DOZA MEÞA AMED-XABURÊ DÝ QONAXA DAWÎ DE YE…
Dîrok: ÇáÓÈÊ 13 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: gotar



Îbrahîm GUCLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di van rojên dawî de jî, operasyona Komara Tirkiyeyê li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê bûyereke rojane ye. Civata Wezîrên Tirkiyeyê ji bona ku leþker bikare li Herêma Federe ya Kurdistanê operasyonê pêk bîne, dixwaze ji meclîsê îzin bigre.


Ev operasyona bi salan e ku tê amade kirin. Ji bona operasyonê sedema xuyayî PKKê tê nîþan dan. Sedema bingehî ya operasyona Komara Tirkiyeyê, avabûna Herêma Federe ya Kurdistanê û Referandûma Kerkûkê ye. Komara Tirkiyeyê ji bona vê di destpêka sala 2006-an de 250.000 leþker li tixûba Bakurê Kurdistanê û Baþurê Kurdistanê bi cîh kir.

Me sê hevalan (Min, Zeynel A. OZALP, A. Sedat OGUR) jî ji bona ku di derheqê plan û operasyona Komara Tirkiyeyê de reya giþtî agahdar bikin, plan û operasyona qirêj protesto bikin, biryar da ku ji Amedê heta Xaburê bimeþin. Hezar mixabin piþtî civîna me ya çapemenî hêzên ewlekarî îzin neda ku em bimeþin: Dozgerê komarî em bin çav, dadgehê em hepis kirin. Di derheqê me de doz vebû.

Doza Meþa Amed-Xaburê  di Hezîrana 2006-an de dest pê kir. Di 29.05.2007-an de dozger mûtalaaya xwe ya dawî pêþkêþî dadgehê kir û cezakirina me ji dadgehê daxwaz kir. Me jî di 02.10.2007-an de parêznameyên xwe bi  niviskî û devkî pêþkêþî dadgehê kir.

Doza Meþa Amed-Xaburê di qonaxa dawî de ye. Diruþmeya dawî, li Dadgeha Cezayê ya Giran ya 6-emîn ya Amedê di 16. 10. 2007-an, katjimêr/saet 09. 00-an de dê pêk bê. Parêzer Sabahaddîn Korkmazê parêznameya xwe pêþkêþ bike. Dadgehê biryara xwe ya dawî bide.

Amed, 13. 10. 2007







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=712