Bo Evînê perwer im
Dîrok: ÇáÃËäíä 06 ÝÈÑÇíÑ 2023
Mijar: Nûçe



Lazgîn Dêrûnî

Dilketim bejna
Zirav
Tor kirim
Sihra di çav
Rû girover
Wek hetav
Bisk li hestêm
Bûne dav


Aþiqê çavê
Reþ im
Ber dîdarê
Serxweþ im
Her li rex wê
Dilgeþ im
Bextiyar û
Kêfxweþ im

Bo evînê
Perwer im
Ez bi Eþqê
Bawer im
Ser wê Olê
Ez herim
Razî û
Misoger im

Dûrî yarê
Bê dil im
Wê nebînim
Dil kul im
Ez ji bo wê
Bilbil im
Hisreta çavê
Kil im








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5888