Spasiyek ji Konê Reþ bo Koçka Qamiþlo a Çandeyî
Dîrok: ÇáÓÈÊ 28 íæáíæ 2007
Mijar: gotar



  Ez ji dil û can spasiya Koçka Qamiþlo a Çandeyî dikim, ev koçka ku ji dor salekê ve, dest bi çalakiyên rewþenbîrî û ferhengî kiriye û bi dehan semînerên têvel li dor ziman û wêjeya kurdî pêk anîne.
   Hejaye gotinê, ku seminera dawîn di roja 15/07/2007 an de, a min bû, ji bo bîranîna 56 saliya koçkirina Mîr Celadet Bedirxan bû.


   Di wê semînerê de, di nav beþekî bijarte de ji nivîskar û rewþenbîran, ez li dor salên dawîn yên mîr Celadet Bedirxan  rawestiyam û bi hûrbûn min rojên wî yên dawîn þirovekirin li gor pêzanîn û serwextiya xwe..Di dawiya semînerê de û biþtî giftûgoyê bi beþdaran re komîta Koçka Qamiþlo a Çandeyî ez bi cotek pênûs xelat kirim.

   Ev spasiya min ne, ji ber ku wan, ez bi cotek pênûs xelat kirime.. Min gelek xelat ji cihên bilind wergirtine. Belê ji ber rezgirtina wan ji min re, ji zimanê kurdî re û ji Bedirxaniyan re û ji bo wê pêvajoya ku komîta Koçka Qamiþlo a Çandeyî li ser dilive ku rêbaza Barzaniyê nemire. Hem jî ku ev koçik bi karekî bedew û spehî radibe, di ber ziman û ferhenga kurdî de û ji ber vê yekê jî ez spasiya wan dikim û bi hêvîme ku bi berdewamî vî karê xwe derbas bikin.

  Careke din ez ji dil û can spasiya wan dikim.

Konê Reþ
Qamiþlo 28/07/2007








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=601