Dermankirina bi Peyvan
Drok: 28 2024
Mijar:



HUNER BEHZAD CINÊDÎ
 
 Yek ji arezûyên min ên herî nêzî min -di jiyana min a gitî û taybet de- nêçîra peyv, hevok û wateyan e!  Li peyvên kûr, watedar û pîroz digerim. Nêçîriya wan ji pirtûkan, ji axaftinên bavê xwe, ji lavayên dayika xwe û ji rûpelên hevalan dikim. Wan ji devê mirovên normal, ji nav peyarêkên kolanên kevnar, ji ûnwaran, ji pelên ketî...ez wan dinivîsim, ezber dikim, maç dikim, hembêz dikim... Bi wan re direqisim, radikevim û bi wan re dijîm û bi wan dimirim...Belê, ew peyv in!


Her ku birîn canê min kûr dike, ya ku berî her titî bi min re dibe alîkar, birînpêçikek ji peyvan e! Û her gava ku henaseya min li min diçike û teng dibe, ez wê bi helbestekê fireh dikim. Û her ku dibînim ku giyan di kûrahiyê de winda dibe, ez wî bi pirtûkekê hildigirim. Dema ku mirov û neysizî  li min kom dibin da ku vîn û hêza min bikînin, ez ûrê raman û peyvan li hember wan dikiînim.
Ma karê derûnnas çi ye; ji bilî hewildana kontrolkirina nexweekî bi dûrxistina hin peyv û ramanên neyînî yên ku giyanê wî dagir kirine û li ûna wan peyv û ramanine din ên spî û erênî yên ku wî ji depresyon û xemxwariyê rizgar dike!
Bi rastî, dermankirina bi peyvan carinan ji dermankirina bi dermanan batir e, ji ber ku dermankirinek e mirov ber bi aliyên derûnî û giyanî ve dibe û kalîteya jiyanê batir dike û wateyên wê yên bilind kûrtir dike.
Li ûna ku mirov salên xwe yên dirêj bi dermankirina laî û organîk derbas bike, bi vejandina derûnî dikare jiyaneke kûrtir û paktir bijî.
Hêza peyvan heye ku di giyan û rewan de dikare bibe wekî erdhejekê, heke ne ji efsûn û hêza wan bûya, xwedê xwe bi raz û ramana xwe bi rengê  peyvan ekere nedikir û ne jî xwedê peyama xwe bi lêkereke kurt û bitirs dest pê nedikir; ew jî peyva "BIXWÎNE" ye!
Ev cureya ji dermankirinê (bi peyvan) rêbazeke kevin e ku bi hezaran sal berê ji aliyê Misirên kevnar ve hatiye kirin û ev yek di dema Ramses de di slogana li ser dîwarên pirtûkxaneyên Misrê yên kevnar hatiye nivîsandin de diyar dibe:
"Li Vir, Dermankirina Giyanî ye"
Prensesa rehmetî Diana berî mirina xwe diyar kiribû: a ku hîtiye di nav er û pirsgirêkên min ên herî dijwar bi Mîr Charles û Koka Mîrane re bi ser kevim û alîkariya min kiriye pirtûka "Pêxember" a Cibran Xelîl Cibran bû!
Îkonê navneteweyî Nelson Mandela li ser dîwarê zindana xwe çend malik ji helbesteke îngilîzî ya navdar nivîsandibû:
"Ne xema min e ku derî teng e!
Ez xeman naxwim, ku pirtûka dadbaran tije siza ye
Ez xwediyê qedera xwe me
Ez kaptanê canê xwe me"






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6100