Hejmara Şazdemîn a Kovara Şermola Derket
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 20 ÏíÓãÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Hejmara Şazdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê "Kesayeta wêjeyî" ye. Ji ber girîngiya vê mijarê di ronesansa giştî ya wêjeyî û çandî de.
Ji pêşekiya hejmarê: "Wêje ji bo zindîhiştina civakê mercekî sereke ye. Di heman wextî de civakê li ser piyan dihêle, herger wêje wisa be, dêmek divê wêjekar jî ji civaka xwe şiyanê werbigire û civakê zindî bihêle. Ger wêjevan ne di wê ferq û zanînê de be ku erkekî wisa giran ser milê wî ye, wê nikaribe tişta ku jê tê xwestin pêk bîne û karekî bi sûd ji bo civakê pêşkêş bike. Ji ber ku Kesayeta wêjeyî mirovekî/e xwedî jêhatî û behremendiyekê ye, dikare raman, hest û nerînên xwe bi awayekî zelal û xweş bîne ziman, ji bo ku ew kesayet rola xwe ya cihêreng bilîze, divê tiştên taybet û balkêş pêşkêşî civakê bike…".


Di hejmara Şazdemîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistan û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.
Di beşa kurdî de ev berhem hene: Kesayeta wêjeyî (Beşîr Mele Newaf), Torevanî û torevanê rasteqînî (Nêrgiz Ismayîl), Melayê Cizîrî û pênaseya evînê -3- (Diyar Bohtî), Di sedsala dawî de, Rewşa Ziman û rewşenbîriya kurdî li Rojava (Konê Reş), Hevpeyvîna hejmarê li gel Nivîskar û lêkolîner Remezan Pertev e, Der barê ziman de pirtûkek giranbiha ”Bingehên Rêzimanê Kurdî” (Lokman Polat), Qewêtî (Ş. Xelîl Selîm Şawîş, wergera ji erebî: Aram Hesen), Şelpîkirina masîgiran ber ve malê (Derek Walcott (Dêrêk Walkut) Werger: Azad Ekkaş), (Nivîsa şanoyê) Refikên Riziyayî (Alan Ebdela), û di helbestê de: Şengal û Efrîna birîndar (Hinara Tajdîn), Payîz (Mihemed Haris Demir), Gula rengîn (‏‎Mihemed Welîd), Sorgul (Şama Mihemed), Rojnameya Serxwebûn (Armanc  Hêvî), Di civaka Êzîdî de Feqîr (Arif Şingalî), Ji gundên navçeya Girkê Legê (Sermsaxa Banî- Mistefawiyê) (Şerîf Mihemed), û berhemên ciwanan ev in: Min nexapîne asîman! (Sewsen Şêx Bekir), Xanima dil (Beşar Horo).
Hejmara Şazdemîn a kovara Şermola 192 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Sernivîskariyê ya kovarê (wêjeya Berxwedaniyê) weke dosyaya hejmara bê ya “Hevdemîn” pejirand û ragihand da ku nivîskar û lêkolîner bi berhem û nivîsên xwe yên çandî û wêjeyî beşdarî hejmara nû bibin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5870