KONFERANSA KERKŪKE «BERAAT» KIR…
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 10 ĆߏęČŃ 2007
Mijar: gotar



Îbrahîm GUCLU/Sekreterê TEVKURDê

Wek tê zanîn Gruba  Demokratîk û Neteweyî ya Kurd /TEVKURDê, pižtî ku dît siyaseta dewleta tirk di derbarê Herêma Federe ya Kurdistanê û Referandûma Kerkûkê de her ku diçe xeter dibe; reya gižtî bi agahdariyên nerast û ne rasyonalîst tê xapandin, biryar da ku di Adara 2007-an de “Konferansa Kerkûkê” bi dar bixe.


Gruba Xebatê/TEVKURDê ji bona konferansê dest bi haziriyeke fireh kir û xwast ku hemû rewženbîr û siyasetvanên kurd, rêxistinên sivîl û siyasî yên kurd beždarî konferansê bibin.  Di konferansê de Ez, Sezgîn TANRIKULU, Žêxmûs ULEK, Fuad ONEN, Bayram BOZYEL konseptên bingehî pêžkêž bikin; berpirsiyarên rêxistinên kurd jî bîr û reyên xwe di derbarê Herêma Federe ya Kurdistanê, Kerkûk û referandûma Kerkûkê, siyaseta dewleta tirk de diyar bikin.
Hezar mixabin Konferansa Kerkûkê ji aliyê parêzgeha Amedê de, ji dervayî huquqê, prensîbên demokrasiyê, pîvan û krîterên Kopenhagênê, Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê, azadiya xweîfadekirinê hat qedexe kirin. Ev biryara, biryareke siyasî bû. Li dijî mafên neteweya kurd û mafê rêxistinî û fikrî bû.
Gruba Xebatê/TEVKURDê ji bona ku ev qedexeya parêzgeha Amedê ya siyasî rexne û protesto bike, bîr û reyên xwe di derbarê Kerkûk û referandûma Kerkûkê de diyar bike, roja konferansê li ber salona konferansê civîna çapemenî pêk anî.
Pižtî civîna çapemenî dozgerê komarî, di derheqê daxuyaniya TEVKURDê de dest bi lêpirsînê kir û doz vekir. Lê doz ji bo hemû endamên meclîsê Gruba Xebatê/TEVKURDê venebû, bes di derheqê berdevikê TEVKURDê parêzer Sabahaddîn KORKMAZ de vebû. Ji bona ku doz di derheqê hemû endamên meclîsa TEVKURDê de jî vebe, bi niviskî serî li dozgerê komarî hat kirin. Dozger ew daxwaza neda ber çav. Pižt re ev daxwaz bi niviskî ji dadgehê  hat kirin, hezar mixabin ev daxwaza jî bê bersîv ma û hat red kirin.
Dozê du durižmeya dom kir.
Di dirûžmeya yekem de berdevkê TEVKURDê parêzer Sabahaddîn KORKMAZ parêznameyeke ku TEVKURDê û hemû kurdan serbilind bike pêžkêž kir. Parêzerên beždarî dadgehê bûn jî, parêznameyên siyasî û huqûqî yên hêja pêžkêž kirin.   
Diružmeya duyem, di  09. 10. 2007, saet 14.00-an de li Dageha 6-emîn ya Cezayê Asliyeyê ya Amedê pêk hat. Ev diružmeya dawî bû. Di diružmeyê de berdevkê TEVKURDê parêznameya xwe fireh û kûr kir. 15 rûpel parêznameyeke siyasî, huqûqî-siyasî pêžkêžî dadgehê kir. Helbet di parêznameyê de azadiya xweîfadekirinê ji aliyê Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê û biryarên dadgeha Ewrûpayê û xala 90-emîn ya makezagona Tirkiyeyê de jî analîz kir.
Parêzer Semîre NERGÎZ, M. Emîn Aktar, Ayže ASLAN, Erdem GENCAN, Hasan DAGTEKÎN, Nesîp YILDIRIM, Žêxmûs ULEK, Sedat ÇINAR û Sitki ZÎLAN beždarî dadgehê bûn. Parêzeran jî, pareznameyên siyasî û huqûqî bi niviskî û bi devkî pêžkêžî dadgehê kirin.
Doz û diružme, di saet 14.15-an de dest pê kir û di saet 15.00-an de qediya. Di encama diružmeyê de Konferansa Kerkûkê û berdevikê TEVKURDê “beraat” kir.
Ev biryara, encama parastina huqûqbûnê, azadiya xweîfadefikirinê, peymana mefên mirovî ya Ewrûpayê ye. Ev biryara encama rasyonalîzmê ye. Biryareke li hemberî statûparastinê ye. Biryareke bi cesaret e. Nasnameya huqûqzanyarî ye.
Gelek nûnerên saziyan, rewženbîr û siyasetvanên kurd, endam û hevalbendên TEVKURDê û HAK-PARê, ciwanên kurd beždarî dadgehê bûn. Serokê baroya Amedê Sezgîn TANRIKULU, serokê MAZLUM-DERê Selahattîn ÇOPAN, Serokê TEK-GIDA Ξê Cemal DOGRUL, Berdevkê platforma demokrasiyê Alî ONCU, Serokê HAK-PARê Žaxa Amedê Umît TEKTAŽ, Nîl Demîrkazik, M. Emîn KARDEŽ, Zahît BOZARSLAN beždarî dadgehê bûn û pižtgiriya xwe nîžan dan.
Pižtî ku di derheqê Konferansa Kerkûkê de biryara beraatê hat dayîn, beždarên dadgehê yên pižtgir çepik lêdan.

Amed, 09. 10. 2007







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=707