Xelwetgeha Ronahiy.
Drok: 08 2024
Mijar: Ne




Mizgîn Hesko

Nîvê evê
Tîrêjek ji ronahiyê
Bi destên min digire
Û ber bi stêreke nenas ve
Bê basik
Min dibe!

Matmayîneke herî sosret
Canê min...
Dilerizîne
Bi diranên gewherî
Rewanê min...
Dikeritîne!


Tarîbûn berbelav e
Û ez...
Di xelwetgeha ronahiyê de
Bê zar û ziman
Wiha mendeho

Ji ûeya gerdûnê
Dêrîntirîn mey
Bîstikên revînok
Bi min re dino..?!

Xelekek tije hezî
Û nîv evek avrayî
Bi hilma gulavê

Destên ronahiyê ne
Min...
Tevlî bêdengiyê dikin
Û hîn...
Li ser tayekî zîz û nepenî
Dilê min
Radixînin?!


Heman dest in
Min...
Ji min bê basik
         Û bê can dibin

Diçim tewafa
Heyveronê
Heft caran
Sermest
Dizîvirim
Li gerdûnê


Bê çare me
Tevlî...
Malstêra demê dibim
Xwe jibîr dikim
Ku vedigerim
Û tarîbûn berbelav e
Parçeyek ji min
Li wir...
Di nimêjê de
Hîn dimînim!


Xelekek dagirtî raz
Û nîv evek herî naz
Bi hilma enberê

Min...
Tevlî hêminiyê dikin
Û hîn...
Li ser tayekî nehînî
Hiê min dixwînin?!


Tîrêj in
Û nîvê evan
Min...
Tevlî taveheyvê dikin
         Ne Vînos
         Ne jî stêreke bi co û xiro im?!

Xuneceke sor î bêguneh
Diçe serdana kadizê
Ku tarîbûn hîn berbelav e
eva nîvê evê
Xwe ji bikojên dargulê vedizê
Û tevlî...
Asîmanên nenas
Dibe!
Xelekek tije stêr
Û nîv evek..
Ji yaqut û zêr
Bi hilma miskê
Û ez..
Mat û behitî
Hîn...
Dest ji xwe cûyî ....!!!!


Heman dest in
Hîn...
Li ser tayekî
Ji hevrîimê tenik
Tiliyên min vedikolînin?!


Destên ronahiyê ne
Na...
Ew bitenê ne Destên ronahiyê ne
Lê...
Roniyeke hîn cudatir
               Û bihtirîn çirisîn e

Hin caran
Min...
Tevlî xelek û emalê dikin
Û hin caran
Li ser CamaCem
Têne pêberî min

Rengvedan in
Sivik û ciwan in
Û hîn...
Li ser tayekî razber
Rewanê aiq disohtînin?!

30. Berfanbar 2021.






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6088