Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û 81 Saliya Rojnameya Roja Nû
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 03 ãÇíæ 2024
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Îro (3)ê gulana 2024an, 81 sal de di ser weþan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe, bi min xweþ e ku ez vê rojnameyê bi xwendevanan bidim naskirin.
Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan - Beyrût bû. Ev rojname berî 81 salan di roja (3)ê gulana 1943an de li Beyrûtê hatiye weþandin, 81 hejmar jê hatine çapkirin, hejmara dawî (81), di 27ê gulana 1946an de hatiye çap û belavkirin.


Di hejmara pêþî, Mîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan, wiha nivîsandiye:
(Di jiyana miletan de, merheleyin hene, û milletê Ko bixwaze bigihe tekûzî û medenîyetê û wan li xwe bike jêra divêt, bide riya wan merheleyan û bi wan re derbas bibe. Belê daxwaz ev e, lê tiþtê hazir û mewcûd bi awakî dine û (Silav li sifra hazire). Berî 300 salî Ehmedê Xanî nav di milletê xwe de dida û digot :
Enwa´î milet xudan kitêbin
Kurmanc bi tenê dibê Hesêbin
Herçî Evdilqadirê Koyî di pey Xanî re û berî 50- 60 salî, gava temaþa dinyayê dikir û didît ko her tiþtên dinyayê guhêrîne, û ji xwendinê re awayîne nû çêbûne û bi tenê bi xwendina medresan, berê Kurdan naçe serî, dinalî û digot:
Le dewrî ême roman û cerîde
Eger çî meqsede zimanî bawe
Belê Xanî digot (Bixwînin), Koyî li gora wextê Xwe, bi ser ve zêde dikir û digot: (Bi awayê nû bixwînin). Lê me nexwend, gelo çire? Ji ber ko mezin û bîrewerên Kurdan, menfîetên xwe ên þexsî, di ser menfîeta millet re girtine, ev miletê belengaz wek kerîkî pez, dane ber xwe, ew dotine..)
Gotinên Mîr Celadet Bedirxan rastin. Wî bi mebesta derçûna rojnameya (Roja Nû), gotarê bi navê (Merhele) nivîsandiye.. Wek ku diyare roja îro jî, em merheleyeke dîrokî û nû re derbas dibin û va berê serok Masûd Barzanî li Amerîka ye, Xwedê wî biwefiqîne û bi serketin li me vegerîne... Ez jî bi hêvî me ku, em di vê merheleya nû de yek dest bin, yek gotin bin û yek dil bin û li gor vê merheleya nû Kurdistana xwe ava bikin..
Rojnameya Roja Nû bi zimanê Kurdî û Firansîzî dihat weþandin, ji 4 rûpelan pêk dihat 3 ê rûpel bi Kurdî bûn û yek bi Firansîzî bû, ji hejmara 49 an û pêve hejmarek bi Kurdî û yek bi Firansîzî hatiye weþandin.
Tevî ku (Roja Nû) rojnameyeke siyasî bû, belê gelekî guh daye filoklor û çanda Kurdî, mirov dikare navê hin nîvîskarên wê yên beþê Kurdî diyar bike ji bilî navê xwedîyê wê Dr. Kamîran Alî Bedirxan, ew jî ev bûn: Mîr Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hiþyar, Qedrî Can, Ehmed Namî, Mistefa Ehmed Botî..
Konê Reþ, Qamiþlo, 03.05.2024







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6183