Xilxalê Hozanvanekî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 02 ÏíÓãÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Bavê Zozanê

Dîpaçe:
Bi rastî ji mêjve min dixwest vekolînekê li ser helbestên mamosta Hefîz Ebdulrihman binvîsim lê her û her min xwe ji vê babetî dûr dikir, ditirsiyam ku li ber pêlên awazên peyv û wateyên helbestên wî herim, têde noqbibim, ,nikaribim melevaniyê di wê lehiyê de bikim, vêca mafên wan goşe helbestan bi xwe re winda bikim.


Ji alîkî din ve jî ez li benda dîwaneke wî çapkirî mabûm ku bi rastî hêjaye ku berhemên mamosta Hefîz Ebdulrihman nêzîk ne dûr, bêne çapkirin, ku ji xwe helbestên wî têre du dîwanan û bihtir -li gorî agahiyên min- wê hebin .

Ji xwe di serî de karim bêjim ku mamosta Hefîz Ebdulrihman xwênerê xwe di deyne pêşberî qeşengbûna gotina kurdî  rû bi rû ,wisa jî hemberî ferhenkek e xemilandî ji sir û raz û awazê papîran , ew gotinê ku bihna kurdewariya resen jê difûre wisa bi şarazayî tevlî xwîdana bav û kalan wan ristan dihûne ku pêre pehlewaniya bermayîyan tevlî afsanan dike vêce resentiya lat û zinarên kurdistanê mîna Erebê Şemo di dîroka kevnar de berz û diyar dike.

Naverok:
 Lêgerke bi lez min li helbestên mamosta Hefîz Ebdulrihman kir, ji xwe  ti navekî heyî di dîroka torevaniyê de min layiqê wan helbestên wî nedit,wek em di zanin ku gelek coreyên helbestê di dîrokê de hene  mîna:
Helbesta stranî ,Helbesta afsaneyî,Helbesta şanoyî,Helbesta çîrokî..Di nerîna min de û wek li jorê jî min amaje pê kir mamosta Hefîz Ebdulrihman pêmayî û afsanê tevlihev dike biheve girêdide ,bi tilyên terzîyekî  hêja û pispor( mîna terziyê qapûtê Gogol Pitrovitş )di wijdanê xwênerê xwe de wan wêneyan dipîve ,diqusêne û didrû, wisa manendê tayên hevrîşmî di stwê her xwênerekî xwede berdidê- ta  nêzî helbesteka romanî dibe,ku wek kurte roman dikarim bi nav bikim lê tije wêneyên himbiz e  ku carcarna nêzî sinema Yilmaz Guney dibe nemaze di helbesta xwede ya bi navê**Bi kêmtir ji stranekê** ku çilo Guneyê  dirêjbûna filimê xwe YOL bi tevahî himbiz kiribû,  di wê arma çikandî di nêv berfê de, ku navê Kurdistan li ser hatibû nivîsandin ,bitena xwe li wê çola tev spî ku yek ser bala dîdevan  dikşand ser tixopê Kurdistan ê, wisa jî mamosta Hefîz Ebdulrihman wek derhênerkî şaraze dixwaze bêje ev der Kurdistan e, ku wek filmê sinemê hinohino helbesta xwe li ber çavê xwêner di herikêne ku daweta xwe li çiyayê Kezwanê li ber şewqa çirayên Mêrdinî lidar dixist ku dengê dawetê tevlî zingilên keriyên êlê dibû , ew der bi xwe cihê meydana Mihînin bav û kalê wî bûn
Di binya çirayê gumbedên Mêrdînê re
Ta bêhna xwêdana serekgovendekî
Li çiyayê Kizwana
Dihata kêşan .
Ew deşta bi sirûdên pala û zengilê keriyên êlê
Xemilandî
Ji xiftanê zeriyek e * Millan *bedewtir bû
Ew deşta sartir ji ava kûzekî
Germtir ji stranek e evînê
Meydana mihînin bavê min bû
Belê va ferhenga awazan ji vir dest pêdike û li dawiya helbestê jî nasekinê ku ji xwe ev peyvên ku mamosta Hefîz Ebdulrihman bi kar tîne -di vê heyamêde- bi peran jî nayên kirîn ku pirên zarokên me jî ,jibîr kirine mîna  Çire,Mihîn, Xiftan,Zengil,Kûz wisa jî navê deverên Kurdistan ê li ber me radixe çiyayên Kizwanan ,deşta Mêrdîn ê …
Bêguman mamosta Hefîz Ebdulrihman eynê gotina nemir Yilmaz Guney dibêje,  yekî li ser qarmê di filim de ber bi çav kiribû, û yê din jî li ser kaxetê, ku herdiwan dixwestin bêjin ev der, Kurdistan e.
Mexabin dijminê me, ji çêbûna dîrokê ve ,me û welatî me tert û bela dike bê ku em qewêtiya Ehmedê Xanê bi cih bikin û ta niha jî ew têlên sinoran ji xwîna bav û bapîrê me sorin
De razê bavo li cihê ko tu lê dirêjkirî
Destê min nager e
Zîvê gustîlê ji xwîna te paqij bikim
Destê min nagihê danheva
Kehremanê tizbiha teyî birindar!
De razê bavo li cihê ku lê dirêjkirî
Roja şermokî ber bi avabûnê ve
Riwê xwe ji ser cendekê teyî sar dide alî
Û ronahiya çirayên Mêrdînê
Di davê têlên sinorîde dibawişke!!!
Dîsa dikarim bêjim ku mamosta Hefîz Ebdulrihman bi zelalî û bi hesanî rişma helbsta xwe digre û wek siwarê hespa boz cirîdê di nav gotin û hevokan de bê minetî dike, dikare bi xweşî bê ku hespê xwe bide bi telb yan jî westandin tabloya xweya rengîn ava bike ku qoça hemî hunermendan hemî şêwekaran hildide , pêrejî xwendevanê xwe ber wêneyên helbestî ve dibe ku çavgirtî xwendevan di nêv gulistana wîde, bihna indekoya welat dike ewî dibe şanoya rengan ku çirayên wî, tariya dirokî geşdike.
Ku baweşkandin yan jî tizbiyên kehreman yan jî gustîla zîv eynê tabloyeke lihev hati bi tilyên wênekêşekî navdar hatiye çêkirin ne kêm ne zêde ji xwe tizbiyên kehreman tenê nişana kesê maqûl e her kesî wê demê ne dikarîbû rahijyê de,
Wisa jî gustîla zîv ku hem ev nîşanên mêrxasiyê bûn hemjî nîşanîn meznahiyê bûn.
Wisa jî folklor û pêmayên me kurdan mamosta Hefîz Ebdulrihman bê didulî di vê helbesta xwede diyar dike.

Ji xwe di helbesta Xilxalên Zîv de ,xwîner rastî ciwantirîn zêrkerê cihanê tê, dikarim bêjim ku mamosta Hefîz Ebdulrihman gihaya asta zêrevanê Italî- Cellini Binvenuto- di çêkirina vê helbestêde ku her durek her almasek mîna wan polikên kevin ji binê bedena Qamişlo komkirine, dane hev,ençax bibe ristikek zêr têkeve qirka Zerkazêra de  yan jî bibe xilxalekî zîv di lingê Pelqîsê de.
Bêguman ev qederek çêbû ez li ber xwe didim ka ez kîjan parçe yan kîjan movikê ji vê helbestê şirove bikim, dikim nakim nikarim xwe li ser parçekî ve biqevêzim û yên din bihêlim, mane min pêşî got ku helbest wek gustîlek e elmaze ,her kevirekî wê ji cihekî pîroz hatiye ,ji xwe her yek şûna kevrê din nagire hemî bihev re di çirisênin vêce ez mecbûrim ji ber dirêjnekim hinekî tenê ji helbestê bibêjim:
Ku ew bixwe kûrbûna dîrokê têde dide xuyanîkirin , rexekî ji şaristaniya Someriya di helbestêde mamosta Hefîz Ebdulrihman ber bi çav dike ew şaristaniya kevnar ku li başûrê welatê Rafêdên hatiye dîtin  ,li ser wan qehfikên heriyê ku bi xêzên Mismarî hatibûn nivîsandin , ji xwe dîroka wan vedgere 3000sal berî zayînê.
Xilxalên zîv
Paytonê evîndarê Somerî bûn
Li deştên Henasbotamiya
Dixwiryan, bê çeng difiriyan
Wisa jî mamosta Hefîz Ebdulrihman dixwaze Paytonê bi me bide naskirin yan jî libîra me bînê jiber pirê xortê nifşê nû ne payton dîtine nejî lê siwarbûne..
Ew bixwe di salên şêstî de li Qamişlo hebûn lê bi rastî ez neghama wan lê ji dêvla tirmbîlan bi kar tanîn, ji xwe tirmbêl hinganê kêmbûn yan jî li ser tilehan dihatin jimartin , Payton bi xwe erebek piçûke ,hespê ew dikşand,alavekî veguhastinê yê kevne,têra du kesan dikir li hemî welatan pêk dihat ,derdora sedsala 18an li ewropa hat bi kar anîn.Niha jî li hin deveran wek alavekî giştyarî tê bikar anîn.

Wisa jî ew Xilxal bi xwe dibûn naqûsên evindaran ku çîroka mitran Îsa tîna bîramin ku berya sed salî li derdora gola Wanê di dêra Axtemar ê de çebûye ku mitran Îsa bi mêranî bervaniya herdu evindaran kiriye Elî û Meyrema xiristiyan dijî waliyê Osmanî ku hemberî 1000 kîsê zêr ew radestî walî nekirin ku herdû Elî û mitran Îsa di şerekî giran de çûn wisa jiyana xwe kirin qurbana wefadariyê qurbana sozên berê qurbana rawestandinên şanaz.Ji xwe ev serpêhatî û ev evîn û ev lehengî li seranserê Kurdistanê bi dengekî zîz şewat ,bilind, wekî stran, nemir Mihemed Arifê Cezrawî belav kir û berî wî jî Hesen ê Cizîrî
Xilxalên zîv
Zengilê dêreke çiyayî bûn
Bi limêjin evînêre
Diçirisîn
Bi şahî dicingiyan
Ev jî resen û çakbûna dîrok û sinciyê mirovên berê nişan dide ku ta dilopa xwîna dawî ji gotin û urfuadatên berê dernediketin,mitran digot çilo du xwîniyê ku  xwe avêtine bext û tora min ,ezê wan radestî kujerê wan bikim!!
Hêjî mamosta Hefîz Ebdulrihman di Xilxalê xwede berdewame û dîsa tekez dike, dîsa jiyana bav û kalan,çiyayên welêt û lehengiya bapîran, girêdana wan
 bi xaka welat ve tîne ber çav:
Xilxalên zîv
Dengvedana keriyên pez
Di şivîlên zozanê Sîpanê de
Çirayên êvarê
Li pêşiya konê koçeriyê
Û çîrokên siwariyê
Hişyar dikirn
Nediwestiyan
Nedihewiyan
Bêguman mamosta Hefîz Ebdulrihman gotinên xwe di bin neynikên hûrde dineqîne, wan sêcar li serade wijdan û maf û girêdana welat ,dixe, ta ku kon bixwe nîşana welatekî serbixwe ye, sembola mîrnişîna kurdaye, wisa jî hatiye zanîn di dîrokê de ku mestirîn kon li deverê  konê paşayê milan bû ku li ser 16 stûnan dihate vedan.Pez û koçerî jî yekser kurda nişan dide ku timî siwaran jî pasavaniya milkumewdanî xwe dikirn bê rawestandin.

Dawî jî mamosta Hefîz Ebdulrihman helbestvanê me Xilxalê yara xwe jî jibîr nake ku ewî Xilxalî, xewnên wanî gulgulî bi ken û sirûd dikirin ,di wan newal û mesîlande gulçiçek li ber dengê Xilxalê yarê dipişkivîn wisa tevan Xilxal û yar û helbestvan tevlî min jî, xwe winda dikirn bê hiş dibûn li koncala di hoşan te digo meya Cizîrî di meyxana Tirêj  de vexwarine…(Di hatim der ji meyxanê,dihoşim ez li kortala,serê min rengê hêlanê, diçe û tê ji hiş vala… Tîrêj)
mamosta Hefîz Ebdulrihman dibêje:
Xilxalên zîv
Bi rengvedana sirûdên laş re
Di newalên şevê de
Dibişrîn
Ji kurahî dikeniyan
Xilxalên zîv
Dîn dibûn
Xilxalên zîv
Mest dibûn
Belê mamosta Hefîz Ebdulrihman gotinek nuh di vê malikê de derbaskiriye-   sirûdên laş-ji xwe zimanê laş yan jî axaftina laş eva zanistike serbixwe ye di zanîngehan de tê xwendin ,şagirtên vî beşî wek bijîşk yan pisporên taybet tên bi navkirin ku dikarin xwesteka mirov ji laşê wî ji lebata destê wî yan ji kenê wî ,ji çavê wî ,nasbikin.
Malik tije wêneyê lihevhatîne , helbestvanê me ta Xilxal bixwe jî daye biken, çima , na, ku liqayî zerîyek wisa spehî hatine, jixwe wê mestbin jixwe wê dînbin.

Dîsa mamosta Hefîz Ebdulrihman dîroka kurdan ya tije lehengî tije xwîn tije kefteleft di helbesta xwe de ya bi navê  Kenê ko,Giriyê bêhêl ,yan jî Siwaro li ber xwênerê xwe radixe ku ji hezarên salan ve û ta nihajî  ti kes  pişta vî miletê prîşan nagire, ne mêrxasiya wî ne jî saziyên nêvdewletî nejî dezgeha mafê mirovan pêrejî netewên yekgirtî ,lome helbestvanê me mecbûr dibe ku hêviya xwe dighêne xewna nivê şevê:  
  De bajo heyran …
(Ma Xwedê û xewna nîvê şevê)
Yasa navnetewî
Mihîna te êmke
Te ji mayinê sînor
û kongiran
Ji devgirêdanan
biparêze
           
Ji xwe mamosta Hefîz Ebdulrihman dîsa di vê malikê de dîroka kevin û nuh pêrejî metelok û folklorê miletê kurd  bi şarazayî hemberî hev di deyîne  yan jî dirêse,mîna -devgirêdan-û xewna nîvê şevê, ji xwe em dizanin ku ev metelok  xewna nîvê şevê pirê caran Siyamendê Silîvî di wê afsana xwede( Siyamend û Xecê)pêk dianê ku çi cara rastî astengiyan dihat yan bobelatan yan zorçûnan, hewara xwe dighande xewna nîvê şevê , ji xwe ev bi xwejî çîrokeke wê taybet heye ku Siyamend di xewde Xocê xidir dibîne wisa herdû peymanek xewneyî di nêv bera xwede girêdidin..
Devgirêdan jî , pirê caran nêvbera jin û mêran de çêdibû,bo li hev werin yan hevdû berdin yan jî yarekê li ber çavê destgirtiyê wê reş bikin ta ku wê bidne yekî din…  Piçek por, piçek ta,piçek xwîn, derzî… Ku kesên taybet yan melan bi vî karî radibûn di rêça niviştan de yan avê yan jî xwarinê de,afatî bi serê hev tanîn hina ji dil bawerdikir û hina digot tev tinazin,ez jî dengê xwe tevlî yê mamosta Hefîz Ebdulrihman dikim û pêre dibêjim Xwedê me ji devgirêdana biparêze

mamosta Hefîz Ebdulrihman li vir nasekine ,guhartina dimugrafî ku di salên heftêyan de li Cizîra kurdan li Sûrî, rêjima Bas pêk anîbû, ber biçav dike, ku wê rêjîmê Erd û zeviyên cotkarên Kurd ji wan stand û li erebên ku ji herêma Riqayê anibûn bi mehna çêkirina Bendava Firatê, belavkir…
Siwaro
Xename li tixûbê gund
danîne.
Siwaro
Xename li bênderê gund
diçêrînin.
Siwaro
Xename cilên -Ad -û -Semûd-
Li ser tîla we
Raxistine
Siwaro
Xename di rekeha sînga te de
Şilfîtazî
memikê xewna talankirinê
ji mistdanê kol kiri ne
û payîzokên teyî nixurî
ji -Lat û Izza û UN - re
gorî dikn.
Xename nav û nîşana Ereba ye , bi taybet ew kesên ku Pez xwedî dikin, bawerm ku Xenama navê êleka Ereba ye jî, cihguhêzin, tê bîra min jî, ku wan ereban pezên  xwe di anîn gudên Aliyan bo çêriyê , dihatin û diçûn , lê rêjîma Basê bi pilan û zanîn wek ku vekolîna efsr Mihemed Teleb Hilal bi cih bikin ta cugrafiya herêma kurdan bugherin, Ereb anîna herêma kurda û bi cih kirin….
Miletî Ad ew ji erebê başûrê Arebstana Siûdiyê ne ,di nêvbera wê û Hedremot ê de bi cih bûbûn, Simûd jî li bakurê wan bû,mesela wan dûvdirêjî heve , ku mamosta Hefîz Ebdulrihman dixwaze bêje ew erebên wan çolan ku bi hezarê KM ji me dûrbûn, hatine bûna xelkê cih û çekên xwe liser têla me li gundê me radixin û li ber çavê hemî kesê ku xwe dike bavê mafan bavê dîmuqratiyê…  Bê ku ti kes ji van saziyan bibêjê wan Na bi ser dejî zarokên me serjêdikin wan dikin qurban ji wan pût û latên xwere ji -Lat û Izza û UN - re bê ku çavê kesî yan mijankên wan bileqin.

Wek her car mamosta Hefîz Ebdulrihman bi dengek bilind dibêje û di pêşiya helbesta xwede ku Kurdistan yek parçeye û xwina sor her wê zora şîn û reşiyê bibe,ku ew dilopên xwîna siwarê wî wisa di bin tava heyvêde ku dihata çirsandin,xwîna siwarekî din xwîna pakewanekî din xwîna kurdistanîyekî din li bajarê qamişlo tevlî xwîna siwarê Hefîz dibe û hîn li ser dîwarê nexweşxana li taxa min di bin tava heyvêde diçrisîne
Tava heyvê ye
Siwaro
Sorê hilçeniyayî ,naçare
Aramiya şînê tarî
Ji keçkanî dixe

Îsandina rima te
û nalên mihînê
nalînin -Eleqemşê-
pîne dike
gaziyên -Dimdimê-
bi teşiya -Sînema Amûdê-
li xaçên -Helebçe-
dirêse
bi rastî ev movik tenê vekolînek ser bi xwe jêre dive ku helbestvanê me  cih û deverên kurditanê yên taybet û balkêş  bi hemd ,bi pilan, bi xwendin ji herçar parçî Kurdistanê bijartiye, li bakur Eleqemş ku komkûjî ya wê di 2 Reşmiya sala 1923an de  li ser destê rêjîma Turkî ya faşî çêbûye. Sinema Amûdê jî li rojavayê Kurdistanê di 13Mijdara1960tî de şewitye.Helebçe bajarekî li başûrê Kurdistanê dikeve, di 16Avdara.1988an de ji layê rêjîma Bas ve bi xaza xerdelê hate bumbe barankirin,û keleha Dimdimê li rojhilatê kurdistanêye ku di salên 1605-1609efsanek gelêrî têde di qewimiye di nêvbera Xanê lep Zêrîn de û şahê Îranî Ebas ê Sefewî..Çend roman û helbest li ser vê kelehê hatina nivîsandin.

Ber dawî:
Dikarim bêjim ku mamosta Hefîz Ebdulrihman bi rengê xweyî taybet helbesta xwe dinvîse , peyv û hevokên wî balkêşin tije wêneyê berhestin, hesanî dijwarin,ji kakila dîrokê û  kaniya şarestaniyê li ser textê pêmayiyan wêneyan hildibjêre,bi çavê endezyarekê çalak û guhê mûzîkjenkî pispor mîna Bax li ser ritma dengê Kewîs Axa yan jî Kerepêtê Xaço helbestê wekî cixarê bi tilîkên xweyî hevrîşmî dipêçe ku li ber agirê wê helbestê mîna Cewahirî gelek dilan di şewitîne.
Bêguman wêneyên rewanbêjî yên helbestî li nik helbestvan Hefîz Ebdulrihman wek berê min çend parçe ji helbestên wî şirovekirin,neqandîne ,balkêşin, bi ritmin,xwêner, xwendevan, li ber wan matmayî dihêle , qunaxa hezar salî di yek wêneya helbestîde hembêz dike,xwênerê xwe carne dihêle yekser şipê bisekne yan jî bi alav û tektika sînemayê te ber xweve dikşêne, te û helbestê bi wî şêwayê nivisandinê bi wan alavan bi wê naverokê ber bi asoyên fireh ve dibe.
Dawî:
mamosta Hefîz Ebdulrihman pêvî helbesta dirêjî romanî, helbesta kurt û filaş û carna ya tinazok jî dinvîse:
wê sibehê her tişt şilbû
Mal , kolan, Balkonî ofîsê partiyan
Dar şil bûn,Qîrîn şil bûn
Gazî şil bûn
Rojname wê sibehê  şil bûn
Bê guman wê her tişt şilbe
Dema serkêş xiyanetê bimîzin
Mebesta helbestvan ji vê helbestê  eşkere û xuyaye  ne hewcê şirovekirinêye yekser ew meteloka kurdî tîne ber çavan  bi mebest helbestvan nexwestiya bêje Belkî ne layiqê xwendevan dîtiye ta kûçikê we ev be,wê .…yê zaroka me ev be.Rewş dudirêjî heve,partiyê mejî dudirêjî hevin….

Ji xwe hebestvanê me mîna hemî helbestvanan nikare ji evîn û ciwanîya jinê xwe dur bike , mamosta Hefîz Ebdulrihman dikaribû hespê  dilê xwe baş di çol û berya vê balbestêde av bide:
Xanima ko bêhnek û sîkek e
Ji tirî
Di wê govendêde
Lipey xwe hişt
Ciwantirîn şana evînê razayî bû
Ko hespê dilê min
Bi hemû zembîlên hejîrê xwe
Bi hemû kûzên meya xwe
Berarmanc kir.
dîsa mamosta Hefîz Ebdulrihman ferhenga xwe pêşberî xwênerê xwe radixe, Bexçika pîra torê vedike qurtek meya zelal ji kûzê wê vedixwe pêrejî hejîrek e xweş ji hejîrê bajarê akrê li devera Dihokê  herêma Kurdistanê dixwe.Naxwazim van peyvên spehî Şan,Kûz,Zembîl..Şirovebikim ,lê di virde helbestvanê me govenda Melayê Cizîrî tîne meydanê ku stêya bisk kesk digot govenda ku Melê lê,ma jê pêve zê bi kêre semayê bikim.
Wisa jî mamosta Hefîz Ebdulrihman efsana zembîlfiroş di bîra me tîne û tekez dike ku birûskên evîniyê cudahiya di navbera pêpelokên xatûna nazanîn û zembîlfiroş de nabîne, çîrok dirîje .. Li devera Farqînê çêbûye..Mezelê zembîlfiroş jî li parêzkeha Dihok ê bûye mezarê aşiqa.
Li hêla din jî siwarê hespa boz ne dizanî wê rastî çeperê ciwanî û spehîtiya mêyekê bibe ku xweber hesp berê xwe bidin kûzê evîniyê bê rênoma -Bûsile- ku di xwîdana şana serxweşiyêde xilmaş bibe.

De bihêlin ez  bi dawî bikim:
De bihêle  bi dawî bînim!!
Kolan ,kolana min bû
Hewş ,hewşa min bû
Tenê,
ew cengawerê ko sêpiya çeka xwe ,
li ser birînin qurmê dara zeytûnê
durustkiribû,
ne ez bûm û ne min ew nasdikir!
Mamosta Hefîz Ebdulrihman eşkere dibêje ,tekez dike,li ser xaka bav û kalan ewqas derewên nijadperestan,faşistan,xwinxwaran,pûç û vala dike,rastiya dîrokê dibêje, ku kolan kolana meye, hewş hewşa meye Kurdistan Kurdistana meye lê ew çekdarê ku mala wî dagîr kiribû û teqîn li çarxwedor belav dikir ne ew bû û ne wî ew nasdikirn.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5861