Nexþeya rewanê bêdengiyê.
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 27 ÓÈÊãÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Mizgîn Hesko

Hîn...
Di tariya þevan de
Xwe ji himêza te vedidizim
Û tevlî biþkojên bêdengiyê dibim
Û mîna stêreke herî biçûk
Berûvajî karwên diçim
Dûr...
Dûr ji rêka kadizê diçim
Û derbasî
Parzemînên mijgirtî dibim
Bi hêminî...
Tevlî giyanê razber ê zemînê
Dibim
Û li wir
Wiha kesk ron didim.


Hîn...
Di tariya þevan de
Tiliyên min
Biqasî bejna çiradankên
Ku li joriya asîmên vêketî
Dilkên rûpelên spî
Ji vegotinên evînê re
Gur dikin

Çivîkek ji ronahiyê me
Li her çar aliyên qubletgehên þevê
Ji ser lêvên heyveronê
Gulgenimên nexþîn
Diçêrim
Û rewanê bêdengiyê
Bêdeng dinexiþînim...!

Hîn...
Di tariyê de
Tevlî keservedana Pênûsê dibim
Xelekek...
Ji semaya bê dawî
Bêrgî kûrahî û serxweþiyê
Dibim
Û þevnema herî dereng
Li ser mijankên Yasemînên xewar çirisandî
Bêrgî...
Mihiraba Xwedawendên bexiþandinê Dibim...!

Bûnewerek ji bîrenîgariya
Asoyê me
Û þemaloka herî ronîdar
Ji jiyê ronahiyê me...!

Hîn...
Tevlî nimêjên bê dawî
Dibim
Û hîna jî...
Li rexê dilê te me
Li teniþta hiþê agir
Û nêzîkî
Bîreweriya axê me...!
Û hîna jî...
Ristên min
Girover in..
Ne ew bidûmahî dibin
Û ne jî destên þevê
Ji danehevê diwestin..!

Hîna jî...
Li rasta himêza te têm
Û hîn...
Niviþtên xuro evînî
Bi wêrekî
Di nav guliyên þevê de
Diveþêrim
Hezkirin e...!
Û tu dizanî
Çendîn çavên min
Bi te vedibin.


* Tîrmeha 2020.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5828