Dr. Xelîl Omar Dengê reyandina Tûjo ji hewþa baþûr hat û pê re dengê Eliyê Keleþ hat:
– Malê, ma qey kesek tuneye, ko vî kûçikî ji min raqetîne?
– Tîdî mîrato, ma tu bavê Sînan nasnakî? Nofê ji hundur derket û bi kûçik re xeyidî.
– Ev ne kûçik e, ev gurê har e, nahêle ko rêwî bi rêwîtiya xwe di vir re derbasbe! Bavê Sînan bi nerazîbûn got û hey bi gopêl kûçik ji xwe diqewrîne.
– Fermo kirîbo, wextî Hecî ji êþ bê, fermo derbasbe, serçavên xwe biþo û firreke ava cemidî vexue! ..Xêre, vê qiyalê, tu ketiye rê? Kevaniya malê ji bavê Sînan pirsî û kurtêlkeke nan avêt ber Tûjo.
– Mane îro xuya malê ji min tê xwestin! ..Sînan pîreka xwe biriye
Þamê ser textor û Xwedêda jî li Þingalê ma, qey kirîba te Zeko nedihat
dikanê? Elî sedema "vîzîta" xwe da xuyakirin û bi serê gopêl deriyê
odekê vekir û nêzîkî pencerê xwe berra erdê da û piþta xwe sipart
dîwêr.
– Bi serê Seydo û bi serê Sînan, doh bû Hecî qala te dikir û
digot: gelo xêr e, nema bavê Sînan xuyadike? Gelo ne nexweþ be? Erê bi
Xwedê tu ji bîra wî nediçû? Nofê dostanî û baþbûna mêrê xwe ji kirîb re
da xuyakirin û bi sûnd û zorê kulav li bin raxist û Cemîla jî, ji alî
xwe de misîn û legan li ber bavê Sînan danî.
– Mane vê demê ez çûbûm
Þingalê! ..Li wêderê dinya xerabûye! ..Elî xwest hinekî li ser Þingalê
bipeyive; lê Nofê gelekî jê re nevalabû û bê "pardon" ji odekê derket û
berê xwe da pînê.
* * *
–
Tu ji min re nabêjî li Þingalê çi rewþa xelkên me bû? Dibêjin li wêderê
hikûmeta Îraqê bi darê zorê Kurdan koçber dikin? Hecî yê ko nuh ji êþ
hatiye, ji bavê Sînan pirsî û cê xwe li himberî wî çêkir.
– Erê bi
Xwedê; "be''''''''sî" li wan bûne agirê sor! Xortan digrin û wan nebedî dikin,
xaniyan wêrandikin û bi erdê re rastdikin, terþ û malên wan talan dikin û
li þûna wan, ereban bi cî û war dikin! ..Ji xwe li aliyê Soran û
Behdînan bi topên napalm wan topbarandikin û gelek gund û bajarok li
wêderê
þewitandin û xelkên navçê koçberkirin! Bavê Sînan rewþa baþûrê
Kurdistanê ji kirîb re þîrovekir û bi kerb qûncika çigarê ji nav tiliyên
xwe avêt ber devê derî.
–Xwedê ji wan re nehêle, ne li vê dinyê û ne
li wê dinyê! ..Lê guh medê birako; giya dibin keviran de namîne! Hecî
li kirîb vegerand û destê xwe avêt tasa vala û bankir:
– Ma hûn li
ku ne lawo, ma hûn ketine kîjan qulê? ..Mirov li vî hundurî ji tîna
biþeniqe, kesek tuneye ko firreke av jê re bîne û tasa vala ji dest xwe
virvirand.
– Ez dibjêm hîna tu û xalê xwe nelihevin? Bavê Sînan ji kirîb pirsî û kir ko hayê wî ji tiþtekî tuneye.
–
Lihevhatina çi ciwamêr! ..Mêrik nayê ber tu rayê û weke ko tu dizanî;
em jî ji mafên xwe danakevin û ka vî kerî di vî buhurrî re derbaske!
Hecî Kermo doza bêçareser danî ber destê kirîb.
– Tu ji min re nabêjî: gelo lawê Ferso hîna wî beranî difroþe? Bavê Sînan ji Hecî pirsî û xwest mijara gotinê biguhere.
–
Haylo tu hîna li berên dipirsî! ..Lawê Ferso ji berî mehekê de, ew kire
mûlid û li ser ruhê diya xwe da! Aqilê min ew beran nexweþbû! Hecî
pîjikek di ber bazara wan î kevin de rakir.
– Baþ bû gidî, ko em ne weritîn û me nekirrî! Mêrikê êzidî bi tirs got û guhukê destmala xwe bi iniya xwe xist.
–
Hesîna! ..Cemîla! ..Kî ji we, li wêderê ye lawo! ..Ecele çayeke bi
darçîn ji kirîbê xwe re çêkin û bera diya we jî jibîrneke ko firavîneke
dujîn ji me re amadenbike! Hecî Kermo bi dengekî bilind bankir kufletê
malê û rahiþt misînê sor û çû destmêja nîro bigre.
>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>