Bersiva derewên Þêrîn M. Elî Þakir
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 27 íæáíæ 2022
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn

Silav û rêz xuþka delal Þêrîn,
Minê gotara te ya ku te di malpera Welatê Me de weþandiye, li ser ser û cavê xwe danîba, eger te 2-3 derew û bêbextiyên ji xwe mezintir nekiriba. Fam dikim tu li kê hatiyî û daye ser þopa kê. Ji aniha û bi þûn ve ku, te derew kirin bila wek mejiyê te piçûk bin, belkû du kesên wek te piçûk bawer bikin.


01-tu û herkes dizanî ku ne rexnevanê hunerî me, û tiþtekî ji hunerê nizanim, belkû min danhev an berherv an komkirin li ser daxwaza hezkiryên Mihemed Þêxo kiriye. Te bi kurdî, bi zimanê dayika xwe bixwenda û binivîsanda, teyê zanîba ez çi me û çi dinivîsim. Ez tenê bi zimanê kurdî, ne wek te bi yê xelkê dinivîsim. Zimanê kurdî rûmeta min e.
02-ez qet..qet..qet neçûme Turkiye, û di ser asmanê Turkiye re jî derbas nebûme, þerme tu vê derew û bêbextiya mezin li min dikî, ji Xwedê bitirse. Û ez û Beha Þêxo bi hevûdu re û ne jî cuda, em neçûme Turkiye. Ji xwe ne ji mafê min e stranan bifroþim, ez ne xwediyê meseleyê me. Tekez dikim ku, malbata Þêxo jî wisa nekiriye. Dêmek, mebesta derewa te ew e ku, tu xelkê li min sor bikî(fitne ye), wek ku apê te Mehmûd Ezîz gelek caran kiriye.
03-te nivîsandiye, ji xwe derew e, eger min samaniya stranan firotibe turkan û mafê belav kirinê dabe wan, tekez sûcdar im, mucrim im, cezayê min çi be qebûl dikim, lê min ew yek nekiriye. Derew rûreþî ye, êdî bes derewan bike, þerm e.
Xuþka delal, tu ne abûqata Beþîrê nexweþ û bavê fitneyê yî, min xeber nedane û nadim taku, lêborînê bixwazim, xeber û sixêf û gotinên bêrêz ne ji exlaqê min e, bêtir berteka nezana ye, belkû we gotinên bêrêz di dermafê me de kirine, li post û þiroveyên xwe vegerin. Hemû li ba min parastî ne.
Eger tu û malbata xwe xwedî maf in, û me mafê we xwariye, werin emê bi aqilane, bi biratî û dilsoziyane vê meseleyê çareser bikin, bi amadebûna sed cuwamêrên dilsoz. Ez zanim hûn nayên, hûn yê facebookan e, êdî derfetê bidin me emê li gel sed cuwamên dilsoz û xêrxwaz bên ba we û meseleyê safî bikin û mafê we biparêzin.
Min gelek caran gotiye û lêborîn ji bo þaþiyên di pirtûka 1995an de xwestiye, min soz jî daye wan þaþiyan serrast bikin, wê mafê Bedirxan Sindî, Sebrî Botan, hemû helbestvan û awazdaneran û malbata nemir Seîd Yûsif li wan vegere û bê parastin, êdî lazim nake tu xelkê di medya civakî de li me sor bikî û deriyên bêrêz li me vekî.
Li dawî, binivîs lê derewan neke, gelekî þerm e, werîsê derewan kin e, tu yî di bîrên bê binî werbî ha. Maf bi rêya facebook û þiroveyên bêrêz nayên standin, were emê li gel hevûdu, bi axaftin, bi aqilane û bi biratî meseleyê safî bikin. Xwediyê maf þah e, leheng e, natirse, werin bi aqilane mafê xwe bi guft û goyê bixwazin, ne li ser dîwarên facebookê. Êdî bes e.
www.qadoserin.com 
27/07/2022







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5806