«konevanî» û «rêzanî» û «ramyarî» beramber «siyasî» Xeleka Sêya
Dîrok: ÇáÓÈÊ 29 ÓÈÊãÈÑ 2007
Mijar: Ziman



Berzo mehmud

Çendlayeniya zarawe
Nivîserên zarê kurmancî zaraweyên (sîyasî, siyasetmend, siyasetmedar, konevan, û, rêzan û) bo yek têgeyî beramberî zaraweya (politicianpolitics)a Ingilîzî, yan jî hember (siyasî)ya ’Erebî bikar tênin. Wilo jî konevanî û rêzanî siyasetmendî û siyasetmedarî wek navê wate tête dariştin. Hin nivîserên  zarê Soranî heman wate û têge bi zaraweyên (sîyasî, siyasetmend, siyasetmedar, ramyar û ramyarî) bikar tênin.


Bi vî awayî em xwe dixin navbera du cêgeyan de jibilî ku nivîserên nûhatî wê bikevin nav sergêjiyeke gewre de li ber vê tevliheviyê û pirkirina zaraweyan beramberî yek têgeyî, ku ew jî beramber zimanê Inglîzî wa tê :

kurdî
Inglîzî
rêzan, siyasî, konevan, ramyar
politician
siyaset, ramyarî, rêzanî, konevanî
polîtics, policy

Ev pirbûna bêserî ji wê yekê hatiye ku her yek ji me dixwazê peyveke kurdî petî beramberî peyvên biyanî yên nekurdî bênê, bi mebesta ku peyvên ’Erebî di zimanê mede kêm bikê, û ev mebest bi xwe tiştekî pîroz û başe, lê awayê ku em pê radibin armancê bicih nayênê, lewre ez pêwîst dibînim ku rewşenbîrên kurd bi alîkariya partî û hêzên wan yên siyasî dezgehekî ronakbîrî taybet bi danîna zarawe ava bikin, yan jî weku van gelemşeyan dê zêdetir bê û belkî bigihê sînorekî wa xirab ku Kurd dev ji nivîsîna zimanê xwe berbidin, jibilî ku zimanê Kurdî di paşerojê de yê bibê sê-çar ziman.

"rêzan"
Di kurdî de peyva "rêzan" bi çend wate û têgeyên hemecor û têvel bikar tê, wek:
1. "rêzan" bi wateya ew kesê ku zana ye di rê û rêberiya karekî yan di rêberiya rêgehekî wek peyva (delîl)a Erebî, û (guid)a Ingilîzî.
2. "rêzan" bi wateya peyrew ango (nîzzam - order) tê, wekçawa li nik hin siyasiyên kurda di destpêka Tevgera Kurdî de li Sûrî, li salên 1960î de ev peyv bi wateya (nîzzam) ango ew rêzikên ku pêwîst e endamê partiyê li ser wê yekê kar bikin, yan xwe pê bigirin. Ev têge bi xwe di naveroka (rêzan) de heye, lê nekû (rêzan) bi danîna ( + zan) ku ev bi xwe wateya bendê yekê ye. Belê (rêzan)a (nîzam) ji peyv (rêz + an) pêk hatiye, wek ku kurd dibêjin:
Ev karê xirab ne di rêza me teva ye.
Ev rêz ne rêza te ye.
ango gerek te ev karê nebaş nekiriba, ango ev ne teqalîdên me ne. Peyvên (rêz) û (rêzan) bi wateya teqalîdên resen tên.

"kone û kohne"
Di zarê Kurmancî de peyva (kone) yan jî (kohne/ kuhne) hevalnav (adjective) e. Ji wî kesî re "kone" dibêjin, ew kesê ku temenekî pir, ya zanîneke pir, di tiştekî de, yan di karekî de, yan di pîşeyekî de hebê, wek em bêjin filankes di siyasetê  de "kone"ye, ango gelek tiştan di siyasetê de dizanê, nemaze tepûrîp û xapên wê, û dikarê bi hesanî xwe ji nav dirrihên wê  derbixê. Bi rastî ew peywendiyên ku naverok û wate yekser navbera "kone" û "siyasî" drust bikê nîne, jibilî hin tişt, yan ku prîskên wate di hin rûwan de didê.
Peyva "kohne" ne dûr e ji peyva "kevin" ya  Kurmancî hatibe, û di Soranî de dibe "kon", ji ber "kone" yan "kohne" ji kesî re dibêjin yê ku di karekî de "Kevin" bûbe, lewre pisporiyek têde wergirtibê.
Ji alîkî dî ve jî Kurd dibêjin: Min xwe jê ko/kuh kir. Di vê ristê de peyva "ko/kuh" dijwateya peyva "tûj" e, ango dûrî wateya peyva  "kevin" e. ev bi xwe jî ber bi aqil de diçê, ku her miletek cîhan di riya ziman de bi awakî taybetî dibirre.

Mebest ji rista jorî ku (xwe kokirin) têde hatiye, her ew jî nêzîkayî li derbirrîna "xwe têrkirin" dike, yan têrdîtin e, têrxwarin e, her têrbûneke ji aliyê kesekî ve di tiştekî de, yan di karekî de. Ev wate ne dûr e ji wateya kobûna kêrê, yan kobûna tiştekî ta ku tûjayî têde nemaye. Eva han jî bi awakî mecazî bikar tê. Li hin deveran li şûna (ko) "kuh" dibêjin. Ev kêr kuh bûye, anygo "ko" bûye. Inca her kobûn li dûv karhênana dûdirêj tê ta ku ew tûjbûn ko/kuh dibe. Ne dûr e, ku di riya mecaz de ew têge û wate di hişê mirovê kurd de werê avakirin ku kobûn û xwe ko kirin bibe bingeha drustbûna peyva kohne ye wek hevalnav bo mirovekî di karekî her kevin bûbê, yan têde ko bûbê, ku ev herdû têge jî di herdû peyva de dibine heval û dikevin coyekê de.

"ramyar" û "ramyarî"
Min di hin belavokên kurdistana Iraqê de, nemaze yên zarê Soranî peyva "ramyar" bi wateya ew kesê siyasî, bo nimûne: Azad mirovekî ramyar e, ango mirovekî siyasî ye. Wilo jî peyva "ramyarî" wek (siyaset)  jê tê dariştin. Baş e, "ramyar" wek peyv ji çi hatiye? Ya dîtir jî, gelo ev peyv bi vê wateyê rast e yan ne? Li gor zanyariyên min ku min xwendine peyva "raman" ku bi wateya mitale û pûnijandin û hêvîkirin tê. Peyva "man" ya beşê duwa ji "ra-man" nêzîkayî li wate û têgeyên çûyî dike, û "man" her kar e, ango eger em wê bixin ber piroseya gerdankirinê de, wê bibe "radimêne" ne "diramêne" wek ku hin nivîser bi nezanî vê peyvê didin ber gerdanê. İnca peyva "ramyar" bi servekirina paşgira "-yar" bi dawiya "ram-" ve, peyv weha dibe "ramyar" ango ew kesê ku di karekî de yan di tiştekî de radimêne, ji ber wilo peyva "ramyar" pirtir nêzîkî (thinker - مفكر) e. Piştî me wateya vê peyvê nas kir, di baweriya min de "ramyar"  nabe cihê peyva "siyasî" bigire. Di raya min de ramyar pirtir şûna thinker digire, û ramyarî cihê thought û fikir dikare bigire. İnca ya baş ew e ku peyvên "siyasî" û "siyaset" wek xwe bimênin.   

siyasî
Peyva (siyasî) di nav hemî Kurdan de bikar tê, û gotineke wa li ser zimanê Kurdan sivik e, ne xem e eger em vê peyvê wek zaraweyek di Kurdî de bikar bênin, herçende peyveke ‘Erebî ye, ku me û ’Ereba jiyana xweyî rewşenbîrî bi hezarê salan pevre bûrandiye, jibîlî ku ayîna me yek e, û sînorên meyên cografî jî ketine nav hev de. Bo vê yekê, tiştekî siruştî ye ku peyvên ''''Erebî bikevin nav Kurdî de, herweha peyvên Kurdî bikevin nav `Erebî de. Bi ser ku hin ji me vê yeka han wek kêmanî dibînîn. Di baweriya min de, ev hest bi kesayetiyeke nesazkar ve bend e. di alîkî dîtir de hin nivîser wa dibînin ku peyva "siyasî" peyveke ne Erebî ye, û weha şîrove dikin ku ev peyv ji du bêjeyan pêkhatiye: "sî" bi wateya (shadow) û "yasa" bi wateya (qanûn û law) ango herdû p0evre dibin (siya/siha yasa). Di baweriya min de ev şîrovekirin ne rast e, ji ber ku yasa wek ez dizanim peyveke zimanê Mexolî ye ku hîç pêwendî bi zimanê Kurdî nîne. Ji ber vê yekê ez wê dûrî zimanê Kurdî dibînim.

encam
Li ber roniya şîrovekirina bûrî weha diyar dibê ku peyvên  (rêzan, konevan, ramyar) û dariştiyên wan nakevin kirasê zaraweya (siyasî) de. Ji ber wilo ez ya baş weha dibînim ku peyva (siyasî) wekçawa em bikartênin, her wilo bimêne.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=686