Wehîd Keleþ
Tenê bê hiþ di rê de di wê cada dirêj de diçû û gavên wî ew direvandin û ew jî ji xwe direviyan.
Çixara xwe dikiþand û dû yê wê jî ji sînga xwe ne derdixist ew dûmane jî bi janên dilê xwe re dadiqurçand.
Di vî bajarî de mirov gelek êþ û derdan dadiqurpînin ji roja bûnê ta roja çûnê her jan ewe Jane ewe ewe eewwee.
Baran dibariya û tariya wê cadê mîna tarîbûna dilê wî bû na
mîna tarî bûna li hawîrdora çavên wî bû. Dengê wê baranê tiþtek anî bîra
wî. Di nîva wê cadê de rawestiya, lerzekê canê wî guvaþt û pêteke germ
di pozê wî re hilkiþiya rayên serê wî. Serê xwe hilda jor qîreka bi
þewat bi dengê xwe yê aza berda :
-Kanî çavên te bêrîvan k..an..î.. ç…a…v..ê…n…te b..ê…r…î…v…a…n
Vedenga dengê wî di wê þevê de lê divegeriya tenê ew bûbû þivanê þevên reþ.
Ev
çend salin baran dibare?. Ev deh salin baran nemîna baranê dibare û ev
deh salin li van cadeyan li bihina Bêrîvanê, li çavên Bêrîvanê digere ew
Bêrîvana di vê cadê de windabûyî.
Ev deh salin bandike û dengê wî, sêwî li wî di vegere.
Baran
dibariya ta gincên bin cilan jî þilbûbûn lê ew serxwþbûbû bi tiþtekî
hest ne dibû hew bi baranê û bi xwena Bêrîvanê ve mijûl bû.
Gavên
giran, þil û westiyayî ew gihandin goristana bajêr. Li ber kêla gorê ji
kundikave rûniþt. destê xwe li her du kabên xwe pêçan û serê xwe mîna
landikê di bir û di anî û çavên wî bi nivîsa wê kêlê ve diçûn û dihatin.
Destê xwe kir di berîka qapûtê xwe de çixara dawî bû ji pakêtê kir di
nava wan lêvê xwe yên þil de، ji serma destê wî bangerê ste ne digerand, çend hewildanên pûç lêxistin ji berî ste werê vêxistin.
Wê
çixarê ronahiyek di wê tariyê de vêxist çixara xwe bi dawî anî,
ronahîbelav bû, dîsa bû tarîstan. Xwe bi serhev de guvaþt, ji niþkêve
ronahiyek ji bakurê goristanê ve hat, mîna çirayekê bû li ser goristanê
digeriya. Rawestiya ji xwe re got :
- ev mîna Bêrîvana mine, lê wekî dûmanê ye, na wekî ronahiyê ye.
Bêrîvana wekî dûman û ronahiyê destên xwe divekirin û bi dengekî bi ken bandikir, de were min bêriya te kiriye de were lo .
Bêrîvana
ji dûman û ronahiyê yarê xwe hembêzkir û ronahî belavbû dîsa li
goristanê bû tarîstan. Dem hêdî hêdî derbasdibû, þev derbasbû û bajad
hîn bê beng bû û di xewê de mabû.
Bi banga elendê re mele bankir :
- Remo çû ber dilovaniya xweda yê xwe, li wî bibûrin xweda li we bibûre.
Wê
þevê koça Remo dîno bû. Wî çaxî sê çariyên mirovên wî bajarî hîn di
xewa giran de bûn, ji bilî min û te, gelekan ne dizanîn sedem çi bû?
yan çîrok çi ye? Girînge? yan ne girînge ji mirovaniya mirovên bajarê
me re.?