PENa Swêdî hejmarek taybet li ser Lîtertûra Kurdî bi sê zimanan weþand.
Dîrok: ÇáÃÍÏ 19 ÝÈÑÇíÑ 2023
Mijar: Nûçe



Dilþa Yûsûf –Swêd

Kovara fermî ya PENa Swêdî ( PEN/OPP)di hejmara xwe ya 16 þubatê 2023 de dosyak taybet li ser Lîtertûra Kurdî weþand.
Kovar bi sê zimanan weþana xwe dike Ingilîzî, Swêdî û zimanê orîgînal yên ku tekst pê hatine nivîsîn û li zêdetirî 150 welatan tê xwendin.
Dosya taybet ku li ser Lîteratûra Kurdî ye, wê wek xelekan çend hefteyan li dûhev bê weþandin.
Di xeleka yekemîn de gotareke nivîskar û serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez bi sernivîsa ( Parastina zimanekî tê wateya parastina tevayî zimanan)hatiye weþandin.


Her weha gotarek bi sernivîsa ( Rola eksîlê li ser pêþketina lîteratûra Kurdî ya modern) hatiye weþandin ku ji hêla nivîskar Firat Cewerî ve hatiye amadekirin.
Di vê xelekê de her weha 2 helbestên nivîskar Dilþa Yûsûf  jî bi sernavên ( Bakurê Dil) û ( Cemserê Din) hatine weþandin.
Di vê hejmara taybet ya kovarê de wê derdora 14
babetên cûrbicûr wek gotar, helbest û çîrok yên kurdî bên weþandin.
Firat Cewerî ku bi erkê redaksyona vê hejmara taybet rabûye û bi insyatîfa wî ev xebat destpêkiriye di vê derbarê de weha dibêje:
"Kovara PENa Swêdê  kovara Hawarê bi bingeh girtiye û ev hejmara kovara xwe ji ziman û edebiyata kurdî re veqetandiye . Em ê bi vê hejmarê çîroka xwe û zilma ku li me û li zimanê me bûye bi 3 zimanên bigihînin yên dinyayê vebêjin " .

Hêjayî Gotinê ye ku kovara PEN/OPP ya PENa Swêdî ye, di sala 2011 an de dest bi weþana xwe kiriye. Duruþma wê ya sereke eve: "Azadiya derbirînê, lîteratûr û kulturê".
Ev kovar platformeke azade ji bo hemî nivîskar û rojnamevanên ku nikarin bi azadî li welatên xwe ramanên xwe biweþînin.
Heta niha têkstên 320 nivîskaran ji 55 welatan weþandiye û li 150 welatan tê xwendin.


Têbînê:Hûn dikarin li ser van linkên xwarê her 3 babetan xeleka yekemîn biþopînin.
-https://www.penopp.org/sv/artiklar/exilens-roll-i-den-moderna-kurdiska-litteraturens-utveckling?language_content_entity=sv
-https://www.penopp.org/sv/artiklar/dikter-av-dilsha-yusuf?language_content_entity=sv
-https://www.penopp.org/articles/defend-one-language-means-one-defends-all-languages






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5894