HEMWELATÎ NE KERÎ YE !
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 27 íæáíæ 2007
Mijar: gotar



Bêkes Têlo

Asta herî  bilind bi cihekirina demokrasiyê azadiya livandin û tevgera nerîn û helwestê ye, mikanîzma demokratizmê tê livandin û bi karanîn gava hemwelatî baþ agahdar be bi rûdan û bûyerên ramiyarî, aborî û çandî li welat ku diqewimin.


Di çaxe hilbijartinan de bi pêþberiya namzetan dema goftugo dikin û pêþneyarîya broje, programên ramiyarî û aborî bo çareserkirina pirsgirêkên heyî li welat ku pêþkêþî hemwelatiyan dikin ku agahdar bin  bo beryara  dengê xwe bidin di dengdanê de.Gava ev nebe ! çawa hemwelatî agahdar be û zanibe helwesta rast bigre bo dengdanê, nexwe wek mirov dikeve di helwestekî pasîv de ji hilbijartinan û ev wêne li ser komara Sûrî xweþ diyar dibe çi di hilbijartinên nûnerên gel û çi jî hilbijartinên serok komariyê de.Bê guman hin sedmên cûda hene ku di van hilbijatrtinên dawî de,hemwelatiye Sûrî hefqas pasîv bûn û ev bingeha wê heye ji dema hatina deshelata partiya Bas(piþkivîn).
Rêvebirina Welatekî wek Sûrî ku welatê herî zengîne di nav dewletên Ereb de ketiye rewþekî pir belangaz û weran kirî bi saya vê rêveberya Bas ku bihtirî çil sal  desthelat dagîrkiriye bi þêweye êrîþek leþkerî  û ne yasayî.Bi destekî ji pola welat bi rêvedibin  rewþa awerte ji roja yekem ji hatina wan ta niha li vî welatî ye,nebûna yasaya partiyan û azadiya ragahandinê ,nebûna dadmendiya bêlayane û bi pêlkirina mafe mirov û piþitgiritina hezên terorê  li Iraqê û lobnanê, tê tawan barkirin û ji xwe rewþa rojavaye Kurdistanê barbatkirî maye çi ji aliye aborî û çi jî aliye ramiyarî tek ziman ,tek netew ,bicihkirina malbatên Ereb þûna warê kurdan ,guharîna navên þar û gundên kurdan,kiþandina nasnamê ji 400 hezar malbatên belangaz ji sala 1962 ku ta îro di rewþekî ne mirovahî de dijîn..bê karî,bê xwendin …bi destên hezên awlekarî partiyên me perçe-perçe kirin ,wan bê hez hiþtine ji aliyê ramiyarî û ev daxwaz neyarên kurdan tev eve.Axaftin na qadê ser werankirin ku desthelata Sûrî kir û dike ser gelê Sûrî tevî . Lê mebseta min ji vê gotraê ew ê ku gotara sundxwarina duwem ya serokkomara sûrî berî çend rojan  ku pirsgirêka kurd wek xak û gel xiste warê wergirtina nasnama vê dewletê tevlî ku carek di hevpeyvîna xwede di kanala Al JAZEERA de, ragihandibû ku kurd netewek serekîye li Sûrî û vaya li gorî pir kesan te wateya ku ev rêjîm ti hêvî jê nemayê,lê ya herî xemgîn ew ê ku tevgera ramiyarî þermezariya xwe tenha bi belavokan qedandiyê ,tekoþîna xwe hîn bi þêweyên Kevin dimeþîne ,ya rastir û baþtir ku konferansekî rojnamavanî li darxistiba û bangawazya destgehên cihanê bikirba û bi taybetî koma milatan ku di bendên wêde xweþ diyare parastina gelan ku xalekî pir girinke ser guh tê avetin ,ez bawerim hîn jî ne derenge û ev bangawaziya xwe wek hemwelatîyek dikim ji ramiyarên me bi gavekî nûdemî bilivin, meþ li sikakên beytaxta Sûrî lidarxin deku pirsa xak û gel eþkere û raste rast niþanbe bo gelê Sûrî û cihanê..gotara Ased sêlek û gûlek di rûwe ramiyarên me teva de bû,þerme bo me hemwelatî ne kerî ne.li hêviya  sêlek xurt ku gelê me bide ALKABONE ye sûrî.
25.07.2007






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=600