qederê, şopa xwe li ser dilsozya mirovê Kurd bi rêzên kûrtir hiştiba. Lê nizanim ku hinekî tirs ji turka heye ji ber wilo, wî ev sedem weke ku tê xwestin hevqasî nedaye diyarkirin, ka çima…?.
- daner – mîna me gotibû- di afirandina romana xwe de, rengê dirama an şanogerî bikartîne, û nûjeniyeke yekta, di warê wêjeya Kurdî de derdixe, ku berya wî kesên Kurd bi vê radeya weha, û bi vê teknîkê roman nenivîsîne. Wekî din jî ew di fotogirafên xwe de, xwe dide alî, û bi zimanê romanbêjekî nediyar û ne bi hertiştî jî zan, bûyerên romanê tîne ziman, û fotogirafên xwe jî bi hostayî bi hevve dirêsê. Di her fotogorafekê de jî, mafê peyvê dide romanbêjê diwemîn, ku ew jî Celadet lehengê romanêye ji bû bûyeran bêhtir rave û şîrove bike. Nêzî vê şêwazê jî, romanbêjê Rûsî(Tolistoy) di roman yan di çîroka xwey bi navê (Berfa Kelîmincaro) de tîne zimên. Vêca ka li vir em li herdû romanbêjên romana xwe guhdar bikin, bê çawa mîna du stranvanên Kurd, bi rengê diyalog, gotinê ji devê hev direvînin, û carna bi du, siye, rêz zimanê Tirkî jî dest bi fotogirafên xwe dike:
- Romanbêjê yekem: ((Şev daketiye, celadet beg, cemşîd û sînem maçkirine û ew kirine xwe….celadet beg û şev bi tenê mane.na ew ne bi tenê ne. stêr jî hene….)).
Li vir yê yekemîn diraweste, û rê dide lehengê romanê, ku bi cênavê diwemîn, diyaloga xwe dibe serî, û bi gengeşe û keftelefteke netewî û germ, hesta hindurê xwe derdixe wê navê û dibêje:
((Ji alîkî ve, gotina te raste. Ew şeva ku tu niha vedibêjî, bi rastî jî, şeveke taybetî bû. Ez di nav xweneke kûr de diçûm û dihatim .....)).356 
 - Mîna me li jor dîtibû, weha daner teknîka (filaşbag) ango vegera bi paş de, bi piranî di bûyer û fotogirafên romana xw de bikartîne, mîna ku dibêje: ((Me xwe bi doxror Esed Paşa gihand. Xwedê jê razîbe, wî yeka me nekir dido......Piştra paşvedigere û dîroka malbata Esed Paşa tîne ziman û dibêje:
((Esed paşa ku bi eslê xwe arnawîde, tevî mala, zarok û neviyên xwe, li kadikoyê, modayê rûdinê. Piştî ku seyis hesp û erebe hazir kiribû, û deryê erebê vekiribû, bedrî paşa birayê xwe yê herî biçûk mûrat jî kiribû ba xwe, û ew bi hev re çûbûn mala Esed Paşa…))27.
daner bi van teknîkên nûjen û bi zîrevanî romana xwe teşwîq dike, û kesên romanê bi rengekî resen û di cihê rast de wezîfedar dike. Lê – mîna me gotubû- rola serekane li vir jî dide romanbêjê yekem, û romanbêjê diwem yê ne sreke jî. Rola yê didiwan herdem şîrovekirin û rastkirina gotina yê yekeme.((Gelo di saloxdana wî danê êvarê de, tu, hinekî, ne şaşbî..? Ez bawer im, welê nebû. Raste min serê xwe ji xwendinê rakir û got, ez serê we neêşînim…heke ez ne şaş bim, piştre Haco Axa weha got: Serî êşandina çi, mîrê min, bilakîs dewam bike, emî kêfxweş bin…)). Ji aliyekî dinve jî em karin bêjin, ku ev guftûguh dinav herdû romanbêja de, du tiştan pêktînê.
- yekem, ew xweşbûnekê bêhemta dide xwênerê xwe, û nahêle sarbûn vêre çêbibe, ango xwêner bêhtir bi bûyerên romanê ve tê girêdan.
- Duwem, ev teknîkên ha xwêner dixe nav etmosfêra bûyeran, û bûyeran bi zelalî li ber çavên wî datîne. 
Ev teknîkên me gotibûn, mîna romanbêjê nediyar yê serekane, û romanbêjê duwemîn an lehengê romanê, û filaşbag, û monolog, û diyalog… hemû di vê demê de pêşketina romana Kurdî ya nûjen didin xuyakirin, ku Mehmed Uzun bi awayekî hunerî û bi zanebûn di vir de pêkanîne.
Di vegereke xwey bi paş de(flaşbag) romanbêjê yekem weha dibêjê:
(Di destpêka salên hezarî de, eşîrên tirkan hatibûn û welatê me kurdan vegirtibûn. Ew hertim xwedî dewlet, em bêdewlet….ez çi bêjim…pêwendiya me hem pir baş hem pirxirab bû, hem çê hem neçê bû, ez çi bêjim?...).
Li vir baş wê hesret, û kefteleft, û kelecada di hinava lehengê romanê de, û rewşa wî ya nefsî, bi zîrekbûn di de xuyakirin, nemaze çaxa şaş dimîne û dibêjê: - Ez çi bêjim- Lê bêgûman dibêjim: Ev gotina ku dibêje: Jiyana me Kurda hin bi xweşî, hin ne bixweşî, bi tirkare drbasbûye. Hinekî tarîtî tê de heye, ji ber ku, ji çaxa lingê leşker û cendirmên turkan, pêl xaka kurdistanê kirine û ta nuha jî, kurda rojeke xwey xweş li ser rûwê erdê, tucaran nedîtine, Kurd -herdem û ta niha jî- yan kuştîne yan hiştîne.
Dîsanê ji van tiştên me dîtine ez karim bêjim: Ku min danerê romanê Mehmed Uzun, mîna romannivîs, bi sê tiştên wêjeyî naskiriye.
  -Yekem: xeyaleke fereh - pesnên xuristek delal - teknîkên romaneke nûjen -
Ev xeyalên fereh di bûyerên tikista romanê de xweş têne xuyakirin: Nemaze çaxa pesnê bihara xurista stembol û kadikoyê dide û dibêje: 17-((stembol û kadikoyê di nav govenda rengan de ne….zerya di nav rengekî kesk û şîn de hemû wêne rapêçaye. Tonên rengê şîn lêne. Li aliyê dûr spehiyekî qereqaş desthilate…..ewr dinav hev de ne, lê nerm û sade dixuyên. Ne sawa berf û baranê, ne jî tirsa ba û bahozê lê ne. ew di nav spehîtiyeke zarîf de ne, mîna ku ew mizgîniya jiyana nû bi dinyayê digihînin.)).
Evna jî zîrekbûn û xeyaleke pir fereh û bê hemta, ji xuristê re derdixe wê holê, û cihekî pir bilind, dide romana(Bîra Qederê).
Bi vê hevoka dawî ku dibêje: (Mîna ku ew mizgîniya jiyana nû bi dinyayê digihînin). Bi wateyeke rewan û bi hest, xwenrê xwe, digihîne dawiya wêneyeke bêhemta xweş û zelal, û hest û hewesên germ ji dilê mirov têne xwar. Di vir de jî em maf didin xwe ku em bêjin: Xeyala danerê romanê di vir de, weke rengê xeyala Cegerxwîn di beşê helbesta rewş û pesnê xuristê de tê dîtin. Weha tê dîtin ku Mehmed Uzun di warê xeyal û rewş û pesnên xuristê de bi serkeftiye.
Wekî din jî, danerê romanê bi wêneyeke sembol, bi wêneyên çavikî û bihîztok jî, dilsoziya xwey netewî dide xuyakirin, dema ku pesnê hawîrdora qûnaxa mamê celadet, Bedrî Paşa dide û dibêje:((….gava rengê sor jî li wan zêde dibe, cimbişa rengan temam dibe û rengên herî xweş ku li ber dilê kurdan pir ezîzi in, derdikevin holê: kesk, sor, zer û gewher.))21.          
- Romanbêj bêhemta dikeve nav rave û şîrove kirineke, kûr û dûr û ecêb de, ango wêneyeke zîrevan û pir diyar û zelal, dide xwênerê xwe, û bûyerên romanê herbiher, bi hewa ve hildikşin, û bi rengekî helezonî, ku mîna pêlên derya marmerayêye, bûyera bi felaket bi dûv yadin ve tîne. Ev bûyer weha bi dûv hev de tên - hatina lehengê romanê bi zayîneke hişk û zehmet-  fereca xêrê û wergirtina Emîn Alî nîşana Sultan Ebdilhemîd - fermana Bedirxaniyan ku ji deryê Stembolê rabûyî- û vêre jî koçberya welatê xerîb û xurbetê - mirina dê û bav û birayên ezîz, ta bi mirina felaket li gundê Hêcanê di bîra qederê de. Weha pêlên derya bûyerên romana tiracidîk zû têne guhertin, û li hev werdigerin û siwartên, û feleka malikwêran fitla xwe mîna marê reş, bi giranî li dor Bedixaniyan di gerîne.         
- Bûyerên civakî û siyasî jî, ku di çaxê van kesên romanê de ciryane, hinekî kêm tînê ziman, û roman bêhtir li ser jiyana kesan ya derve diraweste, û ya hindur  - ji pêv ya lehengê romanê - rengê monolog û bîranîna xwenasîn hinekî kêm bikartê. Lê carna jî daner rê di de keseke romanê, ku bi peyva xwe ahînên di dilê kesekî din de derêxe wê holê. Mîna çilo û çawa ev kes difikire..? Çi di bala wî deye..?. Nefsiya wî çiye neçiye..?. Weke nimûne ji vî tiştî re, ewe ya ku ramanên di mejyê bavê Celadet de diçin û tên diyar dibin, li ser  zimanê jina wî Samîhaxanim dertên, çaxa ji zarwên xwe re dibêje: (Lawên min, bavê we, herdem welat û miletê wî di bala wî deye…).
Weha bi xweşkayî, mirov fikir û ramanên Emîn Alî Bedirxan bavê Celadet bi van gotinên kurt xweş nasdike.
Lê di virde jî, dû têbînên din em karin bînin ziman.
1- Ewa ku bi zêdebûn daner dikevê nav rave û şîrovekirina bûyerên fotogirafên romanê de, û rewşa felaketa hatiye serê mala Bedirxanyan piştî raperîn û derketinê, xweşik tê dîtin, û wêneyeke pir spehî, û hevgirtî û resen, ji malbatê re dide xuyakirin.
2- Roman di pêşî de bi rengê raportaciyet hatiye bi ser hevvekirin, ango lehengên wê, hê tu armanc ji xwe re nekirine nîşan, lê hinbihin bûyerên romanê ber bi jor de diçin, û kesên nû xuyadikin, mîna Saadet Abla - Canan - Monîka – Osman Sebrî- Cegerxwîn-Ehmedê Fermanê Kîkî- Husên Ibeş, Haco Axa….û xeta Îdyolociya leheng û kesên din hinbihin ronîtir dibe, û tê naskirin jî ku çawa Emîn Alî Bedirxan, bûye hevparê avakirina rêxistina (Kurd Tealî Cemiyetê) ku dibêje (( Eger em Kurd di vê germolê de nikaribin xwe bi derekê bigihînin, hema ji niha ve, ez ji we re bibêjim, sibê dê dereng bê, pir derengbê)). Ango Emîn Alî dixawaze rixistineke Kurdî organîze bike, ev jî bilind bûneke xwenasîna siyasî li ba vî mirovî bellî dike.     
Dîsanê li vir ku em meyzekin li fotogiraf û bûyeran, emê nasbikin ku Lehengê romanê Celadet, bi rengê posîtîf tê xuyakirin, û gelek  guhertin vêre çêdibin, ji zayîna bi felaket, ta xwendina li elmanyayê, û hezkirin û xurtanî, koçberî û avakirina rêxistina xuybûnê, û zîvirandina şamê, û destpêka nivîsînê, derxistina kovara Hewar û Ronahî, û xwedîkirina zarokê xwe…hwd
Ango wî ji mêj ve riya jiyana xwe nasdikir, ku ji pêşîde tevlo Kamuran biryara nivîsînê û rojnemegirya Kurdî dabûn ber çavên xwe.
Daner ji xwênerê xwe re ne rasterast, li ser zimanê lehengê romanê nîşan dide, ku wî ne romaneke dîrokî bi tenê nivîsiye, lê wî xeyala xwe jî xweş avêtiye ser bûyerên wê. 
ev na jî tê wê manê, ku daner di warê hunera romanê de, xwe lîstikvanekî jêhatî baş dide xuyakirin.     
3 – Ji alîkî din ve bi zêdebûn peyvên Erebî di romanê de bikartên, çimkî li hember wan peyvên Kurdî hêsantir hene jî, ango dibêjim ew hewcedarî nîn bû ji evqas peyvên Erebî re. Mîna- fikr - eser - şiir- israr- ihtimal- esalet- tebîiyet – texsîr..…hwd. 
Wekî din jî, Daner rist û hevokên romana xwe, bi awayekî xweş tîne siwarkirin û lêkdan, weke wan pesnên romansî, ku ji tevgera Rewşen xanimê re hatiye dan, dema mêrê wêy hêja Celadet, di bîra qederê werdibe, û li nexweşxana Ferensîs jiyana xwe ji dest di de, û li ser zimanê  romanbêjê yekem weha dibêj: -
Li berê çaydankeke biçûk, qedeheke nivtijî û şekerdanek hene, Li kêleka wan, nameya ku Celadet Beg berî mirinê nivîsîbû heye "Yav rum Rewşen".
Ev hevokên ha, bi zimanekî edebî mîna kêşên helbestî pir rewan û bi his û hest, û bi ritim û mozîk hatine li darxistin- hene – heye – hene…  
- Lê di çend peyvên hindik de, ew jî li gorî zaravê em pê dipeyivin, rewşa nêr û mê, li ba daner, ji hev cuda nabin, mîna gotinên: - li derekî(li derkê)- pêçekekî(pêçekekê)- vî zarokê(vî zarokî) -   
Me berya anha jî gotibû romanbêjê yekem û yê diwem jî, bi gelek teknîkên hunerî bûyerên romanê tînin ziman. Ango bi rengê cênavê yekem li ser zimanê romanbêjê yekem tîne ziman mîna:((Keçik rê nîşanî Celadet dide û herdû bi hev re derbasî aliyê hundir dibin…)). Û ya herî nûjen û xweş û bi lezet, ewe ya ku bi rengê monolog bûyeran tîne ziman, geh li ser zimanê romanbêjê yekem mîna gotina wî: (( çima ew rêzên xweşlihevhatî yên celadet beg ji nav rûpelan dernakevin û dest bi peyvînê nakin…).
Û geh li ser zimanê Romanbêjê diwem, ku dibêje: ((Stembol qedera min, navenda jîna min. Stembol, warê hatin û hebûna min, siya min. Stembol, li welatê xerîbekî xerîbiyê, ji Kurdistanê dûr Kurdistana min…))85.
Ne bi tenê bi monolog, lê bi rengê diyalgo jî, daner van bûyerên ecêb, bi awayekî nû, bi xeyaleke fereh, û şêwazeke diramî(şanogerî) romana xwe li dardixê. Mîna vê diyalog û diramiya jêrîn, ku di navbera du kesên romanê kur û law de, tê guftûguhkirin:
- ((Yadê, ev çi hale? Çima zarok weha bi derengî ket? Bedrî paşa dipirse.
- Kurê min, min heta niha pîrikiya bi dehan zarokên malê kiriye, lê min ecêbeke weha nedîtiye.
- Yadê, di vê nîvê şevê de, em ê doxtor ji ku bibînin.
- Lawê min, heke çare hebîya, min doxtor dixwest…?.  
Dîsa em li vir dibêjin: Bi bûyerên vê romana dirêj û fereh, jiyaneke bi awayekî glover û girtî li tefna felekê tê lidarxustin, Bîra qederê dîroka tiracîdiya! jiyana lehengê vê romana bi felaket, jiyana vî gernasê kurde Celadet Bedirxan Bege!. Ew jiyana bi hesret û ahîn û nalîn hatiye stran,! Ku mîna wêneyên filimekî sînemê, bi kul û keder, di ber çavên mirovê Kurd re derbas dibe…!. Pêşî bîr û dawî bîr, bi xurtayî qedera vî xweşmêrê kurd, bi bîrê ve hatibû girîdan, ji ber ku bi biçûkanî û nû çêbûna wî, bi nîv mirîtî liber bîra hewşa malê hatiya ramidandin! mîna yekî mirî hatiye şoştin. Bi zayîneke bi felaket, lê bê his û deng hatiye dinê, xizmên wî digotin miriye, û li ber bîrê wî şûştina mirinê dişon, lê ji nişkave qêrîna wî bi dinyê dikeve, deng jê tê, û xwedê temenekî nû jêre dinivîse, saxdibe û ruh pêve tê!.
Bi teknîkekedin jî, Zû bi zû daner navê lehengê romana xwe nake der, ji bonî xwendina wê bi xwêner re teşwîq bike, û wî bi bûyeran ve girêde, encex di rûpelê (34)an de, lehengê romanê tê naskirin ku Mîr Celadet Bege, ew jî çaxa liser zimanê bavê wî Emîn Alî Bedirxan weha dibêje: - Yadê, helbet lawê min ê li bapîrê xwe were. Celadetê min neviyê mîr bedirxane. Ew ê dewsa bapîrê xwe bigire.
Hin caran bi cênavê yekem, ne wêneyên kesayetî bi tenê pir xweş û zelal bi xwêne re derbasdibin, lê di nav re jî, wêneyên dîroka jiyana Kurdan nemaze yên siyasî jî tîne berçavkirin, mîna ku romanbêjê diwemîn dibêje:((- di nav wan teşqele û geremolên xurt ên siyasî û civakî de, Kurdan jî xwe dilivandin. Destpêka salên 1910- an, ji bo Kurdan jî girîng bû. Sala 1912- an, wan yekîtiyek bi navê hêvî avakirin. Armanca hêviyê reşandina hêviyê bû.….))115.
- Mîna hunermendekî romanvan, daner - dîsan - di gelek ciyan de - mîna me gotibû - ne rê dide romanbêjê yekem û diwem bi tenê jî, lê ew carna derî ji kesin din jî re vedike, ku bi xwe biaxivin, ta bûyerên romanê bi rengekî hunerî bêne rave û şîrovekirin. Bi vî hawê nûjen, daner bûyerên romana xwe bi dîrokî + fantazya= romaneke Kurdî nûjen û resen dibe serî.
Bi hemû van hawên hunerî, Mehmed Uzun dihêle bi lezet, xwênerê wî vê romanê bixwîne, û bûyerên vê tiracîdiya bi felaket, di nav dil û cergê wî de diçikîne.
- Lê dibêjim: Di fotogiafa çaran de, tevlî ku em dizanin daner romana xwe bi van bûyerên evînî teşwîq dike jî, ew jî mîna şêwaza danerê romana dîrokî yê Ereb(Corcî Zêdan), ku ji bo girêdana xwêner û teşwîqkirinê, herdem serpêhatiyên evînî dixe naveroka romanên xwey dîrokî de. Weha Mehmed Uzon jî li vir hineke bîberên evînî, bi ser romana xwe dadike, û bi xwênerê xwe teşwîqdike. Lê bêgûman hinekî ev wêneyên ha, bi wêneyeke ne layiq, û hinekî dûrî rewişta  Mîrê Kurd Celadet hatiye kişandin. Ew jî dema Celadet, li nav livînan bi yarika xwe Cananê re, dikeve nav kêf û laqirdiya, û ev wêne weha tê şîrovekirin: ((Celadet bedenê, bedena ciwan û li hevhatî, li sîng û ber, memik, navteng, zik, berzik, mûyên pir hûr û kêm ên berzikê, hêt û çîpan dinihêre…….hêt û şeq vedibin. Canan bi herdû destan serê Celadet ber bi jêr dike. Lêv hêdî hêdî ber ji jêr dibin). 106.
Carekedin divê em bêjin: Tevlî ku bûyerên romanê bi wênwyên fotogirafî hatine kişandin û tablokirin, lê daner van fotogorên jiyana lehengê romanê(Celadet) û hawîrdorên wî, bi awayekî resen û hostayî bi hevve girêdi de, ku xwêner dikare ji fotogirafekê here yadin, bêyî ku zencîra bûyerên romanê wenda bike, evna jî bêgûman huner û zîrekbûneke daner di vir de baş dide xuyakirin.
- Cih jî di bûyerên romana (bîra qederê) de, bi bûyerên xwey bi qîjemîj û qerebalix, hesteke pir giring distîne. Tê xuyakirin jî ku peyva bîrê, pir vêre derbasdibe, ew jî tê wê manê, ku rola bîrê di jiyana lehengê romanê Celadet Beg de, roleke giringe, ango bi dawiya dîrokeke tiracîdîk, bîra avê li gundê Hêcanê jiyana vî gernasê Kurd, bi rengekî dilzar bi dawî dike. Herdem di heyîna bîrê de jiyan û mirin tevhevdibin, li cihekî av û vêre jî bexçe û şînahî û jiyan, û li cihê din kûrbûn, mirin û têwerbûn..!. Ji ber wilo, peyva bîrê di gelek cihan de tê ziman mîna - Bîra qederê – bîra hewşê - bîra keleha Akkayê- bîra Spartayê - bîra Aşûryan….hwd.     
Bi vê dûbarekirinê, peyva (Bîr), ji xwênerê romanê re bûye balkêş, û wî dixe nav etmosfên felekê, ta di bîra wî de bê, û ji xwe bipirse: Gelo çi  pêwendiya bîrê bi jiyana lehengê romanê ve heye…û çi pêve tineye…?
- Dibêjim jî ku hinekî daner bi zêdebûn dikeve warê kesayetiyê de, û hevqasî warê nefsî û hawîrdorên kesan nayên kolan û ferehkirin.
lê pesn û wêneyên daner pir xweşin, û hest û hewesên mirov tevradikin, û merov bi girêdaneke bê hemta, bi wêne û bûyerên romanê ve tê girêdan.
- Tê xuyakirin jî, tevlî ku bi şêwazeke hesan û xweş, ku herkes jê fam dike roman hatiye nivîsandin jî, lê radeya naveroka bûryerên romanê di warê dîrokî de baş bilinde. Ango ji rewşenbîrê ku hinikî bi radeya xwey zanîna dîrokî bilind re hatiye danîn, ji ber ku xwênerê ne têgiştî, nizane Bedirxan kîye..? çi pêhatibû..? çi pê nehatibû..? çima malbata wî sergûnî xerîbiyê bûne..? herdû şerên cîhanê çine..? - Sultan Ebdilhemîd kîye..? Ittîhad û Tereqî çiye neçiye..? - Akka û Spartayê çine..? Ridwan paşa kiye..? Sedrilezem kiye..?….ji ber wilo min got radeya romanê ya zanîna dîrokî bilinde, lê bûyerên wê bi hesanî têne şîrovekirin, û pir bi havil û rûmetin, û xwênerê xwe tucar wendanake.
Lehengê romanê jî pir posîtîf hatiye naskirin, daner mîna hostayê lêkirinê, bi benê xwy lêkirinê, ji  bîra şûştinê li Kadîkoyê, ta bîra mirinê li Hêcanê, ew bi hostayî û zîrevanî, bi dov lehengê romana xwey tiracîdîk de ye, tayê wî ne di hat birîn, ne di qetiya, û ne xwardibû..!.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=734