Em dîsa Emerê Lalê bi bîr bînin di 11 salîya koçkirina wî de
Dîrok: ÇáÓÈÊ 05 äæİãÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Idris Omar

Emerê Lalê (Rêncber)yek ji stûnên Helbesta kilasîk li Rojavaê kurdistanê

Pêşgotin
     Dema mirov behsa helbestê û helbestvanan li Rojava yê kurdistanê bike, yek ser hinek navên mizin têne bîra mirov, wekî Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Seydayê Keleş, Ahmedê Şêx, Salehê Heydo û Emerê Lalê hwh. Evan helbestvanan rolek girîng û birçav di warê wêjeya kurdî de lîzitne û nemaze di warê helbesta kurdî ya kilasîk de û her yek ji wan cihê wî de wêjeya kurdî û kurdistanî de diyare.


     Emê di mijara xwe de henekî li ser jiyana helbestvan Emerê Lalê û kar û xebatên wî yên netewî û wêjeyî rawestin.

Kurte jiyan
      Nav ê wî Emerê Hesen Ismaîle lê binavê (Emerê Lalê ) tê naskirin, wî xwestiye paş navê wî bi navê diya wî were binav kirin. Ji ber bavê wî gelekî zû diçe ser dilovaniya xweda.
     Wek wefadarî ji daiyka xwe re û zihmetiyên wê kişand û dîtin bi wî û birayên wî re, got bila ew bi navê daiyka xwe were naskirin.
     Ji dê û bavekî cotkar di sala 1935 an de li gundê Qeserdilî li rojhelahtî Cizîra Botan hatiye dinyayê, ew î navê Rêncber ji bo xwe helbijartiye ji ber nîşan bide ko ew jî kesekî mişext û karker û cotyarê vî miletiye.
     Malbata wî koçberî Rojava yê kurdistanê bûne û li gundê Indîwerê bi cî bunê û pê re li gundê Mezirê û pê re li gundê Tel Xenzîr û li wir diçe dibistanê.
     Sala 1958 malbata wî berê xwe dide gundê Zixatê yê bi ser herêma Dêrika Hemko ve û li wer bi cî debin.

Girêdana Netewî
     Ew ji malbateke netewî û niştîmanperwer re, ji despêka avakirina Partiya dîmokrat a kurd li Sûriyê sala 1957an de, ewî kar û xebat kiriye da ko partî rayên xwe berde nav milet de, ew yek  ji  wan kesên piştgirê şoreşa Eylulê bû, ji ber ko birayê wî tevlî şoreşa başorê kurdistanê bi rêberiya nemir Mela Mustefa Barzanî Bavê netewa Kurd dibe, û mala wan ji bo Peşmergeyan vekirî bû ji ber vê yekê tê girtin û işkenci kirin.

Nivîsandena Helbestê
     Ew î yekem helbest a xwe di sala 1958 an de, bi mebesta vegera bavê netewa kurd Mustefa Berzanî ji Soviyeta berê û destpêka şoreşa Eylulê dinivîse, helbestek dagirtî bi hestên netewî û hezkirina welat.
     Her weha gelek helbestên bedew li ser xweşikbûna kurdistanê û ciwaniya sirûşta wê û her wesa li ser evînê û jiyan û civaka kurd dinvîse.
      Gelek helbestên wî bûne stran, weku ( ey lê gulê gula minê) û hunermendên navdar wekî Mehemd Şexo, Seîd Gabarî, Şivan Perwer Mehmud Elî Şakir, bi dengên xwe yên xweş stirandine.

Niştîman di helbestên wî de
 Ew î bi dil û can di helbestên xwe de piştgirtiya azadî û serxwebûn a Kurdistanê kiriye û gelek helbest di vî warî de nivîsîne weku:

Xak û AV
Heye li cîhan xakî pirr ciwan
Welatê Mîdî ango Kurdistan

Rojhilatê me dighê Ebedan
Ҫiya yên dirêj heya Hayestan

Rojavayê me Deryayê sipî
Cok û avên me xweştir J`yên cîhan

Avên mey dirêj DICLA û FERAT
Sîhon û cîhon mûrad DERYA WAN

Sefan û Hîzil Efrîn û Xabor
Zergan û Balek paş zihê soran

Ҫîyayên bilind Codî û Xelat
Hindirîn û Zozik Metîn û Sîpan

Şingal û Bêxêr Şêxan û Bagok
Qeredax û Dasok Gulî û Zozan

Welatê Bindest
Ciwan yarê dilê min bir
Dilê min sot ceger kerkir
Me vîndayê xwe lê wer kir
                    Mal û can tev serî  l‘serkir
Ne poşmanim ji vî karî
Soz û peyman me sûnd xwarî
Dewlemendî çi b‘ hejarî
                    Ji dil min got te Bawer kir

Evîn di helbetsên wî de.
     Bi rastî Rêncber di warê evînê de gelek helbestê bidew û ciwan li ser yara xwe nivîsandine, gelek caran welat jî weku yara xwe nîşan daye, ew weku gul bi nav kiriye û carna weku jiyanê daye diyar kirin ew gelek caran xwe dike feda yê yara xwe.

Gula min
Ey lê gulê gula minê
Şirîna ber dilê minê
Gulê nadim malê dine
                li ser gulê têm kuştinê
Gulê kesk û sor û zere
Nîşana alê li ser
Yêdî sipî û gewhere
                Amanc û kedera minê
Bi rastî tu şaha gula
Bingeha şahîya dila
Gava îro ro l’me hila
                Ҫar reng tên ser gula minê    
Rengê te yê pirr delalî
Bilbil li ser te dinalî
Te ne bînim bivî halî
                Şîrîn û peymana minê    
Rêncber dîsa ji alîye din li evînê di nihêre wek jînê, û ew dibêje jîna bê evîn ne te jîn ne. di helbesta xwe ya binavê bingeha jînê wesa dibêje:  

Bingeha Jînê
Yarek min heye binavê jîne
Tor û nazenîn ji min bi kîne
Qelenê giran ne b‘ zêr û derav
                    ji min dixwazê tim jî û xwîne
Ma ez çi bêjim ko ez hêdîkim
Li çar birê xwe ezê gazîkim
Ji min jî xwîn ji bo nîvîkim
                    Li ber pozê min gulek bi bîne

Yara     Pîroz
Xem û xeyalên te ez revandim
Ҫol û bêlana te ez gihandim
ji ber te sotim te ez pijandim
                    Bayê evînya te ez hejandim
Dil darê rûyê du singê te me
B´çelng û çakî mêvanê te me
Ji ber fermana te heleste me
                    Sûnd bi serê te te ez helandim

Xebata konevanî
     Weku berî neha me gotî ew di ciwaniya xwe de tevlî refên partiya dîmokrata kurd li Suriyê dibe, û têkosînek bê hempa ji partiya xwe re dike. Ew di sala 1970 an de dibe andamê kongera netewî, ya di bin serperştiya bavê netewa kurd Mustefa Barzanî de tê li darxistin.
     Li alîyê karê wêjeyî rolek ya wî ya mizin li darxistina vistîfalên helbesta kurdî de hebû, nemaze piştî kockirina helbestvanê navdar Seydayê Cegerxwîn.
     Rolek wî ya birçav hebû li gel henek hevalên wî, ko karîn ewan vestfalên helbestê ji bo herma xwe veguhizin.
     Li mixabin ji ber gelek caran ew kocbir dibe, di sala 1997an bi sedema bûyerek tracîdîk berê xwe dide paytexta Sûriyê (Şamê) û heft salan li wir dûrî welat dimîne, û gelek zihmetî û ês û azaran dibîne.
     Pistî wan salên nexweş biryarê dide, berê xwe bide başorê kurdistanê li bajarê Zaxoka delal bi cî dibe. nezîkî Cizîra botan cihê ew lê ji dayik bûyî.

Nexweşî û Mirin
     Ew bi nexweşiya pinceşêrê dikeve, û salekî li bir xwe dide û tê derman kirin, li gelek nexweşxane yên kurdistanê, li Duhokê û Hewlêrê û Silêmaniyê û te veguhêz kirin ji bo Istanibulê û Batmanê, li dawî rêdikin Şamê. Mixabin nexweşî zora wî dibe û li Girkê Legê koça dawî dike û diçe ser dilovaniya xwedê, di temenê heftî û şaş saliyê de dawî li jiyana wî tê. Gelê kurd pişwazîk î cimawerî bi hazirbûna hemî şîninyên devera Dêrika Hemko bi partî û civaka sivîl û rewşinbîr ve pişwazî li termê wî dikin, wî li goristan Dêrika Hemko disipêrin axê.
     Bi dehan gotin û biroskê şîniyê li ser gora wî tên xwendin, û bi vî rengî  gelê kurd yek ji helbestvan û neştîmanperwerê herema Dêrika Hemko, di roja 06.11.2011an  ji dest da.  Wê çûnê valehiyek di warê wêjeya kurdî de hişt, lê nemir bi berhemên xwe wê her dem zindî bimîne.

Berhemên wî
Ewî car dîwanên helbestan ê capkirî li pey xwe hiştine.
1-Xem û sawêr
2-Ҫar Ҫira
3-Tewafa yarê
4-Welat binase
     Ҫar dîwanên wî hîn nehatin çap kirin, û pirtûkek li ser pend û metelokên kurdî jî heye. Wî gelek xelat wergirtine wekî xelata seydayê Tîrêj di sala 2006an de. Û di bîranîna çil rojiya wî de malbata wî xelatek bi navê wî damezirandin. Her sal didin du kesan bi hemahenga Yekîtiya rewşenbîr û rojnamvanên kurd li sûriyê. Bi vî rengî Emerê Lalê bi laşê xwe ji nava me bar Kiriye, lê ew bi helbest û raman û berhemên xwe, di nava gelê kurd de zindî dimîne.

jêder:

1-Simko kurê xwedê ji razî    
2- رحيل الشاعر عمر لعلي عن عمر ناهز (76) سنة في مدينة رميلان.
3- هوزان أمين، وفاة الشاعر الكوردي السوري عمر لعلي، جريدة التآخي العدد 13/11/2011.
4-أربعينية الشاعر عمر لعلي الذي لاحق الحلم الكردي بقصائده( المدى) بتاريخ 19/12/2011.
5-نارين عمر، عمر لعلي (رينجبر)، في ذكرى رحيله، تاريخ 7 تشرين الثاني 2015.









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5851