Hevpeyvîn Gulistan Beþir 1_Sehribana Kurdi ya Navdar kîye? Ez Þehribana Kurdî me.
Ji Navçeya Qoser`ê me. Qoser navçeyeke bajarê Mêrdîn`ê ye.
Bavê min karkerekî þaradarîya bajarê Ýzmir`ê (Turkiye) bu. Ez jî li Îzmîr`ê hatime Dinê. Ev 55 salin malbata min li îzmîr`ê dijîn.
Ev 29 salin ez li Elmanya ( Germany) dijîm. Zewicîme û dayika 4 zaroka me.
2_Destpêka hatina we ye di nav cîhana hunerî de û bandura kî li ser te bûye?
Weke
ku min di gelek hevpeyvînan de jî anîye ziman min gelekî li hunermendên
hêja; M. Arif Cizrawî, Kawîs Axa, Meyrem Xan, M. Þêxo, Tahsîn Taha u
hwd. guhdar dikirin. Ez wan hemîyan bi rêz u bi hürmet Biber tînim.
3 _çi zehmetî û astengî te kêþandin Ji malbatê u civakê?
Ya
rastî malbata min, ji destpêkê heta vê rojê, di hemî deman de destek
dane min, alîkarî û piþtgirîya min kirin u tû carî jibo min nebûne
asteng.
Em bixwazin, nexwazin ji derdor u civakê hinek rexne u
nerazîbûn dihatin lê, ew nerazîbun u rexne tû carî jibo min ne bûn
asteng.
4 _Çi peyama ku hûn dixwazin bi rêya hunerî û stranbêjiyê bidin kesên din?
Berî
her tiþtî em miletekî bindestin. Zilm u zordestî, ji ser me kêm
nebûye. Gelê me bûne koçber u li cîhanê belav bûne. Her wisa di navbera
Serok, partî u eþîrên Kurdan de yekîtîyeke netewî tûneye. An þerê hev
dikin, an jî li kêleka dujminê xwe ne.
Dujminên gelê Kurdistan vala
nasekinin; ji hêlekê dixwazin gelê Kurd u zarokên Kurda asîmle bikin; ji
hêla din ve jî dixwazin Çand u Hunera gelê Kurd ji holê rakin, an jî wê
çand u Hunera gelê Kurd weke ya xwe bidine xuyakirin u nasandin.
Ez
jî bi rêya Huner u dengê xwe; dixwazim yekîtîya me hebe, em ji hev u
welatê xwe hez bikin. Em çand , Huner, folklor u dîroka welatê xwe
biparêzin u bi Cîhanê bidine nasandin. ......
5_ Gotina dawî ku tu dixwazî ji jina kurd re bêje çi ye?
Berî
her tiþtî Ez, jina Kurd, keça Kurd a qahreman silav dikim. Wan ji bo
welatekî azad; ziman, Huner, çand u huner a Kurdî wenda nebe canê xwe
fedakar kirin.
Pêwîste jina Kurd li van nirxên xwe xwedî derkeve.
Xwe li her derê bi rêxistin bike. Zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî , Dîrok,
çand ü Hüner a Kurdî bikin.
Bila jina Kurd stran u kilamên Kurdî bi
strên u zarokên xwe jî ferî stran u kilamên Kurdî bikin. Jibo yekîtîya
gele xwe xebatê bikin.
Careke din bi hêvîya welatekî azad u yekîtîya gelê Kurd ez, di serî de jina Kurd; hemî gelê xwe bi dil u can silav dikim..
Her wisa xwuþka hêja Gulîstan;
jibo ked u xebata te, te pîroz dikim, hêvîdarim ku her kêfxweþ u serkevtî bî.