Enstţtuya ăanda Kurdţ ya Vţyanayŕ Xelata Ůerefnameyŕ ya sala 2022yen Dţyarţ romannivţsŕ kurd Firat Cewerţ kir
Dţrok: ăß├Đ╚┌ă┴ 23 ńŠŢŃ╚Đ 2022
Mijar: Nűše



Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Ůerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya
sala 2022yan dîyarî nivîskarê navdar Firat Cewerî kir.
Birêz Cewerî, ku ev çil sal in di warê kurdî de dixebite, roja ■emîyê, 5ê Mijdara 2022yan, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve hat vexwendin.
Nivîskarê qedirbilind Firat Cewerî, ji ber keda wî ya demdirêj di warê edebîyata kurdî de, bi taybet jî di warê romanê de, hêjayî wê yekê bû ku ji hêla hejmareka nivîskar, rew■enbîr, hunermend û xwendekarên kurd ve bi ■ahîyeka taybet were pê■wazîkirin.
Firat Cewerî bi xebatên xwe yên ji çil salî zêdetir bi roleka gelekî balkê■ di pê■veçûna edebîyata kurdî de rabûye. Cewerîyî heta niha 40 pirtûk nivîsandine, 40 hejmarên Kovara Nûdemê we■andine. Herwiha ew di warê wergerê de jî xwedî kedeka mezin û hêja ye. Wî heta niha nêzî 15 pirtûkan ji zimanê siwêdî wergerandîye kurdî.


Kurtejiyan birêz Firat Cewerî
Firat Cewerî li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kir. Li Nisêbînê bi salên xwe yên biçûk ket nav tevgera ■ore■geriyê û bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kir. Nivîskariya Cewerî ya bi kurdî jî her di wan salan de dest pê kir.
Firat Cewerî bi armanca nivîsandineke azad di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de jî wî kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de Cewerî di nav tevger û çalakiya edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên hey■têyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe be■darî li kovarên kurdî yên seranserî dinyayê kir. Wî di adara 1992an de dest bi we■andina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Herweha Firat Cewerî bi riya Nûdemê bi çendan navên nû li edebiyata kurdî zêde kirin û di aktuelhi■tina edebiyata kurdî de roleke mezin lîst.
Di prosesa we■ana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û we■anxaneya Nûdemê ava kir. Bi riya we■anên Nûdemê wî nêzîkî sed berhemên kurdî pê■kê■î kitêbxaneya kurdî kirine. Herweha wî kovara HAWARê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir. Firat Cewerî ji destpêka 1980 de çîrokan dinivîsîne û ji niv■ê sirgûnê çîroknivîsê pê■î ye. Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, farisî, tirkî, îtalî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên almanî, erebî û tirkî de cih girtine û di radyoya Swêdê ya gi■tî de hatine xwendin. Herweha ji ber berhemên Cewerî fîlm jî çêbûne.
Ev demek e Cewerî xatir ji çîrokê xwestiye û ketiye cîhana romanê. Wî heta niha bi navê Payiza dereng, Ez ê yekî bikujim, Lehî, Maria melekek bû û Derza dilê min pênc roman nivîsandine. Hem di cîhana edebî ya kurdî de, hem di ya tirkî de û hem jî di ya swêdî de bi baldarî tête ■opandin.
Sala 2020, 40saliya nivîskariya Firat Cewerî bû. Wî di van 40 salan de 40 kitêb nivîsandine û wergerandine kurdî. Wî ji sala 1980 û bi vir de di zik hev de salê kitêbek an nivîsandiye an jî wergerandiye kurdî. Herweha wî di hundirê deh salan de 40 hejmarên kovara Nûdemê jî derxistine.
Akademiya Swêdê ya ku xelata Nobel ya edebiyatê dide, sala 2018an Firat Cewerî ji ber xebatên wî xelat kir. Di sala 2020an de wezareta rew■enbîrî ya Kurdistanê Firat Cewerî bi qelema zêrîn xelat kir.

Xelata Ůerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurd
Xelata Ůerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî di gelawêja 2018an hat damezrandin.
Xelata Ůerefnameyê her sal ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve ji bo nivîskar û rew■enbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya kurdî pê■kê■ dikin, tê diyarîkirin.

Lîsteya Xelatgiran:
2018 Prof. Celile Celil
2019 birêz Ůahînê Bekirê Soreklî
2020 birêz Konê Re■
2021 birêz Jan Dost
2022 birêz Firat Cewer
Enstîtûtya Çanda Kurdî ya Viyanayê
Navê fermî bi almanî “Kurdisches Kulturinstitut Wien”. Dezgeheke çanda kurdî ya serbixwe ye. Ew di sala 2017an de ji aliyê hin rew■enbîr, hunermend û akademîsyenên kurd ve li welatê Awustiryayê bi armanca parastina kelepor û zimanê kurdî hatiye damezirandin.
Mebestên sereke yên Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ew in ku bikare çand, tore, huner û zimanê kurdî bi xelkê awustiryayî bide nasîn û têkilîyan di navbera welatiyên Awustiryayê û kurdan de biafirîne û xurt bike.
Giringtirîn çalakiyên Enstîtuya Kurdî kursên fêrkirina zimanê kurdî ji bo revenda kurdî li Awustiryayê û ■agirtên kurd û yên biyanî yên Zanîngeha Viyanayê ne.
Enstîtûtya Çanda Kurdî ya Viyanayê kursên zimên bi her du zaravên kurmancî û zazakî pê■kê■ dike. Kurmancî û zazakî jî li ser sê astan tên hînkirin.
Ji bilî kursên fêrkirina ziman Enstîtuya Kurdî çalakiyên çandî û hunerî jî li dar dixe, wek danasîna pirtûkên kurdî yên nû û birêvebirina guftûgoyan li ser wan. Enstîtûtya Çanda Kurdî ya Viyanayê bi mêvandarîya nivîskar, helbestvan, romannivîs û rojnamevanên kurd ve radibe û derfetê ji wan re bi rêya konferans û hevdîtinan re
peyda dike, da ku ew berhemên xwe bi kurdên diyasporayê re parve bikin.

Ji bo Têkelîyan:
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê
E-Mail: office@kurdischeskulturinstitut.at
Telefon: 0043 660 5544 970

Link Wikipedia

Link Facebook







Cihŕ ev nűše jŕ hatiye: Welatŕ me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vŕ nűšeyŕ navnţ■an:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5857