Pêþengê hunerê netewî (1948-1989).
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 08 ãÇÑÓ 2023
Mijar: Nûçe



Nizar Yosif

Nasnameya hunermend ya hunerî, beþek ji nasnameya çandî ya civaka ku ew beþek jê ye. Hunermendê bi bandor nîþanê girêdanê ye di navbera wan de, ji ber vê yekê, nasameya çandî bandora xwe li warên cihêreng ên jiyanê heye.
Têkiliya mirov ya spehîtayî bi zemînê re, mijara taybetkirî ya hunerê ye, û peywira (mohme) wî wênekêþiya hunerî ya cîhanê ye. Têkiliya hunermend bi rastiyê re û rûbirû bi ciwaniyê ve, sedemin ku hunermend hilgirê nazikiyan û barkêþê spehîtayê be, her dem bi verêj û çîkirinan derdorê xwe dixemilîne, di navenda her karê hunerî de ye.  Jiyan bi kar û barên xwe ve, mijara hunerê ye, li ser hunermend serdeste. 


Hunermend li ser bingeha zanîna jiyanê û jêhatîbûna xwe wêneyên hunerî diafirîne, di têkiliyan de jîrîtiya wî rêya serekeye ji revakirina hestan re.  Ew e mijar û þêwaza vegotina rastiyê û berhema guhêzê û cewherê kalîteyî di hunerê de, têrkirina pêdiviyên estetîkî û derûnî yên mirovane, bi afirandina karên bedew, diyar dike. 
Mihemed Þêxo ew avahîya mezin û bilind, li kîjan deverê konê penaberiyê vedigirt, xwedan helwest bû.  Ji ber xebat û hunerê netewî, ji encamên çewisandinan û gefên ewlekarî li Sûrî û Îraqê û Îranê, di mercên dijwarên jiyanê de derbas dibû û dikiþandin.  


Mihemed Þêxo yek ji lehigên hunerê kurdî û pêþengên wê ne, di serdema ciwan û zêrîn ya ku hunermend û helbestvanên girs û jîr têde jiyan dibûn.  Ji xweserîya xwe û ji wan, giyanê netewî û xizmeta civakî werdigirt, di heman demê de ew giyan û pêjin bi baweriyên hêja û bicoþ didan derdor û hawîrdorê xwe.  Dema navê wî tê li ser zimên, navnîþana wî bi çend gotinan zelal tê xuyankirin: Zordestî, xizanî, koçberî, astengî, dilsozî û resenî.
Di heyamên rûniþtina wî li Lubnanê û piþt re li û Êraqê û Îranê û dema sirgûniya wî li herêmên bakûrê Îranê (Azerbaycanê), bingehek bi hêz ji xwe re ava kir. Dayînheva zanîn û çanda hunerî di xizneya kesayetî de, alîkariya wî di pîþesaziya awazan û danîna hevokên mûzîkê û ritiman de kir, bi rengekî pêþketîtir ji yên berê.  Di encama pênasîna hunermend Mihemed Þêxo bi mûzîka Erebî, Farisî û Azerî, wî imbarek çandî û hunerî berhev kir, vê yekê bandor li þêwazê çêkirina stranên wî kir, bi þêweyekî cuda ji forma strana klasîka Kurdî bi giþtî, û taybet li rojavayê Kurdistanê.
Ji encama zanistî û lêkolîn û komkirina þêwazên cuda, hiþt ku di hunerê stranbêjiyê de hostayek serketî be. Awazên rengereng û performansa wî ya berfire û xweþiya deng, hunerek dengbêjiyê taybet da gelê xwe.
27.02.2023






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5905