Izedîn Þêxo Hesen (Bavê Ahmed) Xatirê dawîn ji gel û hevalên xwe xwest
Dîrok: ÇáÃÍÏ 29 íæáíæ 2007
Mijar: Nûçe



     Roja Înê, 27/07/2007, dilê heval Izedîn Þêxo rawestiya. Ev nûçeya xemgîn û dilêþ, di nav xelkên Tirbespiyê û Devera Aliyan de zû belav bû, bi beþdariya cemawerekî mezin, digel dost, heval û hogirên wî, digel Koma Tirbespiyê ya folklorê kurdî, termê wî di gorstana gundê Girdêmê Helîmê de hate veþartin.


   Hevalê Izedîn, sala 1946 an, li gundê Girdêmê Helîmê ji dayik bûye û di sala 1965 an de, tevlî rêzên tevgera kurdî bûye, ji dil û can, xebateke bê rawestan di ber doza gelê xwe ya dadmend de kiriye. Ji ber xebat û dilsoziya wî, ta roja dawîn ji temenê xwe, rûmeta endametiya Komîta Hermê di Partiya xwe de, partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê –YEKÎTÎ-wergirtibû.
   Bi navê rêxistina Tirbespiyê ya partiya me, partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê-Yekîtî-, em serxweþiya xwe, gelê xwe, malbat, dost, heval û hogirên wî dikin, tika dikin ku xwedê rewanê wî yê pîroz bi buhuþta xwe ya rengîn þa bike, aramiyê bide malbat û mirovên wî.

Rêxistina Tirbespiyî ya
Pariya Yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê-Yekîtî-
28/07/2007







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=604