Ey Merga rûreþ…… ji bo giyanê Mihemed Uzun.
Dîrok: ÇáÓÈÊ 13 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: gotar



Salih Demîcer 

  mîvana bê çax û dem
  tu ne berfî nejî pûkî  ku; di zivistanên har û dijwar de.  di roj û çeleyên qeþayê de ;heval û hogirên xwe ji te biparêzim.  ewrên reþ û tarî min bi te hayedar bikin.
  serma tûj û birûskên ronak bibin nîþana nêzîkbûna te.
  rengê te li ser rûyê zemînê hatina te bereder bike.
    Tu  ne lehiyî ku di rojên coþ û tengirandinê de. dîwar û çeperan di rûyê tede bilind bikim û berê te ji ser riya canên Ciwan dagerînim.


   tu  ne bayî ne bahozî  ku ez di payîzan de, bi  weþandina pelên dara me ya tûyê re ;  pêjn û hesta te bikim. çilmisandina meywe û keskahiya li ser sîngê Vê deþtê  bibin berbî ji serdana te re.

   geroka bê soz . amadeya ne xuya:
   tu ne þevî ku ez civanên li ber agirdanê di zivistanan de. rûniþtinên Li ser banan di havînan de , di nîvî de biqurçifînim da ku hewildana te têkve bibim.

  nejî berbangî ku berî zelalî têkeve zikê Ezmên û deng bi lawirên gundê  me keve ,ez herim dost  û hogir û dildarên xwe ji xew þiyar kim û hema ramûsanên xatirxwestinê li ser rûyê wan bikêþim.

   tu ne çiyayî ku ez piþta xwe bi te dim û  konê Ciwaniyê Ji te dûûûr  Li zozanên jêrîn vegrim  .

   nejî newalî ku  þikeftên çiyayên bilind ji xwe re bikim lûs û war û nehêlim ku destê te  zû bigihe min.
 tu ne agirî ku ji bo vemirandin û melûlkirina te çareyan peyda kim.  xwe bavêjim dest û lingê Baranê da ku tîna te vexwe .  te bike kumçek ax  î reþ weke rûyê te.

   tu  ne  avahiyekî  ku bumbeyan di hinava tede biçînim û te ji hev tar û mar bikim.

  tu ne dengî te bibihîsim, ne birûskî te bibînim, ne kerasî  te ji xwe bikim.
  ey giyanê sik û sar:
tu ne ewî  nejî evî  . tu çaleke hezar devî.
 xaçikên teng û tarî hildibjêrî . ji rêçên rast û berfireh tu direvî.

  bi dizî xwe berdidî tamaran 

 xwîna xewnên xweþmêran di bêhneke kor de di rejînî .

 bi hezar hezaran omîd û hêvî û pilanên  biçûk û mezin di gewriya xwe re derbas dikî  bê ku guh bidî lavlav û bergeran .

   ma qet dawî li bitriya te nayê; Serdanera xwîn giran .

 em pir caran   te jibîr dikin ,ê tu kesî jibîr nakî.  ne pîr dibî, ne diwestî .

   piyala xwe bi ser her zinîlek î  ve dikî.

     wek beyabaneke tî her hebûyî  ji bo mêtina xweþiyê . her heyî ji bo talanê.   dê  her hebî ;her ku jiyan heye.
    tu nebûna her jîndarî.

                                       - dawî-







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=713