Cegerxwîn (1903-1984)z
Dîrok: ÇáÎãíÓ 30 íæäíæ 2022
Mijar: Nûçe



Birahîm Qasim

Berê em hikûmeteke cîhangîr bûn li dinya
Wer temaþa bike eywana Kesra, neqþ û nîgar

Cegerxwîn, helbestvan û nivîskarê navûdeng yê kurd di sedsaliya 20an de, li seranserî Kurdistanê wekî helbestevanekî xame zêrîn hatiye naskirin, nemaze ku jiyana xwe di sedsaliya borî de derbas kiriye, serdemê guherînên mezin piþtî þerê diwemîn yê cîhanê, ku van guherînan gelek bandor li naveroka helbestên wî kiriye, tevî ku ew jî di destpêka jiyana xwe de, wekî nifþên berê ketiye di bandora sofîgerî û oldariyê de, ku wekî rewþenbîrekî oldar bû, û ev yek xuya dibe di naveroka dîwana  ya binavê Xweþxan de, ku di sala 2016an de li Dihoka Baþûrê Kurdistanê ji aliyê Weþanxaneya Nalbend ve hatiye çapkirin, bi berhevkirina Dirbas Mistefa û serastkirina Tehsîn Îbrahîm Doskî ve.


Xweþxan bi piranî ji helbest û tekstên olî û sofîgerî pêk hatiye, û diyar dibe ku Cegerxwîn di destpêka xwe de ketiye dibin bandora nivîsên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqê Teyran de:

Herçî me got ger wa bibî

Qelbê Cegerxwîn þa dibî

Mislî Kerîm Paþa dibî

Hetta bi roja saetê

Herweha helbestên xwe bi þêweyên klasîk li ser kêþesaz û newayan nivîsandiye lê naveroka wêjeya wî hestiyar bû, berbi romantîzma neteweyî ve diçû.

Berê em hikûmeteke cîhangîr bûn li dinya

Wer temaþa bike eywana Kesra, neqþ û nîgar

Ew bi hestên mirovahiyê bawer e, herwiha di nav þêwaza romantîzimê de hestên mirovî nas dike, li vir em derd û xemgînî, êþ û evînê di nivîsandina wî de bi awayekî xuya dibînin, ku li xwezayê vedigerin û hestên wî bi hestên subjektîv re derdikevin û ji ber ku pêvajoya afirîneriyê li ser bingeha xeyal û dildariyê ye, di berhevoka wî ya destpêkê de diyar dibe.

Lê piþt re ji encama têkiliya wî ya rewþenbîrî bi wêjeya cîhanî re hin guherîn ketin nav helbestên wî, ew berbi wêjeya rasteqîne ve çû û giha sosyalîzmê, banga wî bi taybet ji bo milet û civaka xwe berbi ramanên komunistiyê ve dibe û li dijî olperstî û sofîgerî, Feodalîzm û Burciwaziyê radiweste, herweha girtinheva di navbera sosyalîzm û împiryaliyê de gurr dikir.

Loma wî dît piþtgiriya têkoþîna hemû miletên bindest li cîhanê û berbi rizgarî û azadiyê ve bibe, erkeke girîng e.

lê Cegerxwîn ji qalika xwe ya kurdayetiyê bi yekcarî derneket.

Ma tu Kurd û Kurdistan

Didî bi sed Hindistan

Ger tu bibî yazdê Gurd

Her tê bibê eman Kurd

Cegerxwîn rewþa civakî û siyasî diþopand û ew bandorek li edebiyata wî kir, nexasim piþtî guherînên cîhanî û ruxandina hêvî û daxwazên gelê Kurd di hemû þoreþ û serhildanên kurdî de, rewþeke aloz derkete holê û nexweþtirîn rewþ di dîroka kurdî de peyda bû, parçekirin û dabeþkirina welatê wî li ser netewên din bûn sedema êþ, azarî, stem, kuþtin, derbiderkirin, xemgînî û þîniya gel, ev hemû jî bûn name û sernavên beþeke mezin ji helbestên wî yên þoreþgerî û þîretvaniyê.

Bêje Kurdan tev de rabin em bira ne tev de mêr

Xwe di rexta de dipêçin sîne bidne ber gulla

Serbilind bimrin we yaxud serbixwe dê em bijîn

Hûn ji bo vê rojê zane heydê êrîþ kes nema

Berhemên wî paqij û hêsan in, hiþmendiya naverokê di nav nîgarên eþkere û rave yên jiyana rast a rojane de têne diyarkirin.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5789