Diya Ciwan: Helbestvan û nivîskar. Jiyan û helbesta wê, di lêkolînek rexneyî de ( Xeleka: Çara )
Dîrok: ÇáÃËäíä 06 ÃÛÓØÓ 2007
Mijar: gotar



  Xalis Msewer

* Di rojekê ji rojên hezîranê sala 1953 yan de ji dayik bûye.
* Di nava malbateke welatperwer û rewşenbîr de xwedî bûye, pişt re bûye şagirta bavê xwe, û hin ji melayên gund.
* Diya Ciwan ji biçûkaniya xwe de, bi kelepûr û qada xwe ve hatiye girêdan, û ji azadiyê û aşîtiyê û ewlekaryê re pir mereqlîbû.


* Diya Ciwan dibêje: Min dest bi nivîsandinê kiri, di wê roja ku min karîbû hevdijahetiya di nav xêr û şer de, û di nav stemkarî û berxwedanê de, ji hev cuda bikirina. Wê çaxê destpêkirinbû, di hinava xwe de min bi kêf û evîniyeke mezin dest bi nivîsandê kiribû, ango di sala 1977 an de, bi bûyerek biçûk ve, lê bi wataya xwe pir mezin min dest pêkiribû, wê çaxê ez hayedar bûm ku tiştekî xwe ji sînga min avêt, û çû li rûpelên kaxezan di pirsî ku li ser raweste.
* Diya Ciwan, mîna jineke Kurd, bawerya wê pir bi wezîfa dêyetiyê tê, û dibêje: Dêyetî ew nameya yekemîne di jiyanê de. Helbestvana me Diya Ciwan diya şeş zarokane, berhemên xwe di rojneme û kovarên Kurdî û Erebî de jî, li derveyî û li hindirê welêt weşandine.
* Li vir cihê gotonêye jî, ku radyo ya Sûriyê li ser berhemên wê di riya xelekan de gelek caran peyiviye, nemaze di warê progoramên wêjeyî û kultûrî de.
* Ji berhemên wê çend dîwanên helbestî û çend çîrok jî hatine çapkirin û weşandin.
Xalên ku Diya Ciwan di jiyana xwe de girtine jî evin.
1- Xala rêzgirtinê ji partiya çep ya Kurdî, di sala 1993 yan ê zayînî de qezenc kiriye.
2- Xelateke zêrîn û xeleka rêzgirtinê ) شهادة تقدير) ji wezareta rewşenbîriya herêm Kurdistanê sala 1998 an de girtine.
3- Xal û xeleka rêzgirtinê ji mehrecana helbesta Kurdî ya heftemîn sala 1999 an de.
4- Xala mehrecana melayê Cezîrî, ji wezareta rewşenbîryê li herêma Kurdistana Iraqê sala 2000 î de.           
5- Xala mehrecana aferêna salikî li Komara Tûnisê, û xeleka rêzgirtinê ji wzareta rewşenbîrya Tûnisê sala 2001z girtine.
6- Xala sedsalya Berzaniyê nemir ji herêma Kurdistanê
7- Xala mehrecana rojnemegirya Bedirxaniyan, û xeleka rêzgirtinê sala 2005 an de
8- Xala mehrecana rojnemegirya Bedirxanyan, û xeleka rêzgirtinê sala 2006 an de
9- Xelata zîrîn ji wezareta rewşenbîrya herêma Kurdistanê, ku ew jî Xala rewşenbûrya herî bilinde di herêma Kuerdistanêde di 7/5/2007 an de, bidestxistiye, û ahengek taybet jî jêre dibin parastina wezîrê rewşenbîryê de hate lidarxistin.
10- Xala wezareta rewşenbîrya lassayî)  تقليدي) sala 2007 an de.
11- Xeleka rêzgirtinê û pesandinê jî, ji wezareta rewşenbîryê li herêma Kurdistanê sala 2007 an.
12- Xeleka rêzgirtinê û pesandinê jî, ji dezgeha Mîdya ji rojnemegiryê re, sala 2007 an de.
13- Hukûmeta herêma Kurdistanê ahenga rêzgirtinê jêre lidarxist, di babeta vegirina çapxana xebat, û vegirina merkeza şehîdan û merkeza rewşenbîriyê û spoorê.
Û rêzgirtineke din ji ber çûna wê ya Parîsê, û xala Osman Sebrî bi xanima Danyal Mîtîra vegir.        
Di sirûda bi navê (Tiving)ê de, helbestvana me weha bûyerê tîne ziman û dibêje:
Dema tirba maf bête kolan..
Dema serê ramanan bête jêkirin..
Û devê rastiyê bête lixabkirin, wê
Çaxê divê tiving bipeyivê
Bi vê navnîşana ha/Tiving/helbestvana me, teknîka asuya texmînê ) أفق التوقع ) bikartîne, ango xwênerê xwe hayedar dike, ku li pêşya wî imkana cengeke dijwar heye, û wisa jî dihêle baş bala xwe bide gotina wê, û ta dawî lê guhdarbike, ev jî bê gûman şêwazeke huneriye ku şêwaza balkişên jê re tê gotin. Ango di riya wê de, helbestvan dikare xwênerê bi watayên helbesta xwe ve girê de û pê micûl bike.
Bi rastî jî helbesrvana Kurd Diya Ciwa li vir, êş û bêzarya welat bi çavê xwe dibîne, û bi guhê xwe baş dibihîzê, ji ber wilo karîbû bi istîtîkeke hunerî gotina xwe ji pêşgotinê bal bi dawî ve bibe, û bi rengê dirust û mentiqî bûyerên ayinde di rêzên sirûdê de şîrove bike, û weke mirovekî siyasî bîrawir û rayedar, çareserya bûyera Kurdî di du qûnaxan de dibîne, ya yekem bi riya aşîtîxawaziyêye, lê ku ev yek nebû ya din jî bi devê tivingê çareser dibe. Weha helbestvan hest û ihsasên dide xuyakirin,  û bi van hestan wêneyên ayinde ji paşeroja Kurda re di afirîne. Ango ew ji miletê xwe, û ji hemû kesên cîhana bindest re, bi zanebûn rêçikên gihandina mafên wan yên netewî dide nasîn, û di rengê ristesaziyeke zimanvanî de.
Ango bi rista hekînî ) الجملة الشرطية)) weke - dema - û divê – vê bûyera zanistî belî dike û dibêjê: Ku mafê mirovan hate perçiqndin, û devê heqiyê hate girtin, wê çaxê divê devê tivingê vebe. Ango Diyaciwan divir de, xwe bi du rengan, hem aşîtî xwaz û hem jî şoreşgêr dide xuyakirin, û derve/tiving/ û hesta hindur/tirba naf/ digihêne hev, ku ew jî sykolociya berxwedanê dide der.
Û bi teknîka rîmot kontrol û şêwaza travîlîng ) (ترحيل الكاميرا نحو نقطة معينة di vê şanoya riyalîzm û xeyal tevlihev de, hevdijahetiyekê di navbera xwediyên maf û tirbkolan de di afirîne, û raperîneke bi teqîn û kurmîn lidardixe, ji ber ku ew hêviya xwe di dijmin de nabênê, û mafê miletê wê bi hesanî ji dijmin nayê stendin. Jiber ku mafê miletê Kurd bi salan hatiye binpêkirin, û dijminan tirba vî miletî bi saxî kolaye. Di vê babetê de jî gotina wê bi ya (Lênîn) ve jevgirtin ) تناص) bûye, ku Lênîn di vê babetê de weha dibêje: (Qatên paşverû bi xwe, ji adeta wane ku ewên pêşîne bi zordaryê û şerê xwebixwetiyê vêdixin, û rim û zixtan di paşeroja kar û xebatan de radikin. Ji ber wilo ev bûyerên mezin di jiyana miletan de, ji hêzû hinerê pêve wan çareser nake).
Ez gûmandikim ku Diya Ciwan li vir, ji xurûtiyê bal bi giştiyêve diçe, û ew ji bala wê derneketiye ku piştî şoreşên kurdan hatine vemirandin, Turkan li ser çiyayê Agirê tirbek bi çemento çêkirine, û liser nivîsîne: (Divir de Kurdistana xeyalî hate veşartin)
Divê em bêjin jî, ku helbestvana me, bi rengekî kilasîk ev sirûd organîzekiriye, lê tiştê sipehî tê de ewe, ku di rengê diramî de hatiye rêzkirin, û bi rengê helbesteke nûjen, wêneyên xwe teşxîsdike û bi teknîka hevgela hestan ) تراسل الحواس) arzî û pelandî bi hev re dicivîne, mîna -tirba maf- serê ramanan- devê rastiyê- ango maf mîna mirovan bi tirb kirine, û raman jî bi serî kirine, ku ev jî wêneyin istîtîkeke hunerîne bi afwrên û helbesteke nûjenin hatine neqişandin.

             Li Gundê me
Li gundê me
Xelkê zarokên xwe
Ji ber çavên Helîmê vedişartin
Digotin:
Çavên Helîmê mirovan dikuje..
Xwezî, û sed hezar car xwezî
Ez bi çavên Helîmê bimrama
Ne bi derba biyaniyê.

Weha ev sirûda folkllorî bi rengê çîrokeke diramatîk û bi lezet û xweş hatiye organîzekirin, ku ew jî ji rengê helbesta nûjen xwe dide nasîn. Kesên vê diramatîkê jî evin - Diya ciwan - Helîmê - zarokên gund-û Gundîne- dika şanoyê jî xanî û zikakên gundê helbestvanêne. Weha helbestvana me bi astek ji istîtîka hunerî çîroka gundê xwe ku ew jî çîroka hemû Kurdistanêye tîne ziman.  
Diya ciwan li vir felsefake wê di warê bextwarya mirovan de heye, û li gorî vê nerînê cihekî pir bi rûmet û payebilind dixwaze ji xwe re di vê jiyanê de veqetîne, ew jî çaxa hemû rengên mirinê mîna hev nabîne, bi du beşan mirinê dibîne, yek mirina bi rûmet, û du ya bê rûmet, ango ji mirina bi çavên Helêmê re..erê, lê ji ya bi derba biyaniyê re.. na.
Berya hertiştî jî divabe em zanibin, ku li vir helbestvana me azarî gelek ji destê biyaniyê dîtiye, û bi zanebûn firêza – ne bi derba biyaniyê- lidarxistiye, ango mirina li biyaniyê tal û zilindar dibîne, û ji xwênerê xwe re dibêje: Bera tu xweş zanibe bira, ku Jiyana li biyaniyê mirin bi xwe ye..!  
Ev rêza ku di rengê lavakirineke germ de hatiye û dibêje: - Xwezî, û sed hezar car xwezî – ew jî endîşe û hedijahiyeteke mezin di hinava helbestvana me de bi xurtayî dide nîşan, û dide xuyakirin jî, ku daxwaz û hêvyên wê pir giranin, û bi cih bûna wan jî hê pir dûre, û derd û kul û hesretên biyaniyê hê li ser dilê wê ranebûne.
Xuyaye jî ku Diya Ciwan kultûr û kelepûra Kurdî di vir de baş wezîfedar dike, û wêneyekî kelepûrî pir bi wate didê ber çavan, ew jî bûyera foliklorî ya (Çavpêketinêye), çimkî Kurd bawerya xwe bi pêketina çavan tînin û dibêjin: Filankeso çavpêketine. Dîsanê Diya ciwan ji ber bin destiya bi sedê salan û zordarya dijminan ku li welat û miltê wê dibe, dixwaze ku biçavên Helîmê li ser xaka Kurdistanê bimire, û ne bi derba biyanyê. Bi vî rengî helbestvana me girêdana xwey xurt bi welatê xwe ve dide xuyakirin, û jiyana biyaniyê û pinaberyê napejirîne.            

                    
 Keç û Kurr
Bi cêwîtî hatim jiyanê..

Ji du singa, yek û nîv ji wî re bû
Dema gotin lîvekirin ..
Ji sisya dido û nîv ji wî re bû
Dema jiyan lîvekirin..
Ji gewde can ji wî re bû..
Dema derd lîvekirin ji serî
Guh ji wî re bû

Ji navnîşanê xuyaye ku helbesrvana me, helwêsta nêr û mê, û cihê heryekî ji wan di civaka Kurdistanê de diyardike.
Û sirûda xwe, bi cênavê yekem/hati..m/ û bi awakî civakî pir xweş destpêdike, bi vî hawî helbestvana me hemû pîrekan di kesatiya xwe de temsîl dikê, gilî û gazinan ji destlatdariya mirov li ser pîrekê dikê, û bi ahîn û keser cihê zilam di civaka xwe de, ji yê pîrekê cuda û bilindtir dibînê, ku bi helbesteke pir xweş û rewan jî vê bûyerê dixe dil û mejyê mirov de, û li ber çavê wî wêneyên vê tabloya civakî datîne.
Di vê tabloyê de, du wêneyên zelal ji jiyana Kur û Keçan di civaka Kurdî de tîne himber hev, û bi zanebûn Diya Ciwan vê babetê dide xuyakirin û dibêje: Çimkî herdûk – Kur û Keç - bi cîwîtî jî hatine vê dinê, lê hemû xweşî ji Kur re ne, ango Keç di civakê de herdem aliyê stembare û darê şikestiye, û ji pirê tiştan bê par û mehrûm dimîne.
Weha helbestvana me bi zimanvaniyeke rasterast û pir bi wate, lê bi naverokeke hêja û nerasterast) إيحائية) li xwênerê sirûdê dizîvire, û tabloya civaka Kurdî li ber çavê wî bi keser di afirîne, û vê cudabûna bêhemta di navbera herdûkan de, bi şêwaz û naverokeke foliklorî pir bi wate tîne ziman û dibêje: - Ji du sînga, yek û nîv ji wî re bû- û ji derda jî, ji serî guh jêre bû- ango li bal helbestvana me hişyariyek civakî xurt peydadibe, û civaka Kurdî û hemû civakên paşketî li dinê bi xurtayî şermezardike, û nerazîbûna xwe li ser vî tiştî diyardike, çimkî ku di van civakan de, pirê nexweşiyên civakî, û qeda û bela, hemû ji para jinêne.
Ev peyva – ji wî re bû- derdikî mezin di hinav û dilê helbestvanê de teqzedikê, û girêka kêmasiya pîreka Kurd li hember mirov ji ser dilê wê nafire. Lê çaxê dibêje - bi cêwîtî hatim jiyanê- ev jî wêneyekî civakiye bi zîrevanî û pir bi wate hatiye kişandin, ku mebesta helbestvanê jê ewe, ku bi awakî diramî leyistik vanên vê şanoya xwe bi karbîne û bêje: Binêrin gelî kesên civakê vaye hûn dibînin, Kur û Keç bihev re û weke hev têne vê dinê jî, lê mixabin civaka me cudabûnê dixe navbera wan de, û mafê Keçê di civaka wê de tê xwarin.

              
 Ername
Dîsanê Diya Ciwan di vê sirûda xwe de weha dibêje:
Mala me di sînga gund deye.
Gundê me
Di sînga çiyê deye..
Çiyayê me
Di sînga Kurdistanê deye..
Kurdistan
Di sînga min deye.

Di vê sirûdê de Diya Ciwan sykolociyeke mirovê kurd dide xuyakirin, û evqas hezkirna wî ji welatê wî re derdixe wê holê, ango dîsanê bi cênavê yekem/m/ hesta xwe û milet bi hevve distirê, û dide xuyakirin ku Insanê Kurd herdem welatê xwey şêrîn di sînga xwe de bi cih dike, ku sîng jî cihekî pir bi nirx û bi rûmete di laşê mirovde.
Ev tiştê ha pêwendiyeke pir bi wate di navbera mirov û xurista Kurdistanê de pêktîne, ango dûbarekirina peytva/sîng/ê, tê wê manê ku helbestvana me hezkirineke bêhemta ji mirov û zindî û hemû diyardeyên Kurdistanê hezdike, û mal û gund û çiyayên vî welatî – mîna me gotibû - di sînga xwe de bi cihê kirine. Careke din tê wê manê, ku rola gund û çiya di dîroka Kurda de roleke pir mezin ji mirov re tê xuyakirin.
Dêmeke mîna xelekên zincîreke zêrîn, wêneyên sirûda xwe bi ser hevvedike û dibêje: Mala me di sînga gundeye, û gund di sînga çiyê deye, çiya jî di sînga Kurdistanê deye, û Kurdistan jî di sînga helbestvanê deye, ango ev xelekên welatê zêrîn ne di sînga helbestvanê bi tenê deye, lê di sînga her jineke Kurdistanê de jî cihê xwe girtiye.
Bi van wêneyên helbestî û lêkdayî, helbestvana me karîbû tabloya hezkirina xwe ji welat û rûniştmanên wî re bide xuyakirin.
Mîna vê şêwaza ku bûyeran bi hevve dirêse, û bi qifleke xweşik sirûd bi dawî dibe, ev zincîra wêneyan mirov li şêwaza hedîsa pêxemberê islamê hezretê Mûhemmed(ص) rast tîne, ku bi eynê vê şêwazê dibêje: (Ez ji malbata Haşimya me, û Haşim ji Qûreyşe, û Qûreyş ji Kînaneye, û Kînane çêtirîn ji êlên Erebane, weha jî ez çêtir ji çêtir ji çêtira me).      

                Welato
Ey lehengê xwenên zeriya
Ey pirnavê bê nav..!
……….
Tu bûyî
Şeveke dirêj û bê dawî
Ez bûme
Rêwiyeke wenda û
Şevlêgerihayî
Tû bûyî derdekî pir
Û
Ez bûme
Serkehniya rûndika

Li vir Diya Ciwan xwe di warekî pir bi kul û xem de dide nasîn, kula wê jî ew welatê wê yê, ku ne bi şev û ne biro ji bîra wê naçe, û di vê babetê de, bi gelek wêneyên helbestî û pir bi wate helwêsta welatê xwe bi hezkirin teşxîsdike, mîna – lehengê xwenên zeriya – pirnavê bê nav – şevek dirêj – rêwiyeke wenda – derdekî pir – serkehniya rûndika – evna hemû çimkî wêne û sûretên helbesteke kilasîkin jî, ji welatê helbestvana me re, lê bi rastî jî Diya Ciwan karîbû hevqas wêneyên pir di vê sirûdê de bicivîne, û di warê istîtîka helbestî de tabloyeke Kurdisatanî bi hest û ihsasên xwey netewî pir hêja ji xwênerê xwe re bi afirîne.
Hêjabûna vê tabloyê ne ji wilo bi tenê jî tê, lê ku em baş li rewşa sirûdê binêrin, emê karibin rengê şanoyeke monodiramî jî tê de bibînin, leyistikvanê wê jî helbestvana me bi xweye, û temaşevanên wê miletê Kurde, û dekor jî diyardeyên xurisrta welatê Kurdistanêne, têkista vê şanoyê jî bi monolog /ey/ û bi cênavê yekem /ez/ - û bi yê diwemîn jî/tu/ hatiye organîzekirin, weha tabloya xwey welatparêzî û pir spehê bi hevve serrast dike, û bi firça helbesta xwe rêz û rengîn dike.
Diyardeyeke din di malikên sirûdê de tê xuyakirin ew jî, çaxa qala welat dike û peyvên bi watayên bi nirx û rûmet jêre tîne ziman, mîna – leheng – pir nav – û firêza/pirnavê bê nav/ watayeke wê ya kûr di vir de heye, ango helbestvan dibêje: Hevqasî tu mezinî welato..! lê ji nav welatan, hê tu bê navî, û bê azad û serxwebûn maye. lê çaxa helbestvan xweyîtiya xwe tîne ziman, bi peyvên kovan û kiriftar rewşa xwe dide nasîn û dibêje:
Ez bûme
Serkehniya rûndika
Ev herdûk rêzên ha, wêneyeke kilasîk lê pir bedew di xeyala mirov re difirînin, xwîna mirov tevradikin, û hêstirên çavên helbestvana kovan mîna kahniyên Kurdistanê bi hêlemêl ji serê çiyayên bilind têne xwar, dibin çem û cobar û rûpelên dîroka qad û daristanên Kurdistanê ji nifşên mirovan re dixwînin. Jj vir jî tê xuyakirin, ku helbestvana me bercewendiyên welatê xwe di ser bercewendiyên herkesî re dibîne, ango xwe canfîdaya vî welatê şêrîn dike, û li ser wî rûndika dibarîne.
Evnajî welatperweriyeke bilind li bal helbestvana dil êş û evîndara welêt tê dîtin. Dîsanî wêneyekî pir xweş û bi hest û ihsas di wê firêza ku dibêje – tu bûye şevege dirêj û bê dawî – Ango Diya Ciwan bi zanebûn dîroka welatê Kurdistanê bi giştî di vê firêzê de dicivîne, û xwêner dixe nav mitale û fikr û ramanên kûr û bê binî de, û ev wênyê bi kul û keser û bi endîşe) قلق) dilzariyeke pir mezin di dilê helbestvana me de dide xuyakirin, ew jî ji van herdû peyvên ha xuyadibe/ şeva – dirêj/ ji ber ku çaxa ev herdûk peyv bi hev re tên, wêneyekî bi kul û xem dixe dilê mirov de, ji ber ku şev nîşana tarîbûnêye û di vê tarîbûnê de dijmin û çete û rêbirîn dikevin çalakiyên xirabûnê de, û êrîşên xwe di bin vê tarîtiyê de pêktînin.
Lê şeva dirêj ji mirovê dilbikul re, dibe nîşana nerazan û bê xweyê, û mirovê dilbikul di vê şeva dirêj de li hêvya roka nayê bider diraweste, û dibe mirovekî dilzar û xemcivîn. Şeva helbestvana me jî li vir, şeva helbestvanê Ereb yê kevnar (Umru – Ulqeys) tîne bîra miirov, çaxa li çolê şeva wî lê dirêj dibe, û li ber çavê wî bi çiyan ve tê girêdan, û roja sibehê lê nazeriqîne û weha dibêje:
Şevek mîna pêlên derya perdên             xwe bera ser mi dan        
Dibê qey bi hemû şerîtên badayî      bi yezbul ve hatiye girêdan
Yezbul jî navê çiyakîye li Siûdiyê Erebistane.
Dîsanê di vê sirûda jorîn de, helbestvana Kurd Diya Ciwan bûyera welatê xwe tîne ziman, û weha dibêje:

               Welato
     Ez çûm welat
Min dît ku
Kurk(qub)
Li ser hêka rûniştiye..
Çavekî wê şaye û
Yek xemgîne..
Ji ber ku nizane
Ka wê çend
Çîçikan winda bike
Û
Çenda derîne

Bi vê çîroka reng foliklor û bi ihsas û bi wate, ango bi vê çîrokê helbestvana me li me dizîvire, û wê serpêhatiya Kurdanî heyman û ebedîn li ber çavê mirov temsîldike û dibêje: Bizanibin gelî Kurda, ku çi jina li Kurdistanê dijî û zarokan tîne, herdem dikeve xema van zarokan, û di nav pirs û fikaran de jiyana xwe berdewam dike, dilê wê timîn bi ser zarokê wê veye û dibêje: Gelo ev zarokên min anîne dinê, wê çend ji wan jiyana xwe dibin vê stemkaryê de berdewam bikin, û wê çend jî li ser destên dijmin û neyaran bêne serjêkirin, yan li ser destên êş û janên civakên paşmayî jiyana xwe ji dest bidin, û bêne bin ax kirin…!?.
Weha ji xwedê pêve keseke din di vî tiştî de xeber nade. Ango helbestvana me bi şêwazeke şanogerî ku leyistikvanê wê jî balindên kedîkirî kurk û çîçikin, lê wêneyên riyalizm û pir bi wate, ji dilzarî û  kiriftariya civaka Kurda re, di warê - sosyolist – siyasî – tenduristyê de li vir têne xuyakirin, ev wêneyên ha jî evin – şûna welat – kurk – çîçik – çavên mirîşkê – çavê kurkê jî mîna çavê mirovekî teşxîs dike, ev çavên ha, ku her yek bi awakî li bûyerên di welatê Kurda de çêdibin dimeyzêne, evna jî hevdijahitiyeke pir mezin di nava Dayika Kurd de li Kurdistanê dide nîşan, ew jî çaxa helbestvana şahreza çê li kurkê dike û dibêje: Çavekî wê şaye – û yek xemgîne – Weha civaka Kurda mîna sundoqa ecayiba tê xuyakirin, li alîkî şahî û xweşîye û li aliyê din derd û kul û kederin. Bi vî rengê aferên helbestvana me karîbû vê tabloya civakî ji dayikên Kurdistanê re bi afirîne.                
Careke din Diya Ciwan şanoya xwey netewî berdewam dike û dibêje:
Min dît ku
Dîkên (Medresê)
Bi dengekî bilind
Bang didin
Da ku
Xelkên gundên bê dîk mayîn
Şiyar bibin

Li vir jî bêgûman, dîsanê helbestvana me bi şêwaza çîrokeke diramî serpêhatya welêt tîne ziman, û dihêle mîna rêzên çûyî, xwêner bi şêwazeke hirminyotîkî) تأويلي) vê sirûdê rave û şîrove bike, ji ber ku lehengê vê çîroka netewî jî dîkê malêye ne mirove, lê bêgûman mirov kare bêje: Ku ev dîkê çeleng û hişyar ku sibehê zû radibe bandi de, û dihêle xelkên gundên bê dîk şiyar bibin, ew jî sembole ji lehengê netewa Kurd Ebdurrehmanê Garisî re ye, ku ev ronakbîr - hem di warê têkoşînê de, hem jî di warê rewşenbîryê de- egîtekî Kurdewariyeke bê hemtabû,    
Vî gernasî ne li Medresê bi tenê, lê li hemû deverên Kurdistanê karîbû mîna dîkê serê sibê, kurda bi bûyerên welêt şiyar bike. Di warê helbestî de jî, ev rêzên ha bi wêneyên foliklora Kurdî pir bi lezet û xweş hatine lidarxistin, û dihêlin ku xwênerê kurd baş di êşa welatê xwe de bifikire, û helwêsta welatê wî bîne ber çavê wî.
Dawî dibêjim: Diya Ciwan, helbestvana Kurd, hevqasî hezkirina welatê xwe di dilê xwey birîndar de bi cih kiriye, û kul û derdên vî welatê bargiran avêtine ser milê xwe. Ji ber wilo dilê wê herdem bi êş û kul û kedere, lê vî derdê bêderman bi wêneyên helbesta xwey netewî derman dike, û ji qewlê helbestvanê mey hêja û binav û deng Seydayê Tîrêj ve, helbestvana me Diya Ciwan, mîna Bibilê Dil Şadî ji welatê xwe re dike vîxan. Û bi hezkirineke zêde van sembolên dîroka Kurdî, nemaze Berzaniyê nemir tîne ziman, û di bûyera koçkirina wî de, bi dilekî germ weha dibêje:
Xweda bang kir:
Çima girî…!?
Negrîn li ser miryê nemir
belî
bigrîn
li ser kesên
bi saxî mirî
   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=614