AXÎNA BAJARÊN RENGÎN
Dîrok: ÇáÃËäíä 13 ÝÈÑÇíÑ 2023
Mijar: Nûçe




Xizan Þîlan

dayê, rebenê
diwarên avahiyan bi ser min de
hilneweþiyan
tofana muhendis û mutehidên diz
sekbav, bêwijdan
bêdilovan, bextreþ


harbûyî, çavbirçi û heramzade
bi ser laþ û giyanê min yê sefîl de
hilweþiya
kefenekî reþ
li cendekê min
yê bêguneh û bêçare
hate pêçandin
darbestan þerm kirin
dêleguran
ez bi saxî xistim
tirba bêxwedî, bênavnîþan
û bi axa sor hatim
nixumandin
ez
naleta serdeman li kujeran
dibarînim
kesek qêrîn,êþ
nalîn û hawara min
nabihîze
di bin kavilên wêran de
can dikiþînim
ji tîna qewirîm
ji ber birçîbûn û sermayê
dicirifim
henas li min
diçikê
gelo ev qedera min e
pênûsa helbestvanan
xwîn vediriþe
kelime û gotin li ser ziman
qurifîn
rûpelên defteran
qurmiçîn
nasnameya min di ferhengan de
cîh negirt
heyvê reþ girêda
ji çavên reþewran rondikên sar
diniqutîn
asîman lerizî, roj tevizî
movikên piþta demsalan
þikest
gund û bajar bûn toz û qûma
çolistanan
teyr û tilûran berê xwe dan
warên nediyar
kulîlkên bax û bostanan
nepiþkivîn
xewa þevên þîrîn
li dayika min ya kezebþewitî
herimî
ez bûm qurbanê sextekar
û fêlbazan
çima cîhan ker û lal e
ka mirovahî li ku ma ye
eyyyy hawar hawar
ev çi karesateke
bêreng e
ev çi mirineke bi jan
û bêdeng e

2023-02-09
Stockholm








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5892