Xelata Cegerxwîn ya dahênanê îsal 2022 giha helbestvanê kurd Bedirxan Sindî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 06 ÏíÓãÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Komîteya Xelata dahênanî ya seydayê Cegerxwîn biryar da, ku xelata xwe di warê helbestê û xizmeta wêje û çanda kurdî de bide torevanê kurd Bedirxan Sindî, ku ew yek ji helbestvanên kurd e, yên ku bi berhemên xwe yên toreyî û çandeyî pirtûkxaneya kurdî dewlemend kirine. Helbestvan Sindî di sala 1943 an de li Zaxoyê ji dayik bûye, doktoraya xwe li zanîngeha Wêlis ya Birîtanî wergirtiye û wek mamosteyê zanîngehê kar kiriye. Di sala 1970ê de li Hewlêrê wek serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd hate hilbijartin. Wî gelek karên çandeyî kirine, ji wan bûye sernivîserê rojnameya ”Teaxî” di navbera salên 2005 û 2016. Sindî gelek lêkolîn û berhem nivîsandine, di nav de ”Hikmeta Kurdî” , ”Dema Çiya Giriyan” - û berhevokên wî yên helbestî: 1- Helbestên min - bi Kurdî. 2-Helbestvanê Gundê Perîxan - bi kurdî. 3- Bajarê min biryara koçbarîyê dike, Bi erebî. Û gelekên din, û patenta wî di afrandina alaveke hînkirina koran de heye.


Herwiha komîta xelatê biryar da, ku helbestvan Mohammed Ferman -wek yek ji vebêjerên helbesta Cegerxwîn- ku li Qamiþlo di sala1950 de ji dayik bûye, û ana li Elmanyayê dimîne û bi salane helbestên kevneþopî li ser rêzên helbesta helbestvan Cegerxwîn yên kilasîk dinivîse, wê bawernameya rêzgirtinê bighê.
Di çerxa xwe ya nû de, komîta xelata Cegerxwîn hem ji helbestvanan û hem jî ji nivîskaran pêk tê, komîta îsal 2022 ji van rêzdaran hatiye pêkhatin:- Boniye Cegerxwîn- Mûayid Teyib- Fattah Tîmar.
Komîteya Xelatê ya Yekîtiya giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê pîrozbahiyê li helbestvan Bedirxan Sindî dike, bi boneya wergirtina xelatê di vê salê de, û jê re saxlemî û jiyaneke dirêj, û bidestxistina berhemên zêdetir, ku dikeve xizmeta pirtûkxaneya kurdî de, dixwaze. Herwiha komîta xelatê pîrozbahiyê li helbestvan Mohammed Ferman dike, ku wî weke yek ji girîngtirîn vebêjerên zindî yên helbestê bi nav dike û hêviya temenkî dirêj, û tenduristî, afirîneriya zêdetir û xizmetkirina bîreweriya afirîner û çandî ya Kurdî jê re dixwaze. Hêjayî gotinê ye, ku heta niha van helbestvanan ev xelat wergirtiye: Sedayê Kalash, Bê Bûhar, Mele Nûrî Hesarî, Mihemed Elî Hiso, Konê Reþ, Deham Abdulfetah, Ferhad Icmo, Dildarê Mîdî, Xelîlê Sasûnî û Keça Kurd.
xelatacegerxwein@gmail.com  
04.12.2022








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5862