Gola Wanê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 07 ãÇíæ 2006
Mijar: Helbest


((piþtî têkveçûna þoreþa Agirî
Bi serkirdaytiya Ihsan Nûrî Paþa di sala
1930 î de , dewlaeta Tirk 100xort ên
Kurd î zana û rewþenbîr bi saxîtî avêtin
Binê Gola Wanê , piþtî ku ew girêdan û
Xistine çewalan de .......
Gereke em jibîr nekin ! ))

Besam Mistefe

Li Gola Wanê
Rojekê
Sed gul þîn hatin û biser avê- ketin...
Sed kevokên rengsipî ji binê avê derketin û
Bi firê ketin ;
Di devên wan de , ken û soz û stran
Hebûn ...

Li Gola Wanê
Rojekê
Sed pertûk þîn hatin
Sed pênûs û
Sed defter .
Sed dibistan û
Sed zanko , ava bûn .

Li Gola Wanê
Rojekê
Sed evêndar gihþtin yarên xwe
Ferhad , Þêrîn xwest û
Mem , Zîn guhast û
Li Sîpanê Xelatê
Xec û Siyamend bi hev re bûn
Dest bi dest .

Li Gola Wanê
Rojekê
Sed þahînet li dar ketin
Ji sed zava yî re

Li gola Wanê
Rojekê
Av sor bû
Av xwîn bû
Av rondik bûn ...

Li Gola Wanê
Rojekê
Bi rengê sor û
Bi sed dest î
Bi dest ên sed xort î
Wisa hatibû nivîsandin :
     ((Kes nebê Kurd dimirin
       Kurd jîn dibin
       Jîn dibe qet nakevê
       Ala Kurdan))

Li Gola Wanê
Rojekê
....û li kêleka ava birîndar ,
Dengek bilind dibû
Her dem û her gav
Bi þev û roj
Dengê sed ronakbîr î
Sed zava yî
Sed gulên fihtok ,
Dengê sed pakrewanî
Bilind dibû :
     Em Kurd bûn
     Em Kurd in
     Em dê Kurd bimînin !

           *              *            *





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=67