Komkujiya Gundê Hazdê/ 1926
Dîrok: ÇáÓÈÊ 14 íäÇíÑ 2023
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Beriya Mêrdînê bi bûyerên xweþ û nexweþ dagirtiye.. Li gor salên dîrokê gelek rûdan û bûyerên wê nehatine nivîsandin. Bi min xweþ e ku ez vê bûyera komkujiya gundê (Hazda Jorî), ya ku di sala 1926an de lê qewimî ye, hema wilo bi kurtî, ji bo we bêjim. Erê ev bûyer gundê Hazdê yek ji bûyerên Beriya Mêrdînê ye. Ev gundê ku dor 5 km Rojhilatî Amûdê dikeve û dor 20 km Rojavayî Qamiþlo ye. Sala ku ev bûyer lê qewimî ye, gundekî ava bû.. dor 60 malî têde hebû.


Di destpêka çerxê Bîstan de, gundê Hazdê bi serokatiya malbata Delî ji gundên sereke yên eþîra Mêrsîna dihat hejmartin, digel gundê Topiz bi serkatiya malbata Xello. Di wî serdemê de, ev gundên eþîrên ku li Beriya Mêrdînê di herêma Amûdê de bûn, hem bi navê xwe û hem bi navê eþîrên xwe dihatin naskirin, wek ku çawa Amûdê bi navê Deqorya, Zorava bi navê Bûblana, Xerabkortê bi navê Temika, Moza û Gundor bi navê Milanên Xidir Axa, Sinceqa Hecî Saadûn bi navê Badîna, Sebahiyê bi navê Gabara û Hazdê jî wek ku min got bi navê eþîra Mêrsîna dihat naskirin..
Wek ku diyar e artêþa tirkan Alayê Mêrdênê di Sibata 1926an de, gundê Alaqemþê þewitandin û di encam de gelek mêr, jin û zarokan hatin birajtin û kuþtin.. Seydayê Cegerxwîn di pirtûka xwe (Folklora Kurdî) de, hejmara wan kuþtiyan digihîne 1431 neferî, hem jî helbesta (Pîra Torê), li dor wan nivîsandiye.
Piþtî ku ew artêþa tirko di dawiya Gulana 1926an de, bi paþ de vedigere Mêrdînê. Di vegerê de digihêje rastî gundê Hazda Jorî û serleþker nas dike ku gundekî kurda ye, kurd tê re derbasî Serxet û Binxetê dibin, emrî leþkeran dike û gund didin ber topan û guleyan.. Di encamê wê êrîþa wan ya bi kîn û hovitî de 22 kesên kurd yên bêrî têne kuþtin û gelek birîndar dibin.. Di nav wan kuþtiyan de Hisênê Eliyê Delî û birayê wî Mehmûd, Mele Hamid bapîrê nivîskarê Kurd Bavê Nazê û hin ji xirîstyanên gund, digel ku gelek jî birîndar dibin, wek Emso Meyrmçî ji xirstyanan.
Hêjaye gotinê ku yekemîn car seydayê Cegerxwîn di vî gundî de melatî kiriye û Mîr Celadet Bedirxan di dawiya sala 1932an de, hatiye vî gundî ji bo dîtina wî -Melayê ku helbestan bi Kurdî dinivîsîne-. Li vir ev pirs tê bîra min; çima Cegerxwîn tiþtek li dor Hazdê jî nenivîsandiye, wek ku li dor Alaqemþê nivîsandiye?!

Qamiþlo 14/1/2023
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5879