Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe ya berfireh lidar xist
Dîrok: ÇáÓÈÊ 05 äæÝãÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Roja înê 4.11.2022an, li bajarê Qamiþlo, li ofîsa PDK- S, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe ya berfireh li gor peyrewa navxweyî bi amadebûna desteya cîbicikar, desteyên þaxan li hundirê welat, herdû þaxên Kurdistanê - Duhok û Hewlêr û nûneratiya Ewropa hat lidarxistin.
Civatê destpê kir bi xuleyeke bêdengî li ser hemî pakrewanên Kurd û Kurdistanê û hemî pêþengên ku rahiþtibûn pênûsê û jiyana xwe qurbanî wêje û edebiyata kurdî kirin.
Her wiha civat berdewam bû bi guftûgokirina van xalan:


1- Xwendina raporta desteya cîbicîkar ji aliyê serokê Yekîtiyê ve mamoste Luqman Yûsif.
2- Xwendina raporên hemî þax û nûnertiya yekîtiyê, kesên xwendin ev bûn:
1- Dêrik- Ehmed Sofî. Endamên desteya cîbicîkar.
2- Girkêlegê û Çilaxa- Qasim Mer`îka. Serokþax
3- Tirbespiyê- Selah Beyro. Serokþax.
4- Hesekê- Syfedîn Qadirî. Serokþax.
5- Dirbêsiyê- Selah Mîrza. Serokþax.
6- Amûdê-  `Ebîr Dirê`î. Serokþax.
7- Qamiþlo - Fêsel Qadirî. Serokþax.
8- Duhok- Vanês Mîranî. Serokþax.
9- Hewlêr. Elî Þêxo. Serokþax.
10- Ewropa - Ebduleziz Qasim. Berpirsê çalakiyan.
3- Rewþa rêxistinî.
4-  Têkiliyên yekîtiyê bi giþtî.
5- Têbînî û pêþniyar.
6- Danîna nexþerêyek ji bo pêþeroja Yekîtiyê.
7- Kongirê yekîtiyê ku dê lidar bikeve di dema xwe de.
8- Rewþa kovara Pênûsa Azad, hat xwendin ji layê mamoste Birahîm Qasim ve, Endamê desteya nivîsînê.
9- Rewþa ragihandinê, hat xwendin ji layê mamoste Muhemed Ebdê ve , berpirsê giþtî û berdevkê fermî yê yekîtiyê.   
Hêja ye gotinê guftûgoyên pir dirêj û bi nirx hatin kirin ji bo çawaniya bilindkirina asta yekîtiyê di hemî waran de, ziman, wêje, kultûr, çapkirin û têkilî.
Di dawî de spasiya hemî endamê yekîtiyê hat kirin li ser berdewamiya wan di xizmeta ziman û wêjeya kurdî de.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamiþlo
4.11.2022
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5849