RÊÇA VEGERÊ
Dîrok: ÇáÓÈÊ 18 ÃÛÓØÓ 2007
Mijar: Helbest



  XEMGÎN Ê REMO 

Baweþeke elendî
Di sibehek buharî de
Bêhna gul û kulîlkan
Li ezmanê bêzarîya min
Belav dikir …
Tavî yeke bi hêz
Vejîna birûskan di gel
Li çol-beyarê gîyanê min
Lehî radikir ….


Çavên te du gir-av bûn
Di þev-reþên deryan de
Û kiþtî ya hezê min
Tim li peravê mijdan kên te
Sema dikir ....

Lê bang te  ya w ê þevê
Ez dibêjim te bi þaþî
Bang dikir …
Ez firîyam
Di ser hevre wergerîyam
Û gava dergeh vebû
Ez ketim sarincek berfê de
Deng ji kewê dilê min bilîya

Min nih naskir
Ku li giravek biyanî me
Û ji destpêkê de
Min bûsle þaþ kir …
Delîve ya çendî salan
Bi na bûnekê
Te wêran kir …
Li hatina xwe poþman bûm
Û rêça vegerê
Min wenda kir ….

    Qamiþlo /5/3/2007
Xemgin-61@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=629