Di branna Syem ji kokirina Mamoste Ebdilhemd Derw de
Drok: 26 2022
Mijar: Ne



Himend êxo

Di 24 / 10 / 2019an de gelê kurd û Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê xebatkar û serkirdeyekî mezin oxirkirin ew jî damezrêner û sekreterê partiya me heval Ebdilhemîd Derwî e.
Mamoste Ebdilhemîd Derwî hevalekî xebatkar û cefakê bû , siyasetmedarekî navdar bû di nav gel û tevgera rêzaniya Sûrî , Kurdî , û Kurdistanî de. Herwiha ew serkirdeyekî çalak û
bîrbir bû di çareserkirina pirsgirêk û qeyranên
Siyasî de.


Mamoste Hemîd jiyana xwe terxî gelê xwe kir û di rêveçûna xwe de karî bû kûrtirîn peywendiyên diplomasî li ser astên Sûrî , Kurdistanî , Herêmî û Navdewletî peyda bike , û ma pabend di tekoîn û xebata xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe.
Heval Ebdilhemîd Derwî Xebatkarekî Kurdistanî bû , bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî xebat û tekoîna wî herdem ji bo xizmet berjewendiyên gelê kurd û doza netewî ya kurdî de bû. Herwiha xwedî rolekî çalak bû di damezrandin û pêxistina peywendiyên Kurdistanî de , û bi hemû iyana xwe pitgiriya tekoîna gelê kurd dikir , lê bi mercê taybetmendiya gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê.

Ey hevalên xebatkar û gelê Azadîxwaz

Em di Partiya Demoqrat a Pêverû ya Kurd li Sûriyê de bi rêzgirtin li hember bîranîna Sêyem ji koçkirina hevalê xebatkar mamoste Ebdilhemîd Derwî radiwestin û bibîra xwe tînin wek kesayetiyekî siyasî, himend û rola xwe wek serdarekî karîzmî berz li ser asta nitimanî ya Sûrî , û li ser asta netewî ya kurdî û Kurdistanî û navdewletî de , koçkirina wî di vê qûnaxa rêzanî ya hestiyar û çarenûsî de ziyanek mezin bû ji hemû gelê kurd re.
Mamosteyê min : Bi navê Kurd û Kurdistan û bi navê Partiya Pêverû em soz didin ku emê li pey himendiya te bin û emê berdewam bin di xebata xwe ya netewî û karê partîzanî de heya ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.

Bavê Axtî tu namirî tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî
Sed silav li giyanê te ey endezyarê rêzaniya kurdî li Sûriyê

  Heleb / 23 / 10 / 2022

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêverû ya Kurd li Sûriyê








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5843