Nivskar Kurd Qado rn, pirtkek li ser Mihemed xo derxist
Drok: 25 2022
Mijar: Ne



Xalid Cemîl Mihemed
Ebdulsemed Mehmûd

Nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Qado êrîn, pirtûkek bi navê `Mihemed êxo - Huner û Jînenîgarî` belav kir.
Hunermendê Kurd, Mihemed êxo, ku wek Bavê Felek tê naskirin, yek ji kesayetiyên ku pencemoreke wan a berbiçav, li ser rûpela dîrok, kultûr, huner û dengbêjiya Kurdî hebû û hîn jî heye.
Di çarçoveya bilindnirxandina rola Mihemed êxo de, nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Qado êrîn, pitî keda 3 salan ji kar û lêkolînê, pirtûkek bi navê `Mihemed êxo – Huner û Jînenîgarî` belav kir.
Di vê pirtûkê de, Qado êrîn stranên Bavê Felek û gelek zanyarî derbarê huner û jînenîgariya wî nîan dane, ew jî bi mebesta belgekirin û ronîkirina çend aliyên girîng, ji jiyana û hunera Mihemed êxo ye.


Nivîskarê pirtûka “Mihemed êxo - Huner û Jînenîgarî” Qado êrîn dibêje “Mihemed êxo - Huner û Jînenîgarî ji weana Dar Zeman derket û ji 364 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji 5 bean amade bûye; gotar û lêkolîn, stranên Mihemed êxo, note, wêne û belge û portret. Her wiha pêgotinek gelekî dirêj jê re nivîsandiye, di pêgotinê de wî gelek xalên ku pirsgirêk yan jî stranên ku pirsgirêk li ser wan hebûn zelal kiriye, ku ew stran li gel awazan ji ku hatine, çewa gihîtine Mihemed êxo û çewa Mihemed êxo stirandine, bi delîl û belge û ji hevpeyvînên nivîskar, hunermend, helbestvan û ji pirtûkên wan wî belge kiriye bê çewa helbest û stran gihîtin e Mihemed êxo.
Beên pirtûkê:
1-Gotar û lêkolînên bijartî:
Di vî beî de hin gotar û lêkolîn bijartine û ji navnîanê xuyaye ku hin din jî hene lê nekirine pirtûkê, hin hevpeyvîn ku bi Nemir re hatine kirin berî dilovaniyê di hin kovaran de, û hin gotar û helbestên di îna nemir de hatine nivîsandin.
2-Stranên Mihemed êxo:
Di vî beî de hemî stranên ku M.êxo gotine hene, pitrast kiriye bê helbest a kê ye û awaz a kê ye. Strana ku pirsgirêk li ser heye, ji aliyê mamosta Qado ve hatiye irovekirin û nerîna xwe gotiye, wisa jî helbest û awazên folklorî jî ekre kirine.
3-Note:
Ev be yê noteyê ye ku 11 Stran ji hêla Ibrahîm êxo ve hatine notekirin cihê xwe di pirtûkê de digrin
4-portrêt: ango wêneyên M. yên bi destên êwekaran hatine nîgarkirin.
5-wêne û belge: ev be hin wêneyên nemir in, û hin belgeyên ku pê helbest û awazan pitrast dike bê yê kêne.
Qado êrîn di pirtûkê de diyar dike ku, Mihemed êxo ne hema tenê hunermend bû, belkû semboleke gelê Kurd e. Yanî Mihemed êxo ji bo wî hema hema di asta Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Seyîd Riza, êx Seîd, Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemir li gor karînên xwe bi rêya hunêrê ji gelê Kurd re kir. Yanî Mihemed êxo di rêya hûnerê re titê karî bû dilsoz bû bi gelê xwe re, da gellê xwe, wî jî hewl da ku keda wî biparêze û xwedî li dîroka wî, mîrat û hunera ku ji me re hit derkeve. Ji xwe “pirtûk encam û berhema keda Mihemed êxo ye”, wek ku nivîskarê pirtûkê dibêje.
Mihemed êxo di 1948an de li gundê Xecokê yê bi ser bajarê Qamilo yê Rojavayê Kurdistanê ve hate jiyanê, lê tenê 41 salê jiya, û di 09ê Adara 1989an de, bi sedema krîza dil, li bajarê Qamilo, koça dawî kir û bi hezaran xelk li pey darbesta wî, bi xemgînî çûne mezelê Taxa Hilêliyê ku, gora Bavê Felek li wê derê ye. Her salê jî, di heman rojê de, xelk wî bibîr tînin û weke rêzgirtin û pêzanînê, serdana gora wî dikin.
Di wê pirtûkê de hatiye: “Mihemed êxo mezin bû, mezin jiya, mir mezintir bû.”
Têbînî: ji bo peydakirina pirtûkê li malpera nivîskar “www.qadoserin.com” vegerin.
25/11/2022








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5858