Ey Azadî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 08 ÃÛÓØÓ 2007
Mijar: Helbest



Siyamed Sîpan Uðurlu

Tu nizane
Bê ev çend þevreþa
Li benda te mam

Di þevên reþ û tarî
Ba û baran de
Ez li bendê bûm
Ku tu were li deriyê min bixe
Ey Azadî


Te girtin ji destê min
Ey Azadî
Bi zorê te girtin
Ji himêza min
Bi zore te derxist
Ji xewnên zaroktiya min
Di dergûþa te de
Hînê dengê lorandinên min tê
Û bêhna kenê te
Hîn jî tê ji cilên min
Ji xwe bêhna hezkirina te
Xwe li ser dilê min kiriye neqþ
Û qet ji dilê min nare
Ey Azadî

Tu bi xwe zane
Bê te jiyan tev giriye
Hemû jî êþ û zoriye
Bê te jiyan koletiye
Ey Azadî

Di nav dîwarên zilmê de
Dixwestin te bi eciqanda
Ey Azadî

Dixwestin li du xwe bihêlin
Þevên sar û dirêj
Berf û baran mij û dûman
Ey Azadî
Kes bi qasî me
Xatirê te nizane

Û kes bi qasî me
Ji te heznake û bêriya te nekiriye
Ey Azadî
Ji ber ku tu ji
Dergûþa me hatiye revandin
Ey Azadî
Mîna Roja Me.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=617