Waneyek li ser Rźveēūna Diktor Nūredīn Zaza li Helebź
Dīrok: ĒįĢćŚÉ 09 ĻķÓćČŃ 2022
Mijar: Nūēe



Di dîroka / 6 / 12 / 2022an de bi vexwendina Malbenda Helebê ya rewženbîrî û bi beždarbûna hejmarek ji nûnerên partiyên siyasî yên kurdî û komeleyên civakî û saziyên civaka sivîl û hejmarek Ji rewženbîr û kesayetiyên welatparêz Mamoste Hižmend Žêxo Endamê Komîta Navendî ya "Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê" Waneyek bi zimanê kurdî li ser "Rêveçûna Diktor Nûredîn Zaza" pêžkêž kir.
Wane li ser Sê bazneya hate parvekirin zaroktiya wî , jiyana wî ya çandî , jiyana wî ya rêzanî û rola wî wek kesayetiyekî hižmend û serbazekî nenas  di nav tevgera netewî ya kurdî de.
Pižtre deriyê gotûbêjê û pirsan hate vekirin û bersivên beždaran hatin dandin.


Di dawiya waneyê de jî bîrnameya ku Diktor Nûredîn Zaza di sala 1961an de di zîndanê de ji serokê Dadgeha bilind a ewlekariya dewletê re žandibû ji beždaran re hate xwendin.

Waneyek li ser Rêveçûna Diktor Nûredîn Zaza

Dost û hevalên hêja careke din ez xêrhatinê li we dikim û dibêjim hûn li ser çavan hatine waneya min li ser jiyana xebatkarekî hižmend û serbazekî nenase di tevgera netewî ya kurdî de ew jî Diktor Nûredîn Zaza ye. Ez vê kurte nasînê li Ser zaroktiya wî , jiyana wî ya rewženbîrî û rêzanî û rola wî di nav Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de diyarî we û hemû hezkiriyên wî dikim.
---------------------------------------------------------------------
Di dîrokê de û dema mirov rûpelên mêjû û çanda gelan dipelîne û bala xwe dide serxwebûna welatan û Azadiya gelan û li nimûne û ezmûnên gelên Azadîxwaz dinêre û dide ber hev rastiyek ji mirov re xuya dibe ku her welatek, her miletek bi rewženbîr , siyasetmedar û hižmendên xwe tên nasîn û her netewek ji zordariyê rizgar nabe û nagihê Azadiya xwe bêyî kar û xebatê û di heman demê de hižyarbûna her miletekî bi tevgera rewženbîrî û tevgera netewî ya wî miletî ve girêdayî ye,  weke hemû gelên cîhanê gelê kurd û hižyarbûna netewî ya kurdî li Kurdistanê vedigere rojên damezrandina tevgera netewî ya kurdî li her çar parçeyên welatê me bi tevahî û bi taybetî li Kudistana Sûriyê û yek ji rewženbîr û pêžengên gelê me Diktor Nûredîn Zaza ye.
Di 15’ê Sibata sala 1919’an de li bajarê Me’den a Elezîzê nêzîkî Amedê li Kurdistana Bakur hatiye jiyanê .
Ew Ji malbateke welatparêz û kurdperwer bû , xwendina xwe ya seretayî di sala 1930 î de li Siwêregê dixwîne û ya navîn jî di sala 1938’an de li Amedê bidawî dike , dema žoreža Žex Se’îd pîran di sala 1925’an de destpêdike, bavê wî (Ûsib Efendî) û birayê wî yê mezin Diktor Nafiz alîkarî û pižtgîriyê didin vê žorežê , lê dema žorež têkdiçe Ûsib Efendî û Diktor Nafiz tên girtin û pižtî serbest berdana wan di sala 1938’an de tevî Nûredînê13’e salî ji Amedê derdikevin û derbasî Sûriyê dibin , pižtre berê xwe didin bajarê Helebê û li Žamê bi cî dibin .
Li Sûriyê Diktor Nafiz karê xwe yê bijîžkiyê berdewam dike , lê xebat û têkožîna xwe ya kurdî jî ranawestîne û bi rolekî berçav radibe di damezrandina (Komela Xuyebûnê) de û di sala 1946’an de dibe serokê wê komelê , pižtî žewtandina gundên kurdan ji ber serhildana ( Ihsan Nûrî Paža ) , Zaza gelekî xemgîn dibe lewma ew û hevalên xwe yên dibiatana Firansî žandeyekê çêdikin û nivîsekê ji baylozxane û nûneratiya Ewripayê yên li paytexta Sûriyê Žamê re dižînin û nerazîbûna xwe didin nîžandan , herwiha gelek hewldanan dike ji bo damezrandina (Komela Hêvî) û pižtre Dr.Zaza xwendina xwe ya amadeyî li dibistana Firansî bidawî dike û hewl dide ku tevlî refên žoreža Kurdistana Îraqê bibe , Lê di sala 1944’an de ji aliyê hêzên ewlekariya Îraqî ve tê girtin û li Mûsil û Bexdayê tê zîndankirin .
Pižtî ku tê berdan , di sala 1945’an de ew diçe Libnanê da ku xwendina xwe ya zanîngehê bežê (zanistiya rêzaniyê) li zanîngeha Firansî bidawî bîne , demekê li Radiyoya Beyrûtê di bežê kurdî de kar dike û pižtî ku êzgeh tê girtin , Ew dibistaneke kurdî vedike , herwiha li wir malbata Berdxaniyan nas dike , bi wan re kar dike , ji bo kovarên ” Hawar û Ronahî ” û di vê çarçewê de alîkariya mîr Celadet Bedirxan dike.
Pižtî ku bawernameya xwe ya zanîngehê di sala 1947’an de distîne di 1949’an de berê xwe dide Siwîsrayê ji bo xwendina asta bilind li wir bixwîne , di sala 1956’an de bawernameya Diktora di Felsefê de distîne .
Di dirêjahiya vê demê de wî dest ji kar û xebata netewî ya gelê xwe berneda û hewl dida ku li Ewripayê jî êž û azara gelê xwe û rewabûna doza netewî ya kurdî di nav civaka ewripî de bide naskirin.
Di sala 1949’an de ew û hejmarek ji hevalên xwe (Komela Xwendekarên Kurd) avadikin û dibe serokê wê komelê û pê re jî ew û hevalên xwe kovarekê bi navê ”Dengê Kurdistan” bi zimanên Kurdî , Firansî û Ingilîzî derdixin û diwežînin.
Di sala 1956’an de ew Diktora di zanistiya rêzanî de distîne û careke din vedigere Sûriyê da ku xebat û têkožîna xwe berdewam bike û li zanîngeha Žamê dibe mamosteyê Felsefê .
Di sala 1957 an de hejmarek ji pêžengên kurd wek (Hemîd Derwîž , Osman Sebrî , Hemzeyê Niwêran) yekem tevgera rêzaniya kurdî li kurdistana sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin , Nûredîn bi žêweyekî ne ažkere pižtgiriya wan dikir di wê gavê de û pižtî danûstan û têkildarî bi hevalên Kurdaxê re çêbûn weke (Režîd Hemo , Mihemed Elî Xoce , Žewket Henan û Xelîl Mihemed) bi žêweyekî fermî ew hevalina û Dr Zaza jî tevlî vê xebatê dibin û di roja Çardehê Cehzerana sala 1957an de damezrandina partî radighînin û Diktor Nûredîn hate hilbijartin serok ji partiyê re .
Di wê demê de qonaxeke nûjen û ber çav ji xebata netewî ya Kurdî li Kurdistana sûriyê despêdike , cemawerê gelê kurd li dora Dr. Zaza û Partiya Pêžverû kom dibin , ev pêngav dibe cihê metirsiya çavsor û neyarên gelê me û bi taybetî desthildariya yekgirtî ya ( yekîtiya Sûriyê û Misirê di sala 1958’an de ) , Lewre di sala 1960 de dest bi girtina çalakvanên rêzanî kirin û hevalekî partîzan nema û nehat girtin û ižkence nedît ji aliyê wan zordaran ve, û di wê salê de Diktor Nûredîn jî tê girtin û 18 heyvan ew di zîndanê de dimîne.
Di zindanê de ew nivîskê dižîne ji serokê dadgeha ewlekariya dewletê re li Žamê , Ev nivîs gelekî hêja û giranbuha bûye ji ber ku rewža herêmê bi gižtî û mijarên rêzanî dinav nivîsê de hatine. Naveroka wê dibêje ku mafên gelê kurd ên hebûn û jiyanê li warê wî li bakurê Sûriyê hene , gereke çanda wan bê parastin , û ti carî çand û dîroka kurdî tevî ku ev qas žer , kužtin , barkirin û bi dûrxistina ji nižtiman û xaka kurdî , lê gelê kurd tu carî winda nebûye û nehatiye pižaftin , lewre divê biratiya gelan li herêmê pêk bê û kužtina gel û çanda wî tawaneke li dijî yasa û zagonên mirovahiyê ne .
Pižtî ku Diktor Nûredîn ji zîndanê bi derdikeve , di nav hevalên xwe de bi taybetî, û di nav tevahî civaka kurdî de gelekî bi nav û deng dibe. Lê di wê çaxê de hilbijartinên perlemanê di sala 1961’an de çêdibin , Dr. Zaza bi navê Partiya xwe derbasî hilbijartinan dibe û dighê asta serkeftinê lê hêzên desthildariyê bêbextî û sextekariyê dikin û wî digrin , Pižtî ku ew serbest tê berdan diçe Libnanê û gelek têkîliyan bi kesayetiyên navdar ên Libnanî re çêdike weke : Kemal Canpolat , herwiha di vê çarçewê de ew peywendiyan bi serkirdeyên žoreža kurdî ya Bažûrê Kurdistanê re çêdike, lê ew peywendî dibin sedema nerazîbûma hikûmeta Libnanî, radibin wî digrin û di riya Urdinê re wî radestî Sûriyê dikin û li wir jî careke din di sala 1966’an de 7 heyvan tê girtin , di wê demê de Sûriyê dibin desthildariya Partiya Be’is a žovînî deye û wî sirgunî Siwêdayê dikin.
Di sala 1967an de ew diçe Tirkiyê cem birayê xwe Režo , lê ewlekariya Tirk pê dihesin , mafê nižtecîtiyê nadinê û didin peyî wî lewma ew neçar dimîne ku ji Tirkiyê bi derkeve û di sala 1970 de berê xwe bide Ewripa û li Siwîsrayê bi cî dibe.
Diktor Nûredîn di sala 1973’an de li Siwîsrayê û di 53 saliya xwe de bi jineke rojnamevan re bi navê “Gilberte Favre” re dizewice û kurekî jê tîne , navê wî dikin”ChangoValery”(Žengo) , di dawiya temenê xwe de wî li Lozanê weke mamosteyê zimanê Firansî li dibistanên wî welatî kar dikir.
Diktor Nûredîn di roja 7’ê Çiriya Pêžî de di sala 1988’an de li derveyî welêt li xerîbiyê li bajarê Lozan li Siwîsrayê koça dawî dike û li wir tê vežartin .
Diktor Nûredîn Zaza ne tenê siyasetmedar bû û hew , Lê belê ew serbazekî nenas , xebatkarekî wêrek , tekožerekî payebilind û hižmendê gelê xwe bû , herwiha ew rewženbîr û nivîskarekî zîrek bû , bi sedan ji gotar û nivîsên wî rûpelên herdu kovarên “Hawar û Ronahîyê ” xemilandine û zengîn kirine , û destana “Memê Alan” veguherand tîpên latînî û çap kir , Romana “Živanê Kurmanc” a Erebê Žemo ji Firansî wergerand Kurdî û di sala 1982’an de pirtûka bi navê ” Jiyana min a kurdewarî an Hawara gelê kurd ” bi derxist û di vê pirtûkê de behsa jiyana xwe û têkožîna gelê kurd dike , Her wiha xwedî rolekî berçav û sereke bû di damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de.
Diktor Nûredîn Zaza guhdaneke mezin dabû Zimanê Kurdî û mijarên rastkirin û pêžxistina zimên , Lewre wî camêrî bang li kurdan kiriye û wisa gotiye :
Gelî Kurdan !
Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tižtî bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nasbikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêžve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
Her di derbarê Zimanê Kurdî de wisa dibêje :
Xortno! Birano! Bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin û wî bidin xwendin û nivîsandin! Her ro nîv saetekê xwe bi vî karî mijhûl bikin têrê dike. Miletê me di tarî û perîžaniyê de ye. Riya rizgar û gežkirina wî ev e!....
Ji Berhemên wî :
- Bangeke ji bo miletê kurd di Sala 1982’an de .
- Žerê Azadî – Helbest / -Beyrûd ( Li Ser žoreža Kurdistana Bažûr )
-Wergerandina Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji zimanê Firansî wergerand zimanê kurdî.
-Nivîsarin di rojname û kovarên Firansî de.
-Wergerandina pirtûka Živanê Kurd ji zimanê Firansî wergerand zimanê kurdî.
-Wergerandina pirtûka Basîl Nikîtîn a bi navê ” Kurdan ”
Bi zimanê Firansî ( jiyana min a kurdî yan Hawara gelê kurd ) 1982 – Siwîsrayê
Bîranîn – çapa yekem – 2008/ Stenbol, ji wežanên Avesta.
Gulê ( Berhevoka çîrokên wî ) çapa yekem Gulana 2007 / Diyarbekir.
Memê Alan bi latînî .
Keskesor .
Kurdistan , Bi firansî .
Herwiha bi dehan nivîs û gotarên wî yên cihêreng bi zimanê Firansî û Erebî di rojname û kovarên Libnanî de hene.
Parçeyek ji helbesta wî ya bi navnîžana Žerê Azadî
Inglistana xwînmêj
Nûrî Seîdê noker
Qasimê žêt û gêj
Û Basiyên cinawer
Bi top û tang û balafir
Bi bombeyên bi agir
Bi heres û bi pirsan
Kambax û wêran kirin
Welatê me Kurdistan
Hêjano di derbarê rêveçûna Diktor Nûredîn de gelek rewženbîr , siyasetmedar û kesayetiyên welatparêz wek pirofêsor Qenatê Kurdo , Mamoste Hemrež Režo , Mamoste Cegerxwîn , Mamoste Režîd Hemo , Mamoste Kendal Nezan , Diktor Kemal Mezher Ehmed , Diktor Izedîn Mistefa Resûl , Ebdilrihman Zebêhî ,  Diktor Qasimlo , Serok Mam Celal nivîsîne û rola wî anîne ziman. Di payiza sala 2019an de em li Kurdistana Azad bûn rojekê li nivîsgeha Silêmaniyê ya partiya me min gotûbêj û hevpeyvînek taybet di derbarê lêbirk û režekujeriyên rêzanî yên ku di nav tevgera kurdî de çêbûne bi žagirtê wî yê siyasetê mamoste Ebdilhemîd Derwîž re kir û bersiva wî ev bû :
Mamosteyê min Diktor Nûredîn Zaza
Sala 1956an ez li Žamê bûm min pola Yazdan dixwend. Di wê salê de Diktor Nûredîn Zaza Li derveyî welêt bû ji Ewrûpa hate Sûriyê.
Bi wê mijarê gelek alavên ragihandê yên wê demê ev nûçe belavkirin û dor deh rojnameyên Erebî yên têne bîra min wek :
Feyha) الفيحاء), ( Berede بردى ) , ( Raya Gižtî رأي العام ) ، ( Serxe صرخة ) van rojnameyan nivîsîn : Sûriyê xêrhatina lawê xwe yê hêja û zanyarê mezin Diktor Nûredîn Zaza dike , Wan rojnameyan tekez kirin û gotin ku zanyarekî Sûrî bi asteke bilind , bi rêje û pileyeke serkeftî ji Lozanê xwendina xwe bi dawî kiriye û vegeriye Sûriyê.
Li Žamê li mala Rewžen Bedirxan me hev naskir wê demê ez xwendekar bûm , Ew gelek caran çûbû Qermanê lewre wî berê malbata min baž nasdikir , pižtre danûstan di navber me de çêbû , Rojekê ji min pirsî hûn çi dikin?
Min bersiva wî da : Ez û Osman Sebrî partiyeke kurdî çêdikin wî vegerand û got gelekî baže spas ji were û heya ku ez karibim ezê alîkariya we bikim , ji wê rojê de peywendiyên min bi Diktor Nûredîn Zaza re çêbûn.
Di wê demê de wî navendeke dermanan bi nave( Fêrma Zaza) ji xwe re vekir bû , Derman ji Siwîsrayê dihanîn û pižtre difrot dermanxaneyan wisa kar û debara xwe dikir , li wir car caran ez diçûm cem rûdinižtim û wî jî karê xwe dikir.
Nûredîn siyasetmedarekî bi nav û deng bû , û cihê karê wî Fêrme Zaza bû navendeke kurdî ji xelkê kurd re , û hemû welatparêzên kurd ên li Žamê li Fêrme Zaza komdibûn , me rewža gelê kurd û tevgera kurdî gengeže dikir.
Nûredîn wek min naskir siyasetmedarekî gelekî mezin û jêhatî bû , û gava ku bûyerek an helwesteke siyasî žirove dikir bi žirovekirina wî ji wê helwestê re mirov zanî ku kîjan siyaseta raste û kîjan çewte. Herwiha mirov dikarî helwesta xwe ya siyasî ava bikira.
Dahûraneke rast û zanistî dida bûyer û mijarên xwe yên siyasî û li ser radiwestî.
Min û Osman Sebrî Partî damezrand camêr li rex me rawestî û alîkariya me kir û bi taybetî di nivîsandina tizûka navxoyî de û hêdî hêdî got Ezê wek hevalekî we bi were bixebitim û wek hevalekî me bi mere xebitî me tizûka xwe nivîsî û me li çapxaneya kerem(200) rûnivîs bi(200) peryên sûrî me çapkir û me belavkir , pižtre em ketin nav hevalan û nav xelkê xwe Nûredîn wek rênasekî rê li pêžiya me dirust dikir û hêdî hêdî dihêžt ku xelk bi alî mede bên.
Tižtên ku ez li ser Nûredîn zanim wek ez tê dighêm siyasetmedarên wek wî di Rojhilata Navîn de gelekî kêmin , Ew siyasetmedarekî bi nav û deng bû, û gelekî bi doza kurdî ve girêdayî bû.
Nûredîn yek ji wan kesan bû yên ku bi hebûna xwe tevgera kurdî xurt û dewlemend dikir.
Di sala 1956an de me damezrandina partî ragihand û di sala 1957an em û hevalên Kurdaxê gihan hev pižtî sala 1958an Nûredîn jî giha me û tevlî me bû pižtre me ew hilbijart wek serok ji partiyê re ew bû Serokê Partiya me û di nav mede xebitî , Lê dirêjnekir û di sala 1961ê de girtin çêbûn Nûredîn jî di nav wan de hate girtin.
Ez wek kurdekî karim vê bêjim ku hebûna xebatkarekî wek Nûredîn û hemû hevalên serkirdayetiya partiya me istxbara Sûrî ji wan gelkî tirsiyan ku ev partî , ev serkirdayetî wê metirsiyekê ji wan re peyda bike , Lewre xebitîn ku çawa nakokiyan bixin nav me û mixabin nakokî û pirsgirêkên mezin xistin nav me û têde bi serketin , Li derve û di zîndanê de žerê Nûredîn bi tundî dihate kirin ji bo ku wî ji tevgerê bi dûrxin û dûrxistina Nûredîn ji partiya me em gelekî hejar û xizan kirin.
Pižtî ku Nûredîn ji me bi dûrxistin ew surgnî siwêda yê kirin li wir bû penaber ji wêde hat û pižtre çû Tirkiyê li wir berdewam nekir û berê xwe da Lozanê , çûna Lozan bê daxwaz û vîna wî bû camêr nedixwest here , Lê ji ber ku ew nikarî li welatê xwe bima û ji neçarî berê xwe da Lozanê û di kêferata jiyanê de berdewam bû heya kêliya dawiyê ji jiyana xwe.
 Di roja 7 ê Çiriya Pêžî de di sala 1988 an de li derveyî welêt li xerîbiyê wî koça dawî kir.
Ez baž nizanim lê wek min bihîstiye gotin ku ji jina xwe re gotiye : Bila kurd neyên ser gora min , Bila kurd žînî û sersaxiya min nekin ji ber ku ew gelekî ji gelê xwe bêçar mabû ku miletê wî žerê wî dikir , Kurdên wî žerê wî dikrin , Lewre ji hevjîna xwe re gotibû bila kurd neyên ser gora min û di hersê rojên sersaxiyê de pêžwaziya wan meke û pižtî wê dîsa mala min ji gelê min re vekiriye.
Tenê Ezê gotinekê bikim ên ku žerê Nûredîn kirine û ew ji welatê wî surgin kirine (xwedê ji wan ne razî be û rûyê wan rež be) ji ber ku ew zilamên xelkê bûn , Ew zilamên istxbaratên Sûrî bûn wan kesan xwestin ji Nûredîn xilas bin û partiya me xizan bikin û zor mixabin têde bi serketin ji Diktor xilas bûn û partiya me jî perîžan û hejar kirin.
Ez wek mirovekî kurd dibêjim û yek ji hevalên Nûredîn bi dirêjahiya sê salan ez herdem bi wî re bûm bi žev û roj Lewre ez dibînim ku Diktor Nûredîn Zaza fêrkar û mamosteyê min bû di siyasetê de , Ez baž ji wî camêrî fêrî siyasetê bûm , Ez gelekî serbilindim ku ez xwe žagirtekî wî dibînim , Ez miletê xwe û hevalên xwe di Partiya Pêžverû de temîn dikim ku wa ezmûna Nûredîn dubare nekin û nehêlin ev kiryarên xirab di nav tevgera kurdî de bimežin ji ber ku destê dijminê me dirêj ketiye nav tevgera kurdî de , ew dixwazin me tune bikin , Di vê derbarê de Mihemed Teleb Hilal di pirtûka xwe ya li ser Cizîrê dibêje :Em kurdan berdin hev , Nakokî , Dubendî û pirsgirêkan di nav wan de peyda bikin  
(وهذا سهل وميسور)ew gelekî çêtire ji girtina wan.
dibêje yanê ev jî gelekî hêsane , û yek ji encamên vê siyaseta kirêt ewe ku Nûredîn ji me bi dûrxistin , partiya me hejar kirin û tevgera miletê me parçe kirin.
Min gelek siyasetmedarên bi qedir dîtin wek Xalid Begdaž , Ekrem Horanî , Husnî Berazî xwediyê rojnameya ( Elnas ) ev hemî siyasetmedarên bi nav û deng bûn lê bi nerîna min hersê jî nedighan Nûredîn di siyaseta xwe de.
Nûredîn siyasetmedarekî paye bilind bû ew fêrkarê siyasetê bû , Ew mamosteyê kesên siyasetmedar bû , û çûna wî ji nav me mezintirîn zirar bû ji gel û tevgera netewî ya kurdî re.
Siba wê dîrok bi tîpên tarî binivîse ku Tevgera Kurd ji lawên xwe yên baž hez nake , Tevgera kurd ji xebatkarên xwe yên dilsoz hez nake.
Ez hêvîdarim ku ew ezmûna giran ji partiya me re û ji tevahî gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî re bibe waneyeke baž da ku di pêžerojê de karibin rê li pêžiya siyasetên çewt bigrin ji bo careke din ev kiryarên neyaran di nav tevgera me de dubare nebin.
Em wek hevalên wî di Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê de û li gor derfet û karînên xwe me yekemîn hola kurdî li Sûriyê çêkir me xwest em wê holê bi navê serokê partiya xwe bi nav bikin ( Hola Diktor Nûredîn Zaza ) da ku ew kesayetiya bi nav û deng Ew xebatkarê hêja herdem bimîne sax di nav heval û miletê xwe de.
Sed silav li giyan û gora Nûredîn be
Sed nefret li gora wan kesên ku Nûredîn êžandin û ji me bi dûrxistin nefret li gora wan be
Ebdilhemîd Derwîž
Sekreterê Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê

Jêder û Çavkanî :
Hemrež Režo , kovara çiya, hejmar 3
Kovara Bîr , hejmar 1
Kurmancî ( wežana Enstîtuya kurdî ya Parîsê ) hejmar 4 zivistana sala 1989
Pirtûka Jiyana min a kurdî yan Hawara gelê kurd ya Dr. Nûredîn Zaza
Malpera Dengê Kurdistan
Hevpeyvînek taybet li ser rêveçûna Diktor Nûredîn Zaza bi Mamoste Ebdilhemîd Derwîž re
Pirtûka Dîroka wêjeya kurdî. Ji wežanên Enstîtuya Kurdî ya Istenbûlê.

Beždarên berêz : Di dawiya vê waneyê de ez dibêjim : Sed mixabin û heyfa gelê kurd ku nikare li siyasetmedar, Rewženbîr û xebatkarên xwe bi xwedî derkeve.
Hezar silav li giyanê te be ey hižmendê gelê min.

Diktor Nûredîn Zaza ji bîr nabe wê herdem di dîroka gelê xwe de bijî.
Hûn tev bijîn di evîna welatê xwe de û spas ji guhdariya we re

 19 / 11 / 2022

Amedekar û wanevan : Hižmend Žêxo




















Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5863