Çîrokek Fêrkirina Zarokan Ji keleporê Kurdî Hebê Lebê! Hebê Bi Çenda?
Dîrok: ÇáÃËäíä 09 íäÇíÑ 2023
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Em zarok bûn. Apê me Birko (Hecî Îbrahîm), kalekî Heyþtê salî bû, nîvmela bû, baþ zanîbû çîrokan bibêje û gelek serpêhatiyên wî hebûn.. Dema ku dihat odeyê û zilamên xerîb nebana, tenê yên malê bana, me doza çîrokan lê dikir.. Ji me re digot; qehwê ji min re gerim bikin.. Bi vexwarina qehweyê re çixareyek ji kîsê tûtina xwe dipêça, çend miz jê dikiþandin, dûyê çixareya wî bi ser serê me de bilind dibû û ji nû dest bi çîrokan ji me re dikir..
Belê dema ku wî ev çîroka (Hebê lebê! Hebê bi çenda?) digot, berî ku bêje, ji me re digot; ji Yekê heya Duwazda hûnê bêjin: (Hebê lebê! Hebê bi 1-12), ezê bersiva we ji Yekê heya Duwazda bidim û wiha destpê dikir:


Hebê lebê qet tune bê, li malka wî be, çek spî be, li ser xanî be, hebê lebê:
1-Hebê lebê! Hebê bi çenda?
-Hebê bi Yekê
-Yeka me navê Xwedê.
2- Hebê lebê! Hebê bi çenda?
-Hebê bi Dudwa
-Dudwên me þev û roj in.
3- Hebê lebê! Hebê bi çenda?
-Hebê bi Sisya
-Sisyên me Sê meh Bihar.
4-Hebê lebê! Hebê bi çenda?
-Hebê bi Çara
-Çarên me demsalên salê.
5- Hebê lebê! Hebê bi çenda?
-Hebê bi Pêncan
-Pêncên me ferzên Xwedê.
6- Hebê lebê! Hebê bi çenda?
-Hebê bi Þeþan
- Þeþên me nîvê salê.
7- Hebê lebê! Hebê bi çenda?
-Hebê bi Heftan
-Heftên me Heft Evdal in
8- Hebê lebê! Hebê bi çenda?
-Hebê bi Heyþtan
- Heyþtên me himlê salê.
9- Hebê lebê! Hebê bi çenda?
-Hebê bi Nehan
-Nehên me, nehê weldê.
10- Hebê lebê! Hebê bi çenda?
-Hebê bi Dehan
-Dehên me Dehkê Hecê.
11- Hebê lebê! Hebê bi çenda?
-Hebê bi Yazdan
-Yazdên me zarokên Yaqûb.
12- Hebê lebê! Hebê bi çenda?
-Hebê bi Duwazdan
- Duwazdên me çerxa salê.









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5876