Festîval wek hersal bi serperiştiya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Suriyê hate bi rêvebirin.
Festîval
bi seknandina xulek bê deng li ser canê hemî nemirên Kurdistanê ji wan
jî Jîna Emînî hate vekirin û bi alîkariya helbestvan Elwan Şivan û
nivîskar Merwan bavê Zozanê bi rengekî hesan û xweş festîval hate bi
rêvebirin.
Bi rastî hêjaye gotinê ye ku cemawerekî qeşeng
,bedew,hêja û delal amede bûbû ji hemî milên civatê ve hatibûn, renge
reng bûn wekî bihara kurdistanê bûn, Nivîskar , Siyasetmedar,Rexnevan,
Hozanvan, Romanivîs, rewşenbîr û hemî heskirê helbest û wêje û edebyata
kurdî li festivalê civiyabûn, helbet pir ji wan jî wek mêvan yan jî wek
helbestvan ji ber sedemên cuda , nikarîbûn amede bibin her wisa jî
lêbûrîna xwe ji me xwestin.
Wekî din jî me xwe amede kiribû ku
kurte filimekî li ser jiyan û berhemên helbestvanên xwe yên beşdar,
bigrin ta ku em ji temeşevanan re li ser pêşendanê nîşandan bidin,
mixabin piroje bi mere ne çû serî hem ji aliyê helbestvanan ve ku pirê
wan xwesteka me rênekirin û hem jî pirsgirêkin teknîkî, astengî ji mere
çêkirin.
Niviskar Hefiz Ebdulrehman gotina Yekîtiya Giştî ya
Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Suriyê xwend ku di serîde xweşbûn û
hatin û dilgeşbûna cemawer kir, piştre li ser çêbûn û destpêka
mihrecanê di salên notî de axivî ku ji bajrê Efrina delal ev raman hate
vejandin.
Wisa jî rola wa kesên nivîskar û rewşenbîrên ku
bingeha vê mihrecanê danîbûn ber bi çav kir wek nivîskar Elî Cafer,D.r
Ebdulmecîd Şêxo,Rûxweşê Zîvar,Heyder Omer.
Piştî çend sala ji
temenê mihrecanê, nivîskar Elî Cafer,D.r Ebdulmecîd Şêxo,,Heyder Omer
mecbûr bûn ku dev ji welêt berdin û li dewleta Elmanî bi cih bibin û ji
bajarê Bochum sala 2000an û bi sponseriya yekîtiya dîmuqratî kurdî li
suriya û bi serperiştiya navên jorîn û bi keda komîta amedekar
nivîskar Heyder omer,Jan Dost ,Mehmûd bavê Narîn, Mihrecan helbesta
Kurdî wek xola yekem li dervî welêt hate vejandin.
Xola diwemîn
ya Mihrecanê sala 2007 an li Bonê çêbû bi sponseriya kombenda
Rewşenbîrên kurd û bi serperştiya Selîm Piçûk serokê kombendê û Ferhad
Ehmê ,Elî Cafer.
Xola sisyan ya Mihrecanê sala 2008 an dîsa li
Bonê hat li darxistin di bin siya komîta amedekar Arşev oskan,keça Kurd
, Xebat Şakir ,Xonav Elî, Elî Cafer.
Di sala 2009 carke din li
Bon ê xola çaremîn ya mihrecanê li dar ket di bin siya komîta amedekar
Arşev Oskan,Keça Kurd ,Qado Şêrîn ,Xonav Elî, Elî Cafer.
Xola
pêncan ya mehrecanê di sala 2010 an de li bajarê Bottrop ê hate
avakirin- komela dostaniya Kurdî,Elemanî- bi serpereştiya Keça
Kurd,Helîm Yûsif,Elî Cafer.
Xola şeşan ji mehrecanê di sala
2011an de li komela Hêlîn li bajarê Essen a Elemanî pêk hat. Bi
serpereştiya Keça Kurd,Helîm Yûsif,Elî Cafer.
Di destpêka şoreşa
sûrî de 2011an de û bi hatina birek nivîskar û rewşenbîrên kurd ji
sûriyayê bal welatê Elmanî ve, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên
Kurd li Sûriyê ji sala 2012dan ve rahişta vî barê giran bi yardemiya
herdû nivîskarên hêja: Qado Şêrin û Inayet Dîko û di bin navê kombenda
Nivîskar û Rojnamevanav de, bi alîkariya komela Nûbihar xola heftan ya
Mihrecanê hate li darxistin.
Wisa û ji hinganê de Yekîtiya Giştî
ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê bi barê festîvala Helbesta
Kurdî radibe vêce bi rolek giring radibe di parastina zimanê kurdîde
nemaze di civata Europî ya nuh de.
Piştî gotina YNRKS, nivîskar Elî cafer ku ew yek ji
damezerê festîvala Helbesta Kurdî li welat bû, paşî jî li Elemanya
,ewî liser çêkirin û avakirina mihrecanê wek dîrok û dîdevan axivî ku
komîtên amedekar di geleg astengên dijwar de derbas dibûn nemaze zor û
setema deselata Sûrî ku wê demê karên wisa cezayê wê digihişta bi
darvekirinê vêca peydakirna cih û alavên din ji bo festîvalê, tevahiya
malbatê yan jî tevahiya gund pê dihate tewanbarkirin.
Nivîskar
Elî Cafer di dawiya gotina xwe de spasiya komîta amedekar ya Yekîtiya
Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê kir ,ku bi vî karî
hêja di deh salan û bi şûnde dikare rabe , bi ked û alîkariya gelek
dezgeh û komelan ,wisa jî hêvî û omîda xwe diyar kir bi behsûd û
serkeftina mihrecanê .
D.r Ibrahîm Mehmûd gotinek hindik û rindik
diyar kir, spsiya komîta amedekar ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û
Rojnamevanên Kurd li Sûriyê kir ku bi barê vê Mihrecanê rabû ,û berdewam
kir, ku sala 1984 an saleke reşbû di dîroka tore û çanda kurdî de ku di
meha pêncan de di Gulanê de ji vê sala bedşîn zana û zimanas û
niviskarê hêja Tewfîq Wehbî barkir.
Meha 9an-Rezber- ji eynê salê
derhêner û ekterê nemir Yelmaz Gunayê ji nav me barkir,piştî bi hindikî
di 22 meha 10 de helbestvanê bejin bilind Cegerxîn çû ser dilovaniya
xwedê ku karekî bê hampa ji tore û çanda kurdî re pêşkêşkir.Ez şanaz û
dilşadim ku we wek YNRKS ev derfet ji bo axaftinê da min .
Piştî
gotina D.r Ibrahîm Mehmûd ,komîta amedekar porgramê xwe wek ku hatibû
pilankirin bi rêve birin ku jimarek mezin ji helbestan li ser pakrewana
hêja Jîna Emînî bûn ku canê xwe ji dest da ta ku serê xwe nedeynê ji
nijadperestên xwînmijê Iranî re.
Dawî ji xwe dive navê helbestvanên beşdar em bêjin:
Ehmedê
Xursî,Baranê Çûmê ,Fewaz Ebdê,Guhar Mamo, Gulistan Awaz,Hewar
zahir,Hişyarê Lelê,Tengezar Marînî,Yisra Zubêr,D.rLewend Dalînî,Mehmûd
Badîlî,D.r Midya şêxê,Mihemed Şêxo,Mihemed Fermano,Nezîr palo,Salih
Cango, Serhan Isa,Selah Mihemed,Xunav a Xezîwê, Xweşnav Mûsa, mihrecan
bi deng û awazê hunermend Zekeriya Şex Ehmed hate tewakirn.
Dive
em ji bir nekin ku helbestek ji Efrina birîndar bi dengê D.r Ebdulmecîd
Şêxo hate xwendin û ya din jî ji Rojhilatê Kurdistanê bi dengê Bihara
Huseynî hate pêşkêşkirin.
Birûskên ku gihiştin destê me ji komele
û dezgeh û partiyên kurdî hatin xwendin ku tevan ev roja biha pîroz
dikirin wisa jî spasiya hebestvanên beşdar û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û
Rojnamevanên Kurd li Suriyê dikirin.
Û wek hersal xwarinên Kurdî wek firavîn di atmosfêreke xweş û geşde ji mîvanan re hate pêşkêşkirin.


