Daxuyaniya YNRKS Derbarī roja rojnamegeriya Kurdī ū derbasbūna 125 salan li ser damezrandina wź
Dīrok: ĒįÓČŹ 22 ĆČŃķį 2023
Mijar: Nūēe



    Ji dehên salan ve, û li seranserî Kurdistanê, bi her çar parçeyên xwe ve, salane, roja bîst û dudwê meha Nîsanê wekû Roja Rojnamegeriya Kurdî, hatiye destnîžankirin û bi navkirin, ew jî weke rêzgirtinekê û bilind nirxandinekê ji wî karê gelekî hêja û dîrokî re, yê ku Mîr Miqdad Midhet Bedirxan pê rabibû, bi derxistin û wežandina yekemîn rojnameya Kurdî, û bi zimanê Kurdî, bi navê Rojnameya ”Kurdistan”, li bajarê Qahîrê, paytexta Misrê, di roja 22.04.1898an de; û li piraniya bajar û herêmên Kurdistanê belavkiribû, digel ku, di wê serdemê de derfet gelekî kêm û hindik bûn, û rewž û merc jî gelekî sext û zehmet bûn, rê û alavên ragehandin û çûn û hatinê jî gelekî hindik û bi zehmetî bûn, û gelek dem dixwarin; di wê serdemê de, firoke kêmbûn, posta bi lez tunebû, ne Radyo, ne televizyon, ne Internêt, ne jî E-Mail û Feysbûk û hemerengên wan ên din, nebûn.


Çapxane û çapemenî jî, li gorî roja îro, gelekî destpêkî, seretayî, kevn û li pažketî bûn; di gel van hemû rewž û mercan de, Mîrê rojnamegeriya Kurdî ew rojname derdixist û belav dikir, çi lê diçû jî ji kîsê wî bû, ji bêrîka xwe dida, buhayên hejmarên ku belav dibûn, hindik lê vedigeriyan, ango jêre dihatin; ji loma, bi rastî hêja bû, ku ew ciwanmêr wekû Mîrê Rojnamegeriya Kurdî bê nasîn, û herweha hêja bû, ku ew roja derçûna rojnameya wî ”Kurdistan”, li seranserî Kurdistanê, bibe ”Roja Rojnamegeriya Kurdî”.

Tižtê herî balkêž û dîrokî, ku di 21.04.2021 de perlementoya Kurdistana Bažûr biryar da, ku roja 22 nîsanê ji her salê ve bibe roja rojnamegeriya kurdî.

Gava ku em li ser rewž û mercên ku rojnamegeriya kurdî têde derbasbûne û derbasdibe, qonax bi qonax, ji destpêkê de û heya niha, diaxivin, divê ku em amaje bi serdema me ya îroyîn jî bikin, serdema ku ew sînor û dîwarên asê û bilind, ên ku di rûyê rojnamevan û nivîskaran de, di rûyê bîr û ramanên azad de, hatibûn danîn û avakirin, îro hatine žikenandin û herifandin, û hema bêj li seranserî cîhanê bi gižtî ew çavdêriya ku hebû, nemaye, yan jî gelekî qels û lawaz bûye, û rojnameyên eliktronî li her derê belav bûne; û divê em bêjin ku gereke, û pêdiviye, ku em ji vê pêžketin û gežbûna medya û ragihandinê sûdeyeke baž ji xwe re û ji gelê û welatê xwe re bi destbixin, û di berjewendiya pirsa netewa û welatê xwe de bikarbînin.
    Herwiha divê em jibîrnekin ku di rojeke weke îro de jî, di roja 22.04.2004an de, Yekîtiya gižtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (YNRKS) hate damezrandin, ku ew jî, wekû dezgehekê, wekû rêxistinekê, destkefteke mezin û giranbuha bû ji Nivîskar û Rojnamevananên Kurdê Rojavayî Kurdistanê re, rêxistineke ku wan Rojnamevan û Nivîskaran bide ser hev, pižta wan bigire, berevaniyê di ber maf û berjewendiyên wan de bike, û alîkariya wan bike.
    Di heman rojê de jî, di roja 22.04.2012an de hejmara yekemîn ya rojnameya (Pênûsa Nû) ya eliktronî, derket, û berhem û gotarên nivîskar û rojnamevanan wežand, û hîna jî, her meh, bi herdû zimanan, bi zimanê Kurdî, û bi zimanê Erebî, diwežîne, û heya niha 103 hejmar bi Kurdî, 114 hejmar bi Erebî, ji vê rojnameyê derketine. Yekîtiyê hewil da ku hîn jî ji teknolociya rojane sûdeyekê bigre, rabû kenala xwe a digîtal di 19.11.2020 de lidarxist û navê (Peyv TV) lê kir. Ta niha jî berdewame û bernameyan zindî diwežîne.

    Yekîtiya gižtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, vê rojê, li hemû Rojnamevan û Nivîskarên Kurd, li her çar perçeyên Kurdistanê pîroz dike, û herdem serketin û pêžketinê ji wan re dixwaze, bi hêviya ku rewž û mercên xebata wan bi taybetî, û jiyana wan bi gižtî, xwežtir û gežtir bibin, azadiya derbirîna bîr û boçûnan firehtir û gežtir bibe, her kesên xwedî helwest û girtiyên bîr û ramanan, ji zindan û girtîgehan bêne berdan û azad bibin, û herwiha gelê me di rojeke nêzîk de, bigehê mafên xwe yên netewî, û tevgera me ya siyasî jî li xwe vegera û bibe xwedanê yek helwestê.

Di vê seberatê de jî emê sermedîyê bo hevalên xwe yên ku canê xwe sipartine banê gerdûn bixwazin, ku wan di jiyana xwe de pênûsa xwe bo ziman û çanda kurdî terxankiribûn; mîna: Ferhadê Çelebî, Mižel Temo, Rizoyê Osê, Tewfîq Ebdulmecîd, Ebdulqadirê Xiznewî, Xelîlê Sasonî, Siyamend Ibrahîm, Ferhadê Içmo, Deham Hesen, Hadî Behlewî, Adil Seyfidîn Omer, Mihmed Seyid Hisên, Mele Mahmûdê Qertimînî, Zinar Ezem Gorgîn Mele Hesenê Kurd..hd.

 Li dawî de bila alaya rojnamegeriya azad, alaya bîr û ramanên bê sînor û bê çavdêrî, herdem bilind û serketî bin.
    Bijî Roja Rojnamegeriya Kurdî, bijî Mîrê damezrêner Miqdad Midhet Bedirxan.

    Yekîtiya gižtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
22.04.2023









Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5927