Hevalbendê DDKO-yê, Parêzer û Kurdê Anadoliya-navîn Cemal Beydogan Çû Dilovaniya Xwe..
Dîrok: ÇáÃÍÏ 02 ÓÈÊãÈÑ 2007
Mijar: Nûçe



Îbrahîm GUCLU

Roja 31. 08. 2007-an ji bo kurdên anadaoliya-navîn bû rojeke tarî, þîn û xemgîniyê. Lewra kurdên anadoluya-navîn, kesê mirovhez û dilfireh,  serokeþîr,  hevalbendê DDKO-yê, kurdekî xwezayî, parêzer Cemal Beydogan wenda kir.


Cemal Beydogan di 22-ê Sibata 1938-an de li Kirþehirê hate dinyayê. Dema ku min di sala 1967-an de dest bi zanîngeha hiquqê kir, ew di zanîngeha hiqûqê de xwendevanekî bi qidem/biemr bû. Herkesî ji wî re “axa-cemal” digot. Ew di maleke mezin û dewlemed de hatibû dinyayê. Ji bona vê ew kesekî ji aliyê pereserfifkirinê de destbelayî, xêrxwaz û palpiþt bû.
Ew ne aktivîstekî kurdîtiyê bû, lê ew dilsozekî baþ, piþtgirekî gelek kêtûm, dilþewatî bû.
Wî piþtî gelek salan zanîngeha hiqûqê di sala 1970-yî de qedand û li Kirþehirê dest bi parêzerî kir.  Ew di karûxebatên parêzerî de jî dihat hez kirin.
Ew dema beþdarî civatekê/cemaatekê  dibû, ew civata/cemaata bi henekên wî dikeliya, þên dibû. Herkesek bi beþdariya wî ya civatê/cemaatê þad dibû.
Ew, xwediyê ruhekî edebî bû. Ew þairekî mûtewazî bû û digot ku “ez ji bo xwe helbestan dinivîsim.” Ji bona ku mirovekî di nav xwe de aþ bû, mirov ji helbestên wî  jî zewk hildianî.
Di sala 2005-an de bi navê “min gundê xwe bîrakiriye” pirtûkeke wî ya helbestê çap bû.
Min îro dema ku têlefonî hevjîna wî parêzer û hevala min a hêja Perîxanê kir, ew him gellek xemgîn bû û him jî gellek kêfxweþ bû. Çimkî wê digot ku “nûha li taziya biramezinê te Cemal Axa þolen heye û her seetekê bi sedan kes beþdarî taziya wî dibin.”
Biramezinê me Cemal Beydogan layiqî ew helwest û þolenê ye.
Ez, beriya damezirandin û piþtî damezirandina HAK-PARê çûm seredaniya wî. Ew gelek kêfxweþ bû. Min bi wî re derfet dît ku careke din rojên bihurî, rewþa kurdên Kirþehirê, eþîretên Kirþehirê qise bikim. Min, di wan axiftinên wî de  careke din kûraniya zanyaria wî tespît kir, ez bi wî serbilind bûm.
Bila serê malbat û hevjîna wî, gelê kurd û dostên wî sax be. Kurdên Anadoluya-navîn û hemû kurd dê wî bîra nekin.

Amed, 01. 09. 2007






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=648