(Paytexta rûtan di nav bîranînên winda û zindî a Mehmûd Hesen Berazî)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 28 ÃßÊæÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Rêber Hebûn

Di hembêza vê pirtûka a bi navê Payetexta rûtan, komek çîrokên nêzî bihna hevdû kom dibin, naverokên çîrokan li ser jiyana þervanan li çiyê  û bêhtir bandor þer li ser hiþemdî û deroniyê , di nav cotbûnên nakok de , di nav pêlên serma û birçîbûnê de, tirs ,bizdan û wêrekiyê, hêvî û bêhêviyê, karwanên çîrokên cur bi cur tevdigerin, çîrokên niþtîmanî dibin bi xwe bermayê gellek î lê bi pênûsên takekesên xwedî ezmûn tên e nivîsandin, ji ber ku serpêhatiyên takekesan beþek in ji jiyana milletekî di çaxek î de, û dema rexnegirên pêþerojê li ser radiwestin, wê berhemê bi çavê serdema xwe û ya borî þîrove dikin, û bi rêys wêjeyê mirovê rexnegir serdemê nas dike, pesindan dike, û jê encam digre.


Þopandina çarenûsên lehengên vê çîrokê rêyek e bîngehîn e ji têgihiþtina þêweyên çîroka a ku jiyanên takesan berz dike,rewþa þer û penaberiyê bi zimanek î mirovî riyalîst rava dike, helbet rola erdnîgariyê li ser ramandin û sazkirina jiyana diramî li ser asîmana çîrokê de heye, û wisa wêjeya Kurdî tê nasîn ku belgehek e zindî ye ji rewþa kurdistaniyan, û nivîskar Mehmûd Hesen Berazî  xwestibû bi rengek î hevgarî komîdî û carne bi rengek î tarî , rodanên takesan li çiyê aþkere bike, û pir caran þerên herêmî û pevçûnên di navbera dewlet û welatiyan an dewlet û dewletên dijber de  zemînekê ji bo derketina wêjeya girtinheviyê an bergiriyê saz dike.

 Wisa çîrok wek þaxek e wêjeyî yek ji erkên xwe wênegirtina jiyanên xelkê û ev yeka jî helbet bi sînemeyê ve peywendîdar e, û ji ber ku þer ranaweste û her berdewam e, ev yeka jî gerentiyê dide ji hebûna çîrok ,roman û destanên helbestî, ji ber ku ceng pencereya derdên bi wate ne û ev yeka tê naskirin bi rêyên afirandinê di hemî þax û warên hunerê de.

Zimanê çîrokê  berî xwe dabû pevxistinê bêhtirî gotubêjê, ev yeka heta radeyekê xuristî ye lê dema bêhtir di çîrokê de serdest be, dibe nîþanek ji qelsiyê , helbet hevsengî  di navbera pevxistin û gotubêjê de dihêle çîrok nermtir be,watedartir be, þengtir û balkêþ be, li rex nameyê wêjevan, lê pesindana erd, cih û demê ligel pesindana mirov a deronî û gewdehî û dihêle zimanê çîrokê xweþtir be.

Hemî alavên çîroka serkeftî eger di çîrokekê de peyda bibe, tê wateyê ku ew çîrok wê li ser sêwir,hizr û hiþê xwedevan  bi bandor be, ji ber vê yekê ez dibînim ku nivîskar di hin waran de bîranînên di hizrên xwe de aþkere dike, û wêna bikartîne bi rêya dan û standinê bi lehengên çîrokên xwe re.

* Encam :

Çîrokên Mehmûd Hesen Berazî bi taybetiyên cuda navdar in ez dikarim di çend xalan de kurtas bikim:

- Rexnî ne : bi zimanê tenaziyê rewþa jiyanî  û nameyên pir reng aþkere dike.

- niþtîmanî ne : rehnî didin li ser lehengiyên takesan û jiyana wan î zehmet di demên awerte de.

- civakî ne: dixwazin destên xwe deynin li ser sirûþtiya jiyana civaka girtî yên bi bandorê gelek sedemên dîrokî, mîtingerî û olî ve mabûn paþdemayî.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5845