Çîrokek Ji Folklorê Kurdî; Ez diçînim û tu diçîne ma wê kî bixwe?!
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 11 íäÇíÑ 2023
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

    Ji sala 1980î û vir de, her ku ronakbîrekî kurd dihat Qamiþlo min xwe digihandê û li gor xwe alîkariya wî dikir.. Di encam de min sûde ji þîret û serboriya wan werdigirt.. Di Havîna 1982an de dema ku Prof. Celîlê Celîl ji bo danheva zargotina Kurdî hat Sûriyê, bajarê Qamiþlo, min xwe pê ve gîhand û wek xelkên din alîkarî pê re kir.. Alîkariya min, min dengbêj, çîrokbêj û kalemêrên rîhspî jê re hazir dikirin wek: Demir Elî, Silo Koro, Hizniyê Selîm, Zêdan Bavê Ferîd û gelek ji kalemêrên folklorî..


Di encam de eþqa zimanê Kurdî bi min re mezintir bû û ez jê fêrî danheva folklorê kurdî bûm.. Bi demê re, carcara min çîrokek, gotinek pêþiyan, mamikek bibihîsta, di derhal de min dinivîsand. Ev çîrok jî yek ji wa ye. Rewþa ku îro em têde dijîn ev çîrok anî bîra min, min jî xwest ji we re bêjim. Min ev çîrok di roja 15/9/1984an de ji devê apê xwe Silo (Silêmanê Xelîl) girtiye:
  Di odeya gund de Hemo û Evdê ra û tevdîra xwe kirin yek ku ya dinî rojê, bi berbanga sibê re herin Nisêbînê Aþê Kanîka. Ji ber ku gundê wan dûrî Nisêbînê bû, divîbû di tariya berbangê de berê xwe bidin Nisêbînê Aþê Kanîka, da ku di vegerê de dereng nemînin û berî reþ têkeve erdê vegerin gundê xwe.
  Bi berbanga sibê re, azana melê re Evdê û jina xwe ji xew þiyar dibin.. Piþtî ku Evdê taþtêya xwe dixwe, ervanê xwe li ser piþta kera xwe diþidîne û berê xwe dide taxa Jorî mala hevalê xwe Hemo.. Li ber derê hewþa wî bang dike: Hemo Hemo ka tu hazirî.. Dereng e em herin.. Nû Hemo ji xew þiyar bibû.. Hemo lê vedigerîne: Ha ha.. va ez haziriya xwe dikim.. Hema çariyekê ez taþtiya xwe bixwim.. Û bang kebaniya xwe dike; Keçê! Ma ka ew nîska te kel pê nehat, nekeliya lê..! Da ku çend kevçiyan têxim ber dilê xwe de? De va ez û Evdê emê ervanê me barkin û li ser piþta kerê biþidînin, ta wilo tu jî çend hesk nîsk têxe sîtilê de ez bi rê de bixwim, nanekê du nanan ji bîr neke..
   Wiha herdu aþvanî li ser pêþta kerên xwe siwar, ji gund derketin û berên xwe dan Nisêbînê Aþê Kanîka.. Ji lez û bezan re Hemo sîtila nîskê bi qoþa kera xwe, ji rexê destê rastê ve girêdide û li bayê meþê nanekî ji paþila xwe derdixîne, bi herdu destan hûr dike û diçîne nav satila nîska ku bi qoþa kerê ve girêdayî ye..
  Di wê navê re qelaçek dikeve pêþiya wan de, bi hilkiþandina bi qelaç ve, sîtila nîska Hemo di qoþa kerê re diþemite bin teriya kerê û ji zora re bi ser satilê de rêx dike.. Hay û bayê Hemo ji þemitandina sîtilê bin teriya kerê û rêxa wê nîne, her ew bi herdû destên xwe nan hûr dike û diçîne nav satila nîskê.. Piþtî ku qelaç derbas dikin, destê xwe li sîtilê dipelîne ku nanê di destê xwe de biçîne nav, sîtilê li cihê wê nabîne, mêze dike ku sîtil çûye bin teriya kerê, xwe ditewîne û sîtilê li cihê berê vedigerîne, dibîne ku nîska wî û nan û rêxa kerê tevlîhev bûne, bûye kusp.. Darê xwe li kerê dixe û di ber xwe de dibêje: Ço kero ço! Ez diçînim nav û tu diçîne nav, ma wê kî bixwe!.









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5877