Eyzîdî Kurdistanperest û qehreman in
Dîrok: ÇáÃÍÏ 23 ÓÈÊãÈÑ 2007
Mijar: gotar



Ey reqîb her maye qewmê Kurd ziman
  Naşikê û danayê topên zeman
  Kes nebên Kurd dimirin
  Kurd jîn dibin .
   Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan
     Jîn  dibin qet nakeve ala Kurdan
........."
                   DILDAR 

Dr.Ebdilmecîd Şêxo

  Bi kêmasî her Kurdek dizane ku berê çend sedsalan bavpîrê xwe eyzîdîperest bû, û eyzîdî olek ji olên pêşîn bû ku bi xwedayekî bawer kirin. Piştî ola îslamî bi riya pêxember Mohemed tête ragiyandin û ew ola li nik pir gelên cîhanê bi riya cengan tête pejrandin, gelê Kurd jî bi piraniya xwe mîna gelek miletên din, di bin zor û setemê de ola îslamî, ya ku li girava erebî  dest pêkiri bû,  bawer kir, yan xwe bi bawerkirin dida .


 Weke pir rind di dîroka îslamî de tête zanîn ku bi dehan û sedan Kurdên îslamperest navdar in, ewanan navê ola îslamî pir bilind kirin û paya wan di serketinên cengan de zor bilind bû. Selah eldîn Eyobî eniya dîroka îslamî bi qehremantî û serketinên xwe xemilandiye. Em naxwazin li vir pir dûr biçin, bi kurtî  beşek ji gelê me li Kurdistanê xwe radestî îslaman nekir, ewî beşî ji bo parastina ola Kurdan ya resen bi pîdarî berxwedanên dijwar kiriye, evî beşî 72 fermanên tevkujî û setemkariyê di bin navê îslamperestiyê de dîtine, û rûberek mezin ji deşt, newal û çiyayên Kurdistanê bi xûna van pakrewanên "Eyzîdayetiyê "  hatine avdan û  bi saya van Kurdên bawermend ola Eyzîdî mîna beşek ji felsefe û şaristaniya jînê ta niha hatiye parastin.
Eger em vekirî bêjin; Kurdên eyzîdî ne tenê setemkarî ji aliyê milêtên biyanî dîtîne, lê  gelek mixabin ewanan pir zordestî û hêrişên hovane ji aliyê hin birayên xwe, Kurdên musliman jî dîtine, dijminên netewa me pir caran hin Kurdên musliman xopandine û ewanan li dijî birayên xwe çav sor  kirine, lê li aliyê din divê ez pesnê gelê me yê eyzîdî bidim ku piraniyên wan tucarî nexwestine ji welatê xwe Kurdistan birevin û koçberî welatên din bibin, ewanan herdem li cihûwarê bavpîrê xwe mîna çiyayê "Araratê" û çemên "Feratê" û "Dicle"cîhwest mane û herdem welatê xwe KURDISTAN û OLA xwe bi vîneke netewperestî û bi baweriyeke olî bilind parastine.
Di mêjoya nûjen de neyarên gelê Kurd û Kurdistanê dîsan bi awayên ne zanistî û ne mirovane berxwedane ku nasnama Kurdên eyzîdî ya netewî bi riya hin noker û xwefiroşan biguherin, lê dîsan bi saya  Eyzîdiyên Kurdistanî helwestên wan yên mêrane pîlanên dijminên gelê Kurd bi serî nebûn ango bi serneketin, ronakbîrê û welatparêzên me yên Eyzîdî bi qehremanî û bi şehrezayî dek û dolabên neyaran pûç dikirin, li aliyê din jî mîna birayên me Eyzîdî baş dizanin ku bi melyonan Kurdên musliman bi çavên rêzdarî li ola xwe ya kevnare temaşe dikin, birayetî û hevaltiyên xwe li ser bingeha netewayetiyê bi Kurdên Eyzîdî re dikin.
Ez dibêjim belkî ne zêde be ku ez li vir tenê birek ji helwesta xwe wek nimûneyeke zindî ji xwendevanên rêzdar re hûnim zimên; gava ez di sala 1993 an li Kurdistana Îraqê bûm û min  mîna mamosteyê zimanewaniyê di beşê kurdî li zankoya Selaheldîn kar dikir, di wê salê de jî navenda Lalişê li Duhokê bi alîkariya desthilata kurdî hate damezrandin, min jî weke her kurdekî ronakbîr bi mamosteyê nemir Hemîd Surî re  serdan li navenda Lalişê kir û me pîrozbahiya rêvebirên navendê kir, li wir min seydayê mezin pîr Xidir Sulêman nas kir, ewî gote min; mîvanê me ji Kurdên Rosiya henin,  ewanan dixwazin  seredanê li LALIŞÂ NURANΠ bikin, ma tu jî dixwazî bi me re  biçî wir ?. Min bi wî re got; mamoste , te daxwaza dilê min anî zimên, diyar e te hestên min di çavên min de xwendin, ma çawa ez naxwzim herim şaristaniya bavpîrên xwe bibînim û hinekî çerxa dîroka setemkar hûnim bîra xwe.
Bi kurtî ez bi birayên xwe re  çûm "LALIŞÊ",  li wir ez li dîroka bavpîrên xwe vegerîm, min rêdan ji seyda Pîr Xidir Sulêman xwest ku ez jî dixwazim li vir  mîna we bikim, û rêzê  li vê cihê pîroz bigrim, ewî gote min tu çi dikarî wê bike ! Di rastiyê de, mîna ku tête bîra min, min pir gav  weke birayên xwe eyzîdîperest avêtin û min rêzeke bê sînor li  "LALIŞA NURANÎ" kir. Ev wêneya di dil û serê min de herdem zindî ye, ez xwe bi wê serdanê pir serbilind dibînim û herdem ji xwe re dibêjim, eger ez welatparêz bim yan  mirovperwer bim, ev  serdana min li "LALIŞÊ"" beşeke ji welatparêzî û mirovperweriya min e……Ez hêvîdar im ku bi van çend rêzikên xwe li ser wê serdana dîrokî, min nama xwe gihan dibe birayên xwe musiliman û eyzîdîperestan.
Rola piraniyên Ezîdiyan di dîroka tevgera azadîxwaza Kurdistanê û her weha jî di pêşvebirina çand û behemên zanistî de ji me hemûyan re gelek diyar e.Lewra jî dijminên gelê Kurd û bi taybetî rêcîma partiya Bes li Îraqê gelek tawanên mezin li  Kurdên eyzîdî kirin û beşekî mezin ji Eyzîdiyan li navça Şêxan û li derdora wê, di sala 1992 an de ji herêma dayik "Kurdistan" veqetandin û li jêr destên xwe de hêştin .lê dîsan niştimanperwerên eyzîdî xwe ji tevgera xwe ya netewî veneqetandin û ewanan bi hemû awayan piştvaniyiên xwe çi bi dizî û çi eşkere derbarê herêma xwe Kurdistan  ya azad derdibirîn.
Piştî  ku di 9.04.2003 an de rêcîma Sedamê dîktetur hate rûxandin, dewleta fêderal li Îraqê ava bû, xala 140  î di destura Îraqê de bi saya cemwerên Kurdistanê, di nav wan de Eyzîdiyên welatparêz li navça Şêxan û deverên din, û bi saya  nûnerên hêzên Kurdistanê, bi taybetî  P.D.K bi seroketiya kek Mesud Berzanî û P.Y.N. bi seroketiya mam Celal Telbanî di perlemana Îraqeê de hate pejrandin… Hêviyên birayên me Eyzîdî hatin vejandin ku ewanan piştî pêkanîna yasya 140 î  têkevin  bin siya destlata xwe ya kurdî û ya resen …Ev daxwaz û armancên Kurdên Eyzîdî li nik neyarên Kurd û Kurdistanê zor zelal bûn, lewra jî dijminên me, ango dagîrkerên Kurdistanê dîsan  mîna hercar bi hev re pirojeyên xwe li dijî armancên gelê Kurd bi dizî bi alîkariya   têrorîstên îslamî û nijadperestên miletên serdest li ser rêça xûnvexwer Elî Kîmawî berdewam kirin û di sêşemeke reş, 14.08.2007 an de bobelateke gewre bi ser Kurdan  ve anîn, ewanan carek din Helbceyeke duhem di eniya dîroka xwe ya tarî û qirêj de çandin û bi sedan Kurdên Eyzîdî pakrewan bûn û bi sedan jî birîndar bûn .
Armanca neyarên me pir diyar e, ewanan dixwazin gelê me li Şingalê çavtirsiyaî bikin ta ku ewanan ji welatê xwe awere bibin û beşek ji welatê xwe ji biyaniyan re bihêlin .., lê ez kanim bêjim ku dijminên me ta niha hîn tênegihîştine ku vîna gelê Kurd di pêvajoka mêjoyê de tu carî nehatiye tewandin, gelê me xawên pêşbîniyên zor dewlemend in, niştimanperwerên Kurdistanê pêşda zanin ku qelengê azadiyê tenê qurbanî û pakrewanî ye û di pend û şîretên  kurdî de hatiye; "Her bostek erd temenê xwe tasek xwîn e .", dêmek pêwîst e, neyarên me vê rastiya me baş bizanibin ku gelê Kurd, Kurdên îslam û eyzîdî perest tucarî ji ber dijminên xwe axa xwe ya pîroz bi chi nehêştine û ne jê dê bi chi bêhilin, eger ne weha ba, dê gelê me ji zû de mîna hin miletên din dêrînî li Rojhilatanavîn bihata pişaftin û bê xak û welat bima ..
Di encama van gotin û nirînên xwe de ez dixwezim hest û helwesta xwe li ser tevkujiya bêzar derbibirim û ez jî mîna her kurdperwerekî dixwazim bi malbetên  Kurdên Eyzîdîperest re azerî û janên wan ji dil de parve bikim û ji wan re bêjim ku  derd û êşa we beşek ji bêzariyên me ye, birîn û zamên we, birîna gelê Kurd  e, nirx û buhaya axa Şengalê mîna buhabûna Amedê, Muhabadê, Dohokê, Efrîn û Qamoşliyê ye û bila serê we û gelê Kurd sax bin û hûn herdem bimînin Kurdistanperest û qehreman.


  Almaniya  20.9.2007  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=673