Konê Reþ Di bîranîna 38 saliya koçkirina Yilmaz Guney de/ 2022, ez li sala 1982an vegeryam, ew sala ku Yilmaz Guney bi filmê xwe (YOL), beþdarî di festîvala (Kan)ê ya sinemayê de, li Fransayê kir, Xelata Zêrîn stand û zulm, zor û perîþaniya gelê kurd di dinyayê de belav kir.. hem jî ez li roja 9ê Îlûna 1984an vegeriyam, ev roja ku Yilmaz Guney ji berî 38 salan ve di nexweþxaneyeke Parîsê koça dawî kir.
Van her du bûyerên þad û þîn, ez li wan xelkên Zazî yên ku di dawiya salên 1940î hatibûn gundê me Doda, vegerandim.. Erê.. ez li biçûkaniya xwe vegerandim.. Bi wê vegerê re gelek tiþt û miþt hatin bîra min; gundê min Doda û çîrok û çîvanokên ku zilamên gund li ber dîwarên malan ji hev re digotin.. Gelek caran ez li kêleka wan zilaman rûdiniþtim û min ji xwe re li wan guhdarî dikir..
Wan zilaman ji hev re behsa Seferberlikê, mehciriya xelkên eþîra
Hesen û Heyderan dikirin, behsa fermana fila dikirin û behsa sala xelkên
Zazî yên ku di salên 1940î hatibûn gundê me Doda dikirin û ji hev re
feqîrtî, belengazî û perîþaniya wan digotin û ew sal bi navê (Sala
Zaziyan), bi nav dikirin. Ji gotinên wan zilaman li dor wan mehcirên
Zaza ev bûn; "Di nav wan mehcirên xelkên Zaza de ku hatûn Doda, (Hemîd)
hebû, navê jina wî (Gulo) bû û kurekî wan 10-12 salî hebû.. hejar û
perîþan bûn.. Hemîd li tembûrê dixist.. stranên bi xem digotin.. Bi
kurmancî nizanîbûn, bi zazakî û tirkî xeber didan.. Çend salekî li gund
man û ber bi Mêrdîn, Wîranþar û Urfayê ve cûn.. Mezinê wan zaziyan navê
wî Abdulqadir bû..".
Gelo! Ew bav û diya Yilmaz Guney bûn? Û ew
zarokê bi wan re Yilmaz Guney bixwe bû? Wek ku diyare, navê bavê Yilmaz
Guney (Hemîd) e û navî diya wî (Gulê) ye.
Ji bo pêtir pêzanînan;
dema ku serhildana Seyid Riza di sala 1937an de li Dersimê destpê kir û
di encam de kemalîstan Seyid Riza û gelek ji þervanan azadiyê
bidarvekirin, di encam de jî, ferman li ser serê kurdên Zaza rabû..
Hingî gelek ji wan, bi gunehê beþdariya þoreþê ji cih û warên xwe koçber
bûn.. ji neçarî xwe li herêmên Kurdistanî yên aram girtin.. Hingî
kurdên Sûriyê ji encama desthilatdaiya Fransîzan di nivaramiyê re derbas
dibûn.. Û ew sînorê derbasbûna Rojavayê Kurdistanê ku roja îro di
navbera Serxet û Binxetê de zor cetin û dijware, nebû.. Hingê mirov bi
hêsanî dikarîbû ji Serxetê derbasî Binxetê bibe.. Gundê me Doda jî li
ser sînor bû, di navbera Qamiþlo û Amûdê de bû û dor 30 Km li Rojavyî
Mêrdînê diket. Qaçaxî û çûn û hatina Serxet û Binxetê, têre derbas
dibû.. Wê çaxê gelek ji penaberên Zaza, derbasî gundê me bibûn û lê
diman.. Di nav wan zaziyên ku binxet bûn û li gundê me man Hemîd û
kebaniya xwe Gulo û kurê xwe bûn. Ez dûr nabînim ku ew Hemîd û Gulo bav û
diya Yilmaz Guney bin û ew zarokê bi wan re yilmaz Guney bi xwe be.
Yilmaz
Guney: Di 1ê Nîsana 1937an de li gundê (Yenîce), herêma Adenê hatiye
dinyayê. Navê bavê wî Hemîd û diya wî Gulê bû, ji xelkên Zaza bû. Di
malek feqîr û perîþan de mezin bibû. Di biçûkaniya xwe de gelek kar û
barên têvel kiribûn; ji avdana bexçeyan ta bi sewterîbûna kolanên
bajaran.. Pêre jî hez xwendin û nivîsandinê kiribû.. Piþtî ku lîse
qedandiye bi çend hevalên xwe re du kovar (Dorok û Boran), bi zimanê
tirkî weþandine.
Qamiþlo, 1.11.2022