Helepe
Drok: 21 2023
Mijar: Ne




Rêber Hebûn

Li ser helepçe hest dinale
hi jî dimire
 li ber nivîsê
Roja çûyî mîna îro
qir kirin newroza me
jiyana bindestiyê
bû durima jîna me


kutin û talan û surgûn
parçebûn dagirkerî
parê gelê ronedî
Li ber sînoran komê xelkên bendewar
Bandikin qêrîn dikin
roja wan bûye êvar
Li ber sêdaran jiyana xwe distirînin
Çêdikin hêvî bi hêsran
ahiyê binax dikin.
Kew ligelhev dema tengasî dibînin pevdiçin
mîna kurdan  hev dixwin
meyzîne ore û tevger
çawa têkçûn
wek dibêjin :
kurmê darê bingeha xwe ji darê ye
Narvîna kurdan çîrokek
Pê felek tim mest dibe
Bilûra xemgîn di destê bê lebat de sincirî..
Dengê xwe dispêre çiyan
Dighîne la û hinavan
Bihna sêva xapînok
Li ber deriyan
Det û zozan û çiyan
Li ber dîwarên zîndanê bîr.
 va helepça careke din .
mîna êek  sermedî
 berze di dil de.
Vaye hêsirên pir dirêj
Dimein li ser riwê virmor.
Narvîna kurdî di neqê rojhilat de
Komkûjiyek sar û gêje
Zindî ye di cîhana me.
Kî wê rojek
tola adarê hilînê..
 Kî wê hêvî Ji girtîgehê derxînê
Yekbûna hizr û giyan
wê bi zendên keç û xortan her bimîne
Ew tenê findê evan in , Ronahî ne
yekbûna kurdî tenê wê azadiyê bistîne .
https://youtu.be/w2OxJuAmtSc






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5913